Verse 1 — Surah An-Nahl 16:1
Fermana Yezdan hat! Idi hun (ji bona hatina fermane) lez nekin. Bi rasti (Yezdan ji gotine wan filan; ku tistan je ra dixne hevri paqij u bilind e)
Verse 2 — Surah An-Nahl 16:2
Yezdan ji bendeyen xwe, ji kijani ra bive, bi fermana xwe firiste (Cibril) bi niqandine va li ser wan bendeyen xwe dihenirine, ji bo (ewan pexemberen bendeyen me, ku merivan hisyar bikin u ji bona wan ra eve gotina min a hane bejin): "Ji pestire min tu tiste babete (perestiye) tune ye, idi hun parisaya min bikin
Verse 3 — Surah An-Nahl 16:3
Ewe ku ezman u zemin bi mafi afirandiye heye! Ewa Yezdan e. Ji wi tiste, ku (ewan filan) je ra dixne hevri (paqij) u bilind e
Verse 4 — Surah An-Nahl 16:4
(Yezdan) meriv ji dilopeke (ava genoki ye) xwe aviti afirandiye. Hema (ewa meriva) pisti (gava afirandina xwe da) buye tekosingereki xwuyayi
Verse 5 — Surah An-Nahl 16:5
U (Yezdan) taris ji afirandiye. Di wan (tarisan da) ji bona we ra tiste germe (pek) tinin hene u pir karen (mayi ji) hene u hun ji hineki (wan tarisan ji) dixun
Verse 6 — Surah An-Nahl 16:6
U (hej) gava (ku hun ewan tarisan) di sibehe da berdidine cere u di evare da ji (hun ewan ji cere) tinin u dadikin, ji bona we ra (xwesi u) rindayi heye
Verse 7 — Surah An-Nahl 16:7
U (ewan tarisan) giraniyen we hildidin dibine bajaren (wusa dur) heya nive cane we derneketa hun nikar bun bigihijtina (wan bajaran). Bi rasti Xudaye we mehrivane dilovin e
Verse 8 — Surah An-Nahl 16:8
Ji bona siyariya we u xisran; (Yezdan) hesp u hestir u ker (afirandiye). U tistin qe hun pe nizanin ewa ewan ji diafirine
Verse 9 — Surah An-Nahl 16:9
Ewe reya xwe (rast dike u bendeyen xwe li bal reya rast da) tine, ewa hey Yezdan e. Le hinek reyen xaromaro hene hinek meriv di wan da dicin. Heke ewi biva, we hun hemusk bianina reya rast
Verse 10 — Surah An-Nahl 16:10
Ewe av ji ezmanan hinartiye, ewa Yezdan e. Di we ave da ji bona we ra vexurin heye, ji we ave (giha u dar u ber ji) ce dibin, hun (tarisen xwe) bi wan dicerinin
Verse 11 — Surah An-Nahl 16:11
Ji bona we ra bi we ave, candini zeytun u xurme u tiri u ji hemusk beran hesin dike. Ji bona komale ramankar ra di van kirinan da beraten (hisdari) hene
Verse 12 — Surah An-Nahl 16:12
(Yezdan) ji bona we ra sev u roj u tav u hiv (di xebata ji bona we ra, di rezeki da) bi sernermi daniye. Sterk ji sixwa di fermana Yezdan da sernerm in. Di van kirinan da ji bona komele hismend ra bi rasti beraten mezin hene
Verse 13 — Surah An-Nahl 16:13
U ewi ciqa candiniyen cure cureye di zemin da hene! (Hemu) ji bona xebitandina we ra (amade kiriye). Ji bona wi komale, ku bira xwe tinin di van da, beraten (heca) hene
Verse 14 — Surah An-Nahl 16:14
Ji bo ku hun ji zeