Verse 1 — Surah Hud 11:1
R. (Hey Yezdan bi arsa van tipan dizane). Eva pirtuka hane (pirtukeke wusa ne) ku ji bal Yezdane bijejkeyi agahdar da, beraten we hatine hez kirin, pase hatine vekirine
Verse 2 — Surah Hud 11:2
Ji bo ku hun hey perestiya Yezdan bi tene bikin. Bi rasti ez ji bal wi da ji bona we ra bi tirsdanok u mixginvan (hatime sandine)
Verse 3 — Surah Hud 11:3
U (ji bo ku hun) baxisana xwe ji Xudaye xwe bixwezin. U pase, ku hun ji kirine xwe posman bibin li bal Xudaye xwe da, bizivirin; ku Xuda ji heya wi dane navdai we bi qence jinan, bide jinandine u ewa ji bona hemusk rumetdaran ji rumeta xwe, wan rumetdar bike. U heke hun (ji van siret u gotinan) ru bifetilinin, idi (hun bizanin!) bi rasti ez ji we sapata roya mezin, ku bi ser we da were, ditirsim
Verse 4 — Surah Hud 11:4
Hey suna hewa we ye (ku hune li bal da) bizivirin; ewa li bal Yezdan e. U ewa bi xweber ji li ser hemu tistan bi hez e
Verse 5 — Surah Hud 11:5
Hun hisyar bin! Bi rasti ewan (filan) ji bona, ku ji xwendina (Qur’an u ji gotine (Muhemmed) xwe veserin; singe xwe duta dikirin (ji rastiyi vedisartin). Hisyar bin! Di gava (ku ewana ji bona razane) xwe di nava kincen xwe da dipecin u vediserin ji, Yezdan disa bi wan tisten, ku ewan vediserin u vedikin u diyar dikin, dizane. Bi rasti Yezdan bi tista di singa da vesarti dizane
Verse 6 — Surah Hud 11:6
U ciqa rewar di zemin da hene! roziya wan hemuskan hey Yezdan dide u ewa bi suna wan rewaran, di gava (dibine beden) di suna xwe da diewirin u ji suna xwe derdikebin (be beden diminin) dicin, dizane. (Ya ji bi suna wane cihani u bi suna wan e, ku hej di tove xwe da nin dizane). Evan buyeran hemusk ji di nivisareke (hijmari) u daveger da nin
Verse 7 — Surah Hud 11:7
Ewe, ku ezman u zemin di ses (ewirendani da) afirandiye heye! Ewa Yezdan e (gava Yezdan, evan diafirandin) hej heza wi ye arsi (mana) li ser ave bu (Yezdan eva gerduna bi vi awayi afirandiye) ji bo ku, we biceribine; ka kijane ji we kiryaren qenc dike. (Ji pisti van beratan ji) heke tu (ji wan ra aha) beji: "Bi sond! Hune ji pisti mirine (rabin ji bona xelat u celatdane) bi civandin bene sandine". We ewane fiLe (aha ji bona te ra) bejin: "Evan (gotin u siretan ji pestire anceke huzwarti, qe tu tist ninin.”)
Verse 8 — Surah Hud 11:8
U heke em sapate heya daneki hijmari ji wan bidine para da (ewan bune fiLe hene! We aha) bejin: "Ka, ewa sapata (ji me ra dihat) ci hatina we daye para da?" Hun hisyar bin! Di roya, ku sapat ji wan ra were, ewan nikarin ewe sapate ji xwe bidine para da. Ewa sapata ku ewan bi hatina we tinaz dikirin (haya wan qe tune ye) ewan hildane nava xwe da ji
Verse 9 — Surah Hud 11:9
U heke em ji bal xwe da bi meriva dilovaniyeki ji xwe bidine tam kirin (ewa bi we sa dibin) pase heke em ewe dilovaniye ji wi rakin derxin, ewa (meriva ji dilovaniya me) bi muruzi be hevi dibe. Bi rasti (ewa qenciyen me yen bere, ku me bi wi kirine) birva dike
Verse 10 — Surah Hud 11:10
U heke em ji pisti wan kul u derden bi meriva girtine; qenc u xwesiyek bidine tamkirine, ewa (aha) dibeje: "Bi rasti idi sikati nexwesi ji min cuye.” (Ewan tengaiyen hej bere da bi wi da hatine, birva dike). Bi rasti ewa (meriv) dilsa u qure ye
Verse 11 — Surah Hud 11:11
Ji pestire wan meriven, (li ser wan herduk temtelan da ji) hew kirine u kare asti kirine. Ji bona van meriven (bi van salixen qenc hatine salixkirine) baxisandin u kiryeke mezin heye
Verse 12 — Surah Hud 11:12
Ji ber, ku ewan (aha) dibejin: "Goti li ser wi da (pexember), xezine bihatina hinartine, ya ji bi wi ra firiste hatibunan (ku me bi wi bawer bikira)? Idi ji bona van gotinan wusa singe te teng dibe, nezik dibe, ku tu hineki ji wan biryaren li bal te da hatine hinartine ji (merivan ra nebeji) dest ji wan berdi. (Muhemmed! Hisyar be) tu hey hisyarvan u gotikari. Yezdan li ser hemusk tistan serkar e
Verse 13 — Surah Hud 11:13
Qey ewan (aha) dibejin: "(Muhemmed eva Qur’ana li bal xwe da) aloze kiriye (ku tu ji ji wan bihers dibi?" Muhemmed! Tu ji wan ra aha) beje: "Heke hun di doza xwe da rast in, ji pestire Yezdan heza we digiheje ci, hun gazi wan ji bikin, hun ji deh ferkeren weki (we Qur’ane) aloze bikin, binin
Verse 14 — Surah Hud 11:14
Idi (geli filan!) heke ewan tisten, ku hun (bi wan bawer in) bi pisyari (arikarya we nekirin) hun bizanin. ku bi rasti (ewa Qur’ana) bi zanina Yezdan hatiye hinartine u ji pestire wi ji (tu tisti babete perestiye) tune ye. Idi gelo hune teslim bibin
Verse 15 — Surah Hud 11:15
Kese jin u xemla cihane bive, eme ji bona wan ra (di cihane da be kemasi) kirya wan bidine wan, ewan di cihane da ji qe tu kemasi nabinin
Verse 16 — Surah Hud 11:16
Evane ku bi van salixan hatine salixkirine hene! Ji bona wan ra di para da hey agir heye. Ewan peseyen wan e, ku ewan kirine, di para da hemusk sewitine u ewan kirine wan hemusk puc bune
Verse 17 — Surah Hud 11:17
(Qe evane, ku bi van salixan hatine salixdane) weki wane, ku ji Xudaye wan ji wan ra reya diyari hatibe u ji Xudaye wan (beraten ji Qur’ane) bi sahidi (ji bona reya rast) ji wan ra be xundine u hej di berya (Qur’ane da ji) pirtuka Musa (Tewrat) ku pesrevan u dilovin buye (eva reya rast daye hezkirine) weki hev dibin? Evane bi van (salixen) rast hatine salixkirine he- ne! Ewan bi Qur’ane bawer dikin. U kijan part bi Qur’ane bibe fiLe, bi rasti suna wi agir e, idi bira ji bona te ra di mafe Qur’ane da qe tu dudili ce nebe. Bi rasti ewa Qur’ana ji Xudaye te bi mafi (hatiye). Le piren ji kesan (bi Qur’ane) bawer nakin
Verse 18 — Surah Hud 11:18
Gelo ji wane, ku bi vir derewan li ser (nave) Yezdan dikin, cewrkartir hene? Evanan di hembere Xudaye xwe da tene raberkirine; sahid ji bona wan ra (aha) dibejin: "Ewane, ku li ser nave Xudaye xwe vir dikirin ev in". Hun hisyar bin! Bi rasti deherandina Yezdan li ser cewrkaran e
Verse 19 — Surah Hud 11:19
Ewan (cewrkaran) wusa nin, reya Yezdan (li ber kesan) dibirin u diven, ku ewe xar bikin. Sixwa ewan bi xweber ji (bi jina) dane para da bawer nakin
Verse 20 — Surah Hud 11:20
Evane bi van (salixan hene!) ewanan (gava Yezdan ji bona wan ra di ve cihane da sapate bide) nikarin ewi bezar bikin, ku ewa ji bona wan ra di zemin da sapate nede. Ji bona wan ra sapat te car carkirine. Ewan nikaribune, ku rastiye bibehen u nikaribune, ku rastiye bibinin ji
Verse 21 — Surah Hud 11:21
Evanan in, ku ji bona xwe ra ziyan kirine. U ewan tisten, ku ewan goman dikirin we ji bona wan ra (di para da mehderya wan bikin) bi xweber wunda bune
Verse 22 — Surah Hud 11:22
Qe tistek nabe! Bi rasti di parada ji ewan bi xweber pir ziyan kirine
Verse 23 — Surah Hud 11:23
Bi rasti ewane, ku bawer kirine u kare asti kirine u bi dilgermi li bal Xudaye xwe da bi peresti fetiline, ewanan. hevriyen bihiste ne, ewan di bihiste da heymanok in
Verse 24 — Surah Hud 11:24
Hecwekiya van her du destan; weki (van her du desten hanenan in): Yek ji wan kor u ker be (desta mayi ji) bibine u bibehe, qe temtela her du destan bi hecweki weki hev dibin? Idi gelo qe hun (ji bona temtela van her du destan) naponijin
Verse 25 — Surah Hud 11:25
Bi sond! Me Nuh li bal komale wi da sandiye (ji bo ku ewa ji bona wi komale xwe ra aha beje): "Bi rasti (gele) min! Ez ji bona we ra bi pexemberi li bal we da hatime, ku bi diyari tirsa (ji sapatan bidim ji bo ku hun gonehan nekin)
Verse 26 — Surah Hud 11:26
Hun hey ji bona Yezdane bi tene ra peresti bikin. Bi rasti ez ditirsim (heke hun bawer nekin) sapata ro ya dilsoz bi we da were
Verse 27 — Surah Hud 11:27
Idi (ji pisti van sireten Nuh) ewe desta fileyen pesrewane ji komale wi (aha) gotine: "Em te dibinin, ku tu ji keseki weki me yi. U ewan di cara yekem da, bune peyrewe te hene! Em dibinin, ku ewan riswayen me ne u em ji bona we ra tu rumeteki ji li ser xwe nabinin, hej (ji van ji pirtir) em goman dikin, ku hun derewan dikin (ka eme ca bi te bawer bikin)
Verse 28 — Surah Hud 11:28
