Verse 1 — Surah Az-Zalzalah 99:1
Gava zemîn bi heja (zor) hejya
Verse 2 — Surah Az-Zalzalah 99:2
Û (gava) zemîn (ji hundurê xwe kanî û gewherê xweyên) giran derxistine (derva)
Verse 3 — Surah Az-Zalzalah 99:3
(gava) meriv (aha) di bêje, "Ji bona (zemîn ra)çi bûye (ku aha diheje)
Verse 4 — Surah Az-Zalzalah 99:4
Di vê rojê da (zemîn) ji hemî (bûyerên, ku li ser hatine kirinê) di peyîve
Verse 5 — Surah Az-Zalzalah 99:5
Loma bi rastî Xuda yê te li bal (zemîn da) niqandibû, (ku hemû bûyeran bêje)
Verse 6 — Surah Az-Zalzalah 99:6
Di wê rojê da, meriv deste deste (ji qorê xwe) derdikevin, ji bo ku kirine xwe bi bînin
Verse 7 — Surah Az-Zalzalah 99:7
Îdî kîjanî wekî çirûskekî qenccîyek kiribe, wê ewê hey (hemberya wê qencîya xwe) bibîne
Verse 8 — Surah Az-Zalzalah 99:8
Û kîjanî jî wekî çiruskekî sikatîyek kiribe; wê ewê hey (hemberya wê sikatîya xwe) bibîne