Back to Languages

Kurmanji - Chapter 87 - Al-Ala

Translation by Unknown — Permalink

Verse 1 — Surah Al-Ala 87:1

(Muhemmed!) tu bi navê Xuda yê xweyê bilintir paqîjî ya vî ji kêmayan bike

Verse 2 — Surah Al-Ala 87:2

Ew (Xweda yê te) afirandin kirîye, îdî bi pêkanî rast kiriye

Verse 3 — Surah Al-Ala 87:3

Ewî ji hemû heyan ra (temtêla wan) pîvaye, îdî paşê anîye rêya rast

Verse 4 — Surah Al-Ala 87:4

Ewî kovîçêr derxistîye

Verse 5 — Surah Al-Ala 87:5

Îdî paşê ewa (çêra) xistêye gîhakî reşê hişk maye

Verse 6 — Surah Al-Ala 87:6

(Muhemmed) di nêzîk da (bi Cibraîl) emê (Qur´an ê) ji te ra bidin xûndinê, îdî tu bîrva nekî

Verse 7 — Surah Al-Ala 87:7

Ji pêştirê tişta Yezdan (bîrva kirina wê) va ye. Loma bi rastî Yezdan bi tişta xûyayî û bi tişta veşartî dizane

Verse 8 — Surah Al-Ala 87:8

Û emê ji bona te ra rêya hêsabûna (berkirinê) pêk bîn in

Verse 9 — Surah Al-Ala 87:9

(Muhemmed) heke şîreta (bi Qur´an ê)ji bona wan ra kêr tê tu ji wan ra şîretan bike

Verse 10 — Surah Al-Ala 87:10

Bi rastî ewê (ji Xudê) bitirs e, wê (ji Qur´an ê) şîretan hilde

Verse 11 — Surah Al-Ala 87:11

Ewê gunehkarê ji rê derketî heye! Ewa jî xwe (ji şîretê Qur´an ê) diparisîn e

Verse 12 — Surah Al-Ala 87:12

Ewa di agirê mezin da tê avêtinê

Verse 13 — Surah Al-Ala 87:13

Paşê (di agirda jî) ne dijî û ne jî dimire

Verse 14 — Surah Al-Ala 87:14

Bi sond! Ewê ku xwe ji (gunehan) paqij kirîye haye! Ewa feredte bûye

Verse 15 — Surah Al-Ala 87:15

Îdî ewî bi navê Xuda yê xwe şîret hildaye û nimêj kirîye

Verse 16 — Surah Al-Ala 87:16

Lê hûnê jîna cihanê heldibijêrin

Verse 17 — Surah Al-Ala 87:17

Jîna parada jî (ji jîna cihanê) çêtir û mayîtir e

Verse 18 — Surah Al-Ala 87:18

Bi rastî evan (şîretan) di pirtûk û rûpelên berêda jî hebûn e

Verse 19 — Surah Al-Ala 87:19

Ewan rûpelan, rûpelê Ibrahîm û Mûsa nin