(Nuh di bersiva wan da aha) gotiye: "Gele min! (ka ji min ra bejin) heke ji Xudaye min reyen xuyayi u biryaren rast li bal min da hatibin u Xudaye min li bal xwe da bi dilovani (pexemberi) dabe min, ewan (biryar u dilovani) ji we hatibin vesartine (hun ji bi wan bawer nekin) hene! Qey gava hun bi wan (bawer nekin) eme bi zor bi we bidine bawer kirine
Verse 29 — Surah Hud 11:29
Gele min! Ez ji bona (ve pexemberiya xwe ji) qe tu maleki ji we naxwezim, kirya min hey li ser Yezdan e (ji bona ku hun ewan naven) ez nikarim ewane ku bawer kiribin, bixme der. Bi rasti ewane bigehejne Xudaye xwe (ewane fereste bin. eze ca ewan derxime derva?) U Le bi rasti ez dibinim, ku hun komaleki (wusa nin) xwe davejine nezaniye
Verse 30 — Surah Hud 11:30
U gele min! Idi qe hun naponijin heke ez ewan (bawergeran li bal xwe) derxime derva (gava sapata Yezdan ji bona tula wan bi min da were) gelo ki dikare arikariya min bike (ewe sapate ji min bide para da)
Verse 31 — Surah Hud 11:31
(Gele min!) Ez ji bona we ra nabejim: "Xezine Yezdan li bal min hene (werin, eze ji bona we ra bidim). Bi rasti ez ji tisten ne ber cavi ji nizanim." U ez nabejim: "Ku bi rasti ez firisteme;" U ez ji bona wane, ku hun ewan picuk dibinin, aha ji nabejim: "Bi rasti Yezdan ji bona wan ra qe tu qenci nade." Yezdan bi tista di dile wan da cetir dizane. Bi rasti gava, ku ez evane (bori bejim) di we gave da ez dibime ji wane cewrkar
Verse 32 — Surah Hud 11:32
Ewan (komale pesrewan ji bona wi ra aha) gotine: "Nuh bi sond! Te bi me ra tekosin kir u tu di tekosina bi me ra ji pir pes va cuyi. Heke tu di doza xwe da rasti, ka idi ewan sapaten, ku tu me bi wan ditirsini, ji bona me ra bine
Verse 33 — Surah Hud 11:33
(Nuh aha) gotiye: "Bi rasti heke Yezdan bive we ewe hey ewe sapate ji bona we ra bine u hun bi xweber ji nikarin ewi sapatdane bidine bezarkirine, ku sapate nede we
Verse 34 — Surah Hud 11:34
Heke Yezdan tesqeledana we bive, qe sireten min ji bona we ra bi ker naye. Ewa Xudaye we ye, hune hey li bal wi da bizivirin
Verse 35 — Surah Hud 11:35
Qey ewan (ji bona te ra Muhemmed! aha) dibejin: "Eva, (serdaborya Nuh, Muhemmed) li bal xwe da bi vir aloze kiriye ji bona me ra bivan, siretan dike." Tu ji bona wan ra (aha) beje: "Heke min ewan ji ber xwe da aloze kirine, idi sikatiya min li ser min e u ez bi xweber ji ji wan sikatiyen, ku hun dikin, be gur u be goman im
Verse 36 — Surah Hud 11:36
U li bal Nuh da hatiye niqandine: "Bi rasti ji temtela wan (hatiye zanine) ku ji pestire wane bawer kirine, idi ji komale te qe tu kes bawer nakin, idi ji bona wan tisten, ku ewan dikin qe tu kovane nekisine
Verse 37 — Surah Hud 11:37
U (Nuh!) tu keleke bi (didevani u bi niqandina me ce bike u tu ji bona wane ku cewr kirine, ji min lava neke (ji bo ku ez ewan cewrkaran ji tesqele fereste bikin). Bi rasti ewane ave da bifetisin
Verse 38 — Surah Hud 11:38
U (Nuh) kelek ce dikir, ciqa pesrewaneki ji komale wi li bal wi da di borya ewi komali bi Nuh, ji bona keleke tinaz kiribune. (Nuh ji bona wan ra aha) gotibuye: "Heke hun bi me (ji bona ve keleke) tinazan dikin, idi eme ji (di gava hatina sapate da) ca hun (bi me) tinazan dikin, wusa bi we tinazan bikin
Verse 39 — Surah Hud 11:39
Idi hune di nezik da bizanin; ka sapata riswabune ji bona ke ra te u ka sapata her heyi li ser kijana da dikebe
Verse 40 — Surah Hud 11:40
Di gava fermana me bi tesqeledana wan hatiye u tendure ji (stila keleke kelandiye, ya ji di jora ciyan da lehiya ave ser wan da herikiye) av herikandiye; me ji bona (Nuh ra aha) gotiye: "Nuh! Tu ji her zoyeki (ji ner u meyan) duduyan u bi maliyen xwe va ji, ji pestire wan maliyen tene, ku peymana me bi tesqeledana wan boriye,u ewane bawer kirine ji hilde keleke." Sixwa bi Nuh hindikan bawer kiribune
Verse 41 — Surah Hud 11:41
Nuh (ji bona koma xwe ra aha) gotiye: "(Koma min!) hun di hemu kisandin u sandina keleke da bi neve Yezdan li keleke siyar bin. Bi rasti Xudaye min baxisgere dilovi ne (qe ne tirsin)
Verse 42 — Surah Hud 11:42
