Verse 1 — Surah Ash-Shams 91:1
Bi roj û bi ruhnaya wê
Verse 2 — Surah Ash-Shams 91:2
Û bi hîva gava li pey (rojê) derdivebe
Verse 3 — Surah Ash-Shams 91:3
Û bi wî roya gava (roj) ewê (vedike)
Verse 4 — Surah Ash-Shams 91:4
Û bi wê şeva gava taritî ewê som dike
Verse 5 — Surah Ash-Shams 91:5
Û bi ezman bi avakerê wî
Verse 6 — Surah Ash-Shams 91:6
Û bi zemîn û bi wê, ku (zemîn bi gulokî) raxistîye
Verse 7 — Surah Ash-Shams 91:7
Û bi can û (bi wîyê, ku can) bi rûçikî (afirandîye)
Verse 8 — Surah Ash-Shams 91:8
Îdî ji bona wî (canî ra) gunehkarî û parisandina (ji gunehan) niqandîye
Verse 9 — Surah Ash-Shams 91:9
Sond dixum! Kîjan canê xwe ji sikatîyan bi parisîne ewa serfiraz bûye
Verse 10 — Surah Ash-Shams 91:10
Û sond dixum! Kîjan ketibe sikatîyan (ji rêya rast derketibe) bi rastî ewî zîyan kirîye
Verse 11 — Surah Ash-Shams 91:11
(Komalê) Semûd ji qurebûna xwe (Pêxemberê xwe) dabûne derewdêrandinê
Verse 12 — Surah Ash-Shams 91:12
Gava mêrxasên wan serî hildane
Verse 13 — Surah Ash-Shams 91:13
Îdî qasêdê Yezdan ji bona wan ra (aha) gotîye: "hûn dest ji deva Yezdan û ji ava vexarina wê berdin
Verse 14 — Surah Ash-Shams 91:14
Îdî ewan (mêrxasan pêxember) dane derewdêrandinê; Ewan serê devê jêkirin, îdî Xuda yê wan jî bi sedema gunehê wan şapat li ser wan da pêyweste kir; ewan (bi welatê wan va bi dêrizayî rast kir)
Verse 15 — Surah Ash-Shams 91:15
Û (Yezdan bi xweber jî) ji encama (şapatê) natirse