Back to Languages

Kurmanji - Chapter 98 - Al-Bayyinah

Translation by Unknown — Permalink

Verse 1 — Surah Al-Bayyinah 98:1

Ewanê xweyê pirtûkên, ku bûn e file û ewanê hevrî çêker hene! Heya ji bona wan ra (berateke) huzwartî neyê (ewan ji hevaltîyan) xwe venabin

Verse 2 — Surah Al-Bayyinah 98:2

Ewa (berata) qasidekî wusane ji alîyê Yezdan da hatîye şandinê, ku ji bona wan ra rûpelên paqij bi xûne

Verse 3 — Surah Al-Bayyinah 98:3

Di wan (rûpelan da) nivîsanê (biryarê) wusa hene, mafan bi rastî vedikin

Verse 4 — Surah Al-Bayyinah 98:4

Ewane xweyê pirtûk hene! ji piştî, ku ji bona wan ra berata huzwartî hatîye, paşê dutîretî di nava xwe da çêkirine

Verse 5 — Surah Al-Bayyinah 98:5

Ewan (xweyê pirtûkan) bi tenê (ji alîyê qasid da) hey aha hatibûnê ferman kirinê; ku xurî ji bona Yezdan ra perestî bikin, loma ola rast hey ji bona (Yezdan ra) heye û nimejê bikin û baca malê xwe bidin û ola mafe rast şixwa eva ye

Verse 6 — Surah Al-Bayyinah 98:6

Bi rastî ewanê xwedîyê pirtûkne, ku bûne file û ewanê hevrî çêker hene!Ewanê di agirê dojê da her bimînin. Sikne heyîne reşayîyê evan in

Verse 7 — Surah Al-Bayyinah 98:7

Ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Qenctirne heyîna reşayîyê evan in

Verse 8 — Surah Al-Bayyinah 98:8

Xelata wan li bal Xuda yê wan behişta xarinane;(Behiştake wusane) ku di binê (darê wêda) çemê (avê) dikişin. Ewanê di wê (behiştê da) her bimînin. Yezdan bi wan qayîl e û ewan jî (ji dana Yezdan) qayîl in. Ewê, ku ji Xuda yê xwe ditirsîya ye (bê gotina wî ne kiriye) heye! Eva xelata ji bona wî ra ne