Kelek bi wan va di nava wan pele ave ne, ku weki ciyan dihatin; dikisiya dicu. Nuh (ji bona wi kure xwe ye) ku dest je hatibu berdane (di nava komal da mabuye, aha) gazi kiriye: "Kure min! Tu ji bi me ra li keleke siyar be u tu bi filan ra nemini
Verse 43 — Surah Hud 11:43
Kure wi (di bersiva wi da aha) gotiye: "Di nezik da eze xwe bavejime ciyaki, ewa ciyaye we min ji ave biparisine." (Nuh ji ji bona wi ra aha) gotiye: “Di iro da ji pestire wane, ku Yezdan li wan dilovani kiriye, qe tu kes ji sapata Yezdan naye parisandine." (Bi vi awayi idi) Pele ave kete nava wan da (kuruk ji) buye ji wane di ave da fetisi
Verse 44 — Surah Hud 11:44
U ji bona zemin u ezmanan ra (aha hatiye) gotine: "Zemin! Tu ava xwe biqurcine u ezman! Tu ji ava xwe rake." Idi av mirciqi u fermana (Yezdan ji hate suna xwe u kelek ji gihijte li ser (ciya) e Cudi maye. (Pase aha hatiye) gotine: "Dur (dilovaniya Yezdan) ji bona wi komale cewrkar e
Verse 45 — Surah Hud 11:45
Nuh (aha bi lavayi) gazi Xudaye xwe kiriye u gotiye: "Xudaye min! Bi rasti peymana te ye, ku te (bi ferestiya maliyen min dabu) bi mafi rast e (ka ca dibe?) kure min ji ji maliyen min bu. U tu bi xweber ji (bi dadvani) berewantire berewanan i
Verse 46 — Surah Hud 11:46
Yezdan (ji bona wi ra aha) gotiye: "Bi rasi ewa (kurika) ji maliyen te nine, bi rasti (xuye wi) ji kare asti nebu. Idi tista, ku zanina te pe tune be, tu ji min nepirse. Bi rasti ez sireta li te dikim ji bona, ku tu nebi ji nezana
Verse 47 — Surah Hud 11:47
Nuh (bi lavayi aha) gotiye: "Xudaye min! Ji bona wan tisten, ku ez pe nizanim ji te ji dipirsim, xwe davejime ber bexte te. Naxwe, heke tu ji bona min ra baxisandin u diloviniye neki, bi rasti eze bibime ji wane ziyan kirine
Verse 48 — Surah Hud 11:48
(Ji pisti van gotin u lava kirina, ji bona Nuh ra aha hatiye) gotine: "Nuh! Parisvani u pirozaya me li ser te u li ser wan komen bi te ra ye. Tu idi berjer be (ji keleke derkebe). U hinek kom hene! (ewan komen wusa nin); eme ewan heya (hinek dana) bi jineke xwesi bidine jinandine, Le pase we ewane sapateke dilsoz ji me bigirin.”
Verse 49 — Surah Hud 11:49
(Muhemmed!) Evan buyeren hanenan, ji wan buyeren ne xuya ne, em ewan li bal te da diniqinin. Di berya naha da, ne te u ne ji komale te bi wan buyeran, nizanbun. Idi (Muhemmed! Tu li ser wan gotegote wan) hew bike. Bi rasti (servahatina) para da, hey ji bona xudaparizan e
Verse 50 — Surah Hud 11:50
U me li bal komale Ad da biraye wan e Hud (bi pexemberi) sandiye. (Hud ji bona wan ra aha) gotiye: "Gele min! hun ji bona Yezdan ra peresti bikin, loma ji bona we ra ji pestire wi tu xuda tune ye. Hun (evan putan ji bona wi ra dixine hevri, hun bi van kirine xwe) hey viran dikin
Verse 51 — Surah Hud 11:51
Gele min! Ez ji bona van (sireten xwe) qe tu kire ji we naxwezim. Bi rasti ewe ku ez afirandime heye! Kirya min hey li ser wi ye. Idi qe hun his hilnadin
Verse 52 — Surah Hud 11:52
U gele min! Hun ji Xudaye xwe baxisandina xwe (ji gonehan) bixwezin u pase hun li bal Yezdan da bifetilin, ji bo ku ewa ji ezmanan li ser we da barane bibarine u ji bona, ku ewa bi hezi, heza we pir bike (candiniye we piroz bike) u hun bi nusitemi para da (ji baweriya xwe) nefetilin
Verse 53 — Surah Hud 11:53
Ewi (komale Hud, ji bona Hud ra aha) gotine: "Hud! Te ji bona me ra tu beraten xuyayi ne aniye (heya ku em ji bi te bawer bikin). Em ji bona gotine te dest ji xudayen xwe bernadin u em bi te ji bawer nakin
Verse 54 — Surah Hud 11:54
Em hey (ji bona te ra aha) dihejin: "Ji ber ku te (dijminiya hinek xudayen me kiriye) ewan xudayen me xenime te bune (tu tepa xistine, idi tu evan tistan ji ber xwe dibeji." Hud di bersiva wan da aha) gotiye: "Bi rasti ez Yezdan dixime sahide xwe u hun ji sahid bin, ku bi rasti ez ji wan tisten ku hun ji bona Yezdan ra dixine hevri be goman im
Verse 55 — Surah Hud 11:55
“Ji pestire Yezdan, idi hun hemusk ji ji bona min ra defikan bi xaxi daynin, pase qe li min meze nekin.”
