Verse 1 — Surah Al-Balad 90:1
Ho! Ez bi vî bajarî sond dixum
Verse 2 — Surah Al-Balad 90:2
Û tu bi xweber jî di nava wî da rûniştî yî
Verse 3 — Surah Al-Balad 90:3
Û bi nişa merivan û bi ûrta wan
Verse 4 — Surah Al-Balad 90:4
(Sond dixum) ku me nişa merivan (di nava) zoratîyê da afirandîye
Verse 5 — Surah Al-Balad 90:5
Maqey ewa meriva guman dike, ku hêza tu kesî pêda naçe
Verse 6 — Surah Al-Balad 90:6
(Ji bona pesindanê aha) di bêje: "Min di vê rê da bi kulûra mal sixurandîye
Verse 7 — Surah Al-Balad 90:7
Maqey ewa guman dike, ku kes ewê kirina wî nabîne
Verse 8 — Surah Al-Balad 90:8
Qey me ji bona (merivan ra) du çav ne daye
Verse 9 — Surah Al-Balad 90:9
Û zimanek û du lêv (nedaye)
Verse 10 — Surah Al-Balad 90:10
Û me ji bona (merivan) du rê; (rêya qenc û xirabîyan) daye
Verse 11 — Surah Al-Balad 90:11
Îdî ewî (merivî, ji bona sipazîya di hemberê van qencîyan) qe xwe ne avite tu gaz û bêlanê zor
Verse 12 — Surah Al-Balad 90:12
Gaz û bêlanê zor, ka çîye tuyê ji ku bizanî
Verse 13 — Surah Al-Balad 90:13
Ewa (kara) vekirina (zincîra) kolan e (ku tu ewan azad bikî)
Verse 14 — Surah Al-Balad 90:14
Yan jî di rojeke axilve da dayîna xurekan e
Verse 15 — Surah Al-Balad 90:15
Ji bona sêwîyên pismam ra
Verse 16 — Surah Al-Balad 90:16
Yan jî ji bona wan belengazê, ku ji birçîya xwe li ser xwelîyê dirêj kirene
Verse 17 — Surah Al-Balad 90:17
Hêj paşê ewa dibe ji wanê bawer kirin e û şîreta bi hewdana (di hemberê cewr û aşîtan da) li hev dikin û bi dilovanî ya li hev kirinê dikin
Verse 18 — Surah Al-Balad 90:18
Hevrîne bi nutûv û rast evan in
Verse 19 — Surah Al-Balad 90:19
Ewanê bi beratenê me bûn e file hene! ewan jî hevrîne bênutûv û çep in
Verse 20 — Surah Al-Balad 90:20
Agirê ku derê wî tê girtinê, ji bona (vanan ra)ne