Verse 1 — Surah Al-Inshiqaq 84:1
Gava ezman derizî
Verse 2 — Surah Al-Inshiqaq 84:2
(Ezmen) ji Xuda yê xwe destûr xwest (ku bi sitûxarî wekî babetî ya wî) bi gotina wî (perestî ya) wî bike
Verse 3 — Surah Al-Inshiqaq 84:3
Û gava zemîn direj bûye (rast bûye)
Verse 4 — Surah Al-Inshiqaq 84:4
Û di hundurê (zemîn da) çi heye, hemî avêtî ye derva, îdî vala maye
Verse 5 — Surah Al-Inshiqaq 84:5
Û (zemîn) ji Xuda yê xwe destûr xastîye (ku bi sitûxarî wekî babetîye wî) bi gotina wî (perestî ya wî) bike
Verse 6 — Surah Al-Inshiqaq 84:6
Merivo! Bi rastî tu dixebitî, ku tu herî bal Xuda yê xwe, îdî (tu wusa bixebit e) tu yê bigehêjî wî
Verse 7 — Surah Al-Inshiqaq 84:7
Di wê gavê da îdî pirtûka kîjanî (bi destê) rastê bê danê
Verse 8 — Surah Al-Inshiqaq 84:8
Ewê hijmarek e hindik û hêsanî bibîn e (derbasbibe)
Verse 9 — Surah Al-Inshiqaq 84:9
Û ewa li bal malîne xwe da bi şahî dizvir e
Verse 10 — Surah Al-Inshiqaq 84:10
Lê pirtûka kîjanî di alîyê pişta wî da hatibe daînê
Verse 11 — Surah Al-Inshiqaq 84:11
Îdî ewê ji bona xwe ra gazî teşqela bike
Verse 12 — Surah Al-Inshiqaq 84:12
Ewê li bal doja pêtan da bê kişandin e
Verse 13 — Surah Al-Inshiqaq 84:13
Loma ewa (di cihanê da) di nava malînê xwe da dilşabû ye (qe tiştek ji vê şapatê ne dianî bîra xwe)
Verse 14 — Surah Al-Inshiqaq 84:14
Loma bi rastî (ewê gunehkar) guman kiribû, ku bi rastî îdî ranabe. -1ı
Verse 15 — Surah Al-Inshiqaq 84:15
Na! (bi rastî wê bêne şandinê) loma bi rastî Xuda yê wî ewî dibîne
Verse 16 — Surah Al-Inshiqaq 84:16
Ho! Bi segura sibehê
Verse 17 — Surah Al-Inshiqaq 84:17
Û bi şevê û bi wan tiştên, ku şevê di xwe da pêçaye
Verse 18 — Surah Al-Inshiqaq 84:18
Û bi hîva (çarde) şevî
Verse 19 — Surah Al-Inshiqaq 84:19
(Sond dixum!) ku hûnê ( bi temtilekî li bal temtêla mayî da bêne rêkxistinê)
Verse 20 — Surah Al-Inshiqaq 84:20
Îdî gelo ji bona wan (filan ra)çi bûye, ku ewan hêj bawer nakin
Verse 21 — Surah Al-Inshiqaq 84:21
Û gava ku Qur´an ji bona wan ra tê xwundinê ewan (ji bona Yezdan ra) kunde nabin
Verse 22 — Surah Al-Inshiqaq 84:22
Lê ewanê bûne file hene! (gava Qur´an ji bona wan ra tê xwundinê) ewanan (Qur´an ê) didine derewdêrandinê
Verse 23 — Surah Al-Inshiqaq 84:23
Yezdan bi xweber jî (ewa tişta, ku ewan filan di hundurê xwe da veşartin e) bi wan çêtir dizane
Verse 24 — Surah Al-Inshiqaq 84:24
Îdî (Muhemmed!) tu ewan (filan) bi şapateke dilsoz bide mizgîndanê
Verse 25 — Surah Al-Inshiqaq 84:25
Bi tenê ewanê bawer kirine û karê aştî kirin e hene! kêryeke bêpaşî ji bona wan ra