Verse 56 — Surah Hud 11:56
Bi rasti min xwe hispartiye Yezdan, ewa Xudaye min e u Xudaye we ye ji. Ciqa rewar hene! Yezdan bi tuncika wan hemuskan girtiye (Ewan weki gotina xwe digihine). Bi rasti Xudaye min li ser reya rast e (dadvan e)
Verse 57 — Surah Hud 11:57
Heke hun (ji baweriye) para da herin, idi hun (bi zanin)! Ku bi rasti min ji bona we ra ewan (biryaren ku Yezdan) ez bi wan (biryaran) li bal we da (bi pexemberi) sandime, bi gihandi gotiye. U Xudaye min dikare (we tesqele bike) di suna we da ji komaleki mayi bixe sunmaye. U qe hun nikarin bi tu tisti ziyana wi bikin ji. Bi rasti Xudaye min li ser hemu tistan parisvan e
Verse 58 — Surah Hud 11:58
U di gava fermana me (bi tesqeledana wan) hatiye; me Hud u ewane bi Hud bawer kirine, bi dilovaniya xwe fereste kiriye. Bi rasti me ewan ji sapateke stur fereste kiriye
Verse 59 — Surah Hud 11:59
U evane (bi van salixan hatine salixkirine) hene! Ewan komale bi nav Ad in. Ewan bi beraten Xudaye xwe bi hinckari bawer ne kirine u ewan bune peyrewe fermanen hemusk seroken zoren hinckar
Verse 60 — Surah Hud 11:60
Di ve cihane da u di roya rabuna hemu da ji, deherandina (Yezdan) buye peyrewe wan. (Hun hisyar bin!) Bi rasti (komale) Ad filetiya Xudaye xwe kirine. (Hun hisyar bin!) Bi rasti dur (dilovaniya Yezdan) ji bona komale (bi nav) Ad ra ne,ewan ji ji komale Hud in
Verse 61 — Surah Hud 11:61
U (me li bal komale bi nav) Semud ra, biraye wan e Salih! (bi pexemberi sandiye; Salih ji bona wan ra aha) gotiye: "Gele min! Hun ji bona Yezdan ra peresti bikin, ji bona we ra ji pestire wi (Yezdane, ku babete ji bona perestiye) qe tu perestvan tune ye. Ewi hun ji zemin afirandine u hun di zemin da dane jinandine. Idi hun baxisandina xwe hey ji wi bixwazin u hune li bal wi da para da bizivirin. Bi rasti Xudaye min nezik e: bersiva (daxwazan) dide
Verse 62 — Surah Hud 11:62
(Ewi komali ji bona Salih ra aha) gotine: "Salih! Bi rasti di berya naha da tu di nava me da (meriveki pesrewan bu i); Ji te hevi dihatine kirine. Tu ca me ji perestiya wan (tisten) ku bav u kalen me ji wan ra peresti dikirin, didi para da? Bi rasti em bi xweber ji bi dudili ji perestiya wi tista ku tu me li bal (perestiya wi da) gazi diki di sike da nin
Verse 63 — Surah Hud 11:63
(Salih ji bona komale xwe ra aha) gotiye: "Gele min! (ka hun ci dibejin!) Heke bi rasti ez bi beraten ji Xudaye xwe (li bal we da bi pexemberi hatibime sandine) u Xudaye min bi dilovaniya ji xwe (pexemberi) ji min ra dabe (bi vi ra ji ez rabim) be gotina wi bikim, idi gelo ki dikare (heke ewa ji min ra sapate bide) ewe sapata wi ji min bide para da? Idi (gele min! “Hun bi van gotine xwe) hey ji min ra kovanan pir dikin
Verse 64 — Surah Hud 11:64
U gele min! Eva deva Yezdan e han e heye! Ewa ji bona we ra beratek e. Idi hun dest ji we berdin. Ji bo ku ewa (deva) di zemine Yezdan da (bi azadi) bicere. Ji bo ku bi we da sapateke nezik neye, hun bi sikati dest nedine (we deve)
Verse 65 — Surah Hud 11:65
(Ji pisti van siretan, ewan disa) ewa (deva) bi jekirin, wergerandin. Idi (Salih ji wan ra aha) gotiye: "Hun di xaniyen xwe da heya se royan ji bi sahi bijin (hune pase deriz bibin). Eva (derizbuna we) peymaneke wusa (rast e) qe naye derewderandine
Verse 66 — Surah Hud 11:66
Idi gava fermana me (bi sapatdana) wan hatiye; me Salih u ewane, ku bi wi bawer kiribune (ji sapat) u ji riswabuna di we roye da bi dilovanike ji xwe fereste kiriye, Bi rasti Xudaye te zexme servahati ye
Verse 67 — Surah Hud 11:67
Ewane cewrkar hene! (gava) Denge (sapate bi tirsdayi) bi wan girtiye, idi ewan di xaniyen xwe da li ser cokan (be can) mane
Verse 68 — Surah Hud 11:68
(Suna wan wusa deriz bibu) Te digo qey di suna wan da avayi tune bune. Hun hisyar bin! Bi rasti komale (bi nav) Semud, filetiya Xuda ye xwe kirine.Hun hisyar bin! Duri (ji dilovaniya Yezdan) ji bona komale (bi nav) Semud ra ne
Verse 69 — Surah Hud 11:69
U bi sond! (firisteyen meyen) sai ji bona mizginiye hatine bal Ibrahim. (Ewan firistan ji bona Ibrahim ra aha) gotine: "Selam." (Ibrahim ji di bersiva wan da aha) gotiye: “Selam.” (Jin) idi ibrahim qe ne hewya heya ji bona wan (firisten sai ra) golikeke qelew e, qelandi ani
Verse 70 — Surah Hud 11:70
Gava Ibrahim dit; ku ewan (saiyan ji bona xwarine) deste xwe direji li bal (we golika qelandi) nakin, idi (Ibrahim) ji wan (saiyan) veciniqi, ji tirsa ji wan (saiyan) siliki. Ewan (saiyan, gava temtela Ibrahim ditine; ji bona wi ra aha) gotine: "Ibrahim! Tu ji me netirse; bi rasti em li bal komale Lut da hatine sandine
Verse 71 — Surah Hud 11:71
Jina (Ibrahim) li piya (di xebata wan da, gava evan mijulyan bihist) bi wan keniya, idi me ji (di cara yekem da ewa jinika) bi lshaq u di pey lshaq da ji bi Yaqub daye mizgindane
Verse 72 — Surah Hud 11:72
