Verse 1 — Surah Ash-Sharh 94:1
(Muhemmed!) maqey me ji bona te ra singê te venekirîye (ku tu îdî zanîna retkokî bi zanî)
Verse 2 — Surah Ash-Sharh 94:2
Meqey li ser te barê te hil nedaye
Verse 3 — Surah Ash-Sharh 94:3
Ku ewî (barî ji giranîyê) pişta te dişkênand
Verse 4 — Surah Ash-Sharh 94:4
Maqey me ji bona te ra nav ü dengê te bilind nekirîye
Verse 5 — Surah Ash-Sharh 94:5
Îdî bi rastî bi her tengayîyê ra firetîyek heye
Verse 6 — Surah Ash-Sharh 94:6
Bi rastî jî bi her tengayîyê ra firetîyek heye
Verse 7 — Surah Ash-Sharh 94:7
Îdî gava (Muhemmed!) tu ji karê xwe valabûyî (rabe) bi karekî dinê ra xebatê bike (nehewe)
Verse 8 — Surah Ash-Sharh 94:8
Îdî li bal Xuda yê xwe da bizvire (perestî bike)