(Jinika Ibrahim aha) gotiye: "Xweli li minbe! Ez jineke pir im, eva mere, min e: kalek e. Eze ca zaran binim? Bi rasti eva tisteki sodret e
Verse 73 — Surah Hud 11:73
Ewan (firisten sai ji bona we jinike ra aha) gotine: "Maliyen (Ibrahim!) dilovani u pirozaya Yezdan li ser we ye, bi vi ra ji hej hun ji fermana Yezdan sodret diminin? Bi rasti ewa pesinvane comerd e
Verse 74 — Surah Hud 11:74
Idi gava ji (Ibrahim tirs cuye u mizginiya (zaran ji Ibrahim ra) hatiye (ji bona, ku sapate li ser komale Lut rake, bi saiyen) me ra tekosin kiriye
Verse 75 — Surah Hud 11:75
Bi rasti Ibrahim yeki xuy nerme, pir lavakare xwe hispare (Yezdan e)
Verse 76 — Surah Hud 11:76
(Saiyan ji bona Ibrahim ra aha) gotine: "Ibrahim! Tu dest ji ve tekosine berde. Bi sond! Fermana Xudaye te (bi sapatdana) wan hatiye u bi rasti ewa sapata, ku para dayina we qe ce nabe, we ji wan ra were
Verse 77 — Surah Hud 11:77
U di gava (firisten) meyen sai hatine bal Lut, Lut (bi hatina wan) bi kovani mat maye u (tirsiya ye) ku komale wi (ewan saiyan ji) bihetikinin. (Lut bi xweber ji xwe ra aha) gotiye: "Eva royeke dijwar e
Verse 78 — Surah Hud 11:78
(U di gava komale Lut, hatina wan firisten sai bihistine) bi lez hatine bal (Lut) hej di bere da ewan (komale Lut) tisten sikati dikiribune. (Lut ji bona wan ra aha) got: "Gele min! Idi hun ji Yezdan bitirsin, ji bona hetka mevane min, min li bal wan riswa nekin (rumeta min bigirin) evan kecen mine hanenan (bi jinani) ji bona we ra (ji van mevanan) paqijtirin. Di nava we da qe mereki xwezane tune ye
Verse 79 — Surah Hud 11:79
(Komale Lut di bersiva wi da aha) gotine: "Bi sond! Tu dizan, ku ji bona me ra di kecen te da tu mafe (hewasi) tune ye. U bi sond! Tu dizani ka em ci dixwazin ji.”
Verse 80 — Surah Hud 11:80
(Lut ji wan ra aha) gotiye: "Xwezika ji bona min ra hezeke (parisvan) hebuya! Ya ji (komaleki di dizeke zor parisvan ji bona min ra) hebuya (weye bidita!).”
Verse 81 — Surah Hud 11:81
(Ewan firisten sai aha) gotine: "Lut! (qe tu netirse) Bi rasti em saiyen Xudaye te ne, bi sond! (deste wan) Nagiheje te, idi tu bi maliyen xwe va di daneki seve da (ji gunde xwe) derkebin ji pestire jina te. Bira tu kes para da nemine (li para xwe meze nekin). Bi rasti sapata bi wan da hati, we (bi jina te da ji) were. Dane (hatina sapate) sibeh e; qey sibeh nezik nine
Verse 82 — Surah Hud 11:82
Idi gava fermana me (bi sapatdana wan) hatiye, me ewan bi serobini (zer u zeber) kirin u me li ser wan da keviren ji herya bi hev zeliqi barand (ya ji me li ser wan da rewaren ji herya keviren bi hev girti barandiye, ewan hemusk bi wan rewaran nexwes ketin mirin)
Verse 83 — Surah Hud 11:83
(Evan heriyen bivan salixan) li bal Xudaye te berate ne (binav in). Ewa (sapata bivi awayi) dure cewrkaran nine
Verse 84 — Surah Hud 11:84
U me (li bal welaten) Medyene da biraye wan e (bi nav) Su’eyb (bi pexemberi sandiye. Su’eyb ji bona wan ra aha) gotiye: "Gele min! Hun ji Yezdan ra peresti bikin; ji bona we ra ji pestire wi qe tu perestvan tune ye. U hun pivan u kesan kem nekin, bi rasti ez we berxudar u dewlemend dibinim. Bi rasti (heke hun dest ji van xaxan bernedin) ez ditirsim, ku bi ser we da sapata we roya, ku sapata we hemuti ye, were
Verse 85 — Surah Hud 11:85
“U gele min! Hun bi dadvani: pivan u kesane (xwe) pek binin, hun ziyana merivan, di tiste wan da nekin u hun ji bona tekilkirine di zemin da tevdani nekin.”
Verse 86 — Surah Hud 11:86
“Heke hun bi rasti bawer dikin, ewan histine Yezdan (ji kara; ku ji kirin u firotine dimine) ji bona we ra cetir e. Bi rasti es bi xweber ji bi parisvani li ser we cavner ninim.”
Verse 87 — Surah Hud 11:87
(Komale Su’eyb bi bersivi aha) gotine: "Su’eyb! Qey nimeja te ye fermana te dike, ku em dest ji perestiya wan tisten bav u kale me ji wan ra peresti dikirin, berdin u sixurandina male xwe weki dilxwastina xwe nekin? Bi rasti (Su’eyb!) tu xuynerme xuzan buyi
Verse 88 — Surah Hud 11:88
(Su’eyb di bersiva wan da aha) gotiye: "Gele min! (ka bejin; ku ez li we meze bikim) hun dibinin, heke (ji Xudaye min ji bona min ra berateke xuyayi hatibe) ez bi xweber ji li ser we berate bim u Xudaye min ji bal xwe, dilik (roziyen) xwes dabine min (hun ji van dexesi bikin, bawer nekin) ka ez idi ci dikarim bikim? Bi rasti min nave, ku ez ewan tisten ji we ra dibejim, nekin, ez bi xweber ji ewan tistan bikim. Ez hey weki heza xwe dikarim asti bikim u miraz bexsiya min hey bi Yezdan e, min xwe hey hispartiye wi. U ez hey ji wi dilxwaziyan dixwazim
Verse 89 — Surah Hud 11:89
“U gele min! (wusa bikin) bira ewa hemberi hatina we bi min ra nebe sedem ji bona sapatdana we, ca hember hatina komale Nuh, ya ji komale Hud, ya ji komale Salih (buye sedema sapatdana wan). Komale Lut ji we dur nine (ewan biponijin, ka ci hatiye sere wan).”
Verse 90 — Surah Hud 11:90
“U (gele min!) hun ji Xudaye xwe baxisandina xwe bixwazin, pase (ji kirine xwe) li bal (Xudaye) xwe da bizivirin. Bi rasti Xudaye min dilovine hezger e.”
Verse 91 — Surah Hud 11:91
(Ewi komali di bersiva Su’eyb da aha) gotine: “Em bi pire wan tisten, ku tu dibeji pispor ninin u em te di nava xwe da be hez dibinin u heke pismamen te nebuyan, bi rasti meye te bi keviran (bi kusta) u ji bona te bi xweber ji, qe tu servahatin li ser me da tune ye.”
Verse 92 — Surah Hud 11:92
(Su’eyb ji bona wan ra aha) gotiye: "Gele min! Qey pismamen min bi ser we da ji Yezdan, pirtir bi servehatiyen (ku hun heza pismamen min didine ber cave xwe, heza Yezdan ji) davejine pista (gohe xwe)? Bi rasti Xudaye min, ewan tisten ku hun bi wan dizanin (hildaye nava zanina xwe da)
Verse 93 — Surah Hud 11:93
Gele min! (qe tistek nabe!) hun di suna xwe da ci dikarin, ewi bikin, bi rasti eze ji (pese xwe) bikim. Hune bizanin ka ji bona kera sapata riswabuni te u ka kijan derewan dikin. Hun temase bikin, bi rasti ez ji bi we ra temase dikim.”
Verse 94 — Surah Hud 11:94
U di gava fermana me (bi sapatdana wan) hatiye, idi me Su’eyb u ewane ku bi wi ra bawer kirine hene! Bi dilovaniyeke ji xwe (ji we sapate) fereste kir. Ewane cewr kiribune hene! (ewi denge sapate) bi wan girtibu, ewan (di xaniyen) xwe da li ser cokan be can mabune
Verse 95 — Surah Hud 11:95
(Wusa deriz bn) te digo qey ewan qe di wan xaniyan da ne jine. Bi zanin hisyar bin! Ca komale Semud (bi sapatan) dure (dilovaniya Yezdan bune) wusa ji (komale ku li bajare Medyene rudinistin) dure (dilovaniya Yezdan bune)
Verse 96 — Surah Hud 11:96
Bi sond! Me Musa bi beraten bi hezen xuyayi va sandiye
Verse 97 — Surah Hud 11:97
Li bal Fir’ewn u koma wi da, idi ewa (koma wi) bune peyrewe fermanen Fir’ewn u fermane Fir’ewn bi xweber ji xuzan u reber ne bune
Verse 98 — Surah Hud 11:98
Di roya rabuna hemuti da (Fir’ewn) dibe pesrewane koma xwe, idi (Fir’ewn, ewe koma xwe) dibe agir. Ewa suna ku ewan cune, ci qa sike sunan e
Verse 99 — Surah Hud 11:99
Di ve (cihane da) u di roya rabuna hemuti da ji, deherandina (ji dilovaniya Yezdan) buye peyrewe wan. Eva ciqa bexsiseke sik e
Verse 100 — Surah Hud 11:100
(Muhemmed!) Ewa mijuliya serdaborya wan (gundiyen) ku hinek ji wan hej sopa wan heye, hinek ji wan ji qe sopa wan ne maye (deriz bune) heye! Eva buyera ku em ji te ra dipeyivin bi xweber e
Verse 101 — Surah Hud 11:101
U me li wan cewr ne kiriye, le ewan bi xweber li xwe cewr kirine, idi gava fermana Xuda ye te (bi sapatdana wan hatiye) ewan perestvanen, ku ewan ji pestire Yezdan ji wan ra peresti dikirin hene! Qe bi tu tisti ewanan ji sapata Yezdan nedane paradane (parisvaniya wanan ne kirine). Ewan (perestvanen wan) ji bona wan ra hey tesqela wan pir kiriye
Verse 102 — Surah Hud 11:102
Xudaye te gava meriven wan welaten cewrkar bigire, aha digire! Bi rasti girtina Xuda zor dilsoz e
Verse 103 — Surah Hud 11:103
Bi rasti di van serdaboriyen (wan welaten ku hatine tesqelekirine hene!) ji bona wan kesen, ku sapata para da ditirsin, berateyen mezin hene (ji bo ku ewan ji wan beratan his hildin). Eva royeke wusa ne, ku hemu meriv ji bona we dicivin u ewa royeke (ku hemu heyinen ezman u zemin) di we roye da xuya ne
Verse 104 — Surah Hud 11:104
U em ewe (royi) hey ji bona wi dane hijmari para da dihelin
Verse 105 — Surah Hud 11:105
Gava ewa roya hat, be destura Yezdan qe tu kes napeyive. Idi hinek (ji wane civine) be bext in ji reya rast derketine) u hinek ji wan ji bextiyar in
Verse 106 — Surah Hud 11:106
Idi ewane be bext hene! Ewanan di agir da nin, di agir da ji bona wan ra navqutan, qirin heye
Verse 107 — Surah Hud 11:107
Ji pestire heke Xudaye te neve, ku ewan derxe; ewane di agir da heya ezman u zemin hebin we biminin. Bi rasti Xudaye te ci bive ewi be (kemasi) bi cih tine
Verse 108 — Surah Hud 11:108
Le ewane bextiyar hene! ewanan di bihiste da nin, ji pestire heke Xudaye te derxistina wan bive (qe tu kes nikare ewan ji bihiste derxe) heya ezman u zemin hebin (ewane ji di wura da) biminin. (Eva) xelateke be pasi ye
Verse 109 — Surah Hud 11:109
(Muhemmed!) Idi tu di puciya perestiya wan tisten, ku ewan je ra peresti dikin du dil nebe. Ca di bere da bav u kale wan peresti (ji wan putan ra) dikirin evan ji weki wan dikin. U bi rasti eme para wan (ji sapate) be kemasi bidine wan
Verse 110 — Surah Hud 11:110
Bi sond! Me ji bona Musa ra pirtuk (Tewrat) daye, pase (komale wi di biryaren we pirtuke da) ne wekhev bun ce kirin. Heke peymana (sapatdana wane, we para da be dane) ji Xudaye te ne borya, we a di naha da berewaniya nava wan da pek bihata (xelat u celata wane bihata dane). U bi rasti ewan bi xweber ji (di mafe we pirtuke da) hey bi dudili mane
Verse 111 — Surah Hud 11:111
U bi rasti Xudaye te e (xelat u celata) be kemasi bide wan, ewan ci dikin (Xudaye te) bi kirine wan zana u agahdar e
Verse 112 — Surah Hud 11:112
Idi tu ca hati fermankirine wusa rast be, tu ji ewane bi te ra ji (ku ji kirine xwe ye bere para da zivirine) hemusk gava da (dadvani bin). U hun ji re dernekebin, loma hun ci bikin bi rasti (Xuda) dibine
Verse 113 — Surah Hud 11:113
U (Muhemmed!) hun xwe ne hisperen wane ku cewr kirine (bi sedema cewrkirina wan) ku agir bi we ji negire, loma ji pestire Yezdan ji bona we ra tu serkar tune ye. (Heke hun bi gotina wan bikin) pase (ji aliye Yezdan da) arikariya we naye kirine
Verse 114 — Surah Hud 11:114
U (Muhemmed!) tu di her du keleke roya da: (sibeh u evare da) u di seve da ji nezike (roye da) nimej bike. Bi rasti qenci, sikatiyan dibin. Evan (sireten) ji bona wane ku siretan lite dikin, bi rasti biraninek e
Verse 115 — Surah Hud 11:115
(Muhemmed! Tu li ser wan cefadane wan) hew bike, bi rasti Yezdan xelata wane qenciyan dikin wunda nake
Verse 116 — Surah Hud 11:116
Idi heke ewan meriven ku di berya we da borine (hisdar bun) fermana kesan bikirinan, ji bo ku ewan di zemin da tevdani nekin, we ci buya? Ji wan hindiken, ku me ewan fereste kirine, ewan bi tene (fermana kesan bi qenciyan) kirine. U ewane, ku cewr kiribune (qe fermana kesan bi qenciyan ne kirine) ewan sixwa bune peyrewe xwesiya ku teda bune u ewan bi rasti sikati kiribune
Verse 117 — Surah Hud 11:117
Xudaye te gundeki, ku runistiyen wi astikar bin, ewan tu cari bi cewre tesqele nake
Verse 118 — Surah Hud 11:118
(Muhemmed!) Heke Xudaye te biva, we Xudaye te e hemusk kes bixista komeke bi tene, le ewan qe nahewin, hey (di armancan da) ne wekhev dibin
Verse 119 — Surah Hud 11:119
Ji pistire wane, ku Xudaye te li wan dilovani kiriye (ewan di armanca da xistiye komeke bi tene). Sixwa (Yezdan) ewan kesan ji bona (ne wekhevbun u hevcun u belavbune) afirandiye. U peyva Xudaye te pek hatiye; ku we doje ji me cetir u ji kesan hemuti ti ji bike (eva ne wekhevbun; ji bona pesvacuna kesan bi ve neve ye, ji bona ku di cihane da ewa pesvacuna merivan ji bona xwe ra armanc kirine; ne wekhev in, hey xebate dikin ji bo ku ji hev biborin; dizanin u pes e, u maldari, u ne mirin u nav u nisanan ji xwe ra bihelin: Ca Ji dar u ber u taris, rewar, gene wan ji ji bona hebun u jina xwe ra weki meriva dikin, ne wek hev dibin)
Verse 120 — Surah Hud 11:120
Ji bona ku em dile te bidine hewkirine, em ewan hemu serdaboriyen wan pexemberen bori ji bona te ra dixunin (ji bona ku tu ji komale xwe, gava cewr u cefan bibini dile te ji hew bike firske te fire be). Di van da ji bona te ra maf u ji bona bawergeran ji siret u birxistineke mezin heye
Verse 121 — Surah Hud 11:121
(Muhemmed!) Tu ji bona wane ku bawer nakin (aha) beje: "Hun li ser armanca xwe ci dikin bikin, bi rasti em ji weki armanca xwe dikin
Verse 122 — Surah Hud 11:122
U hun heviya (xelat u celatan, ji bona xwe ra bikin) bi rasti em ji hevidarin
Verse 123 — Surah Hud 11:123
U ci ne xuyayen di ezman u zemin da hene! Hemusk ji bona Yezdan ra nin u hemusk buyer hey li bal wi da dizivirin, idi (Muhemmed!) tu hey ji bona wi ra peresti bike u tu hey xwe hispere wi. Bi rasti Xudaye te ji kirine we be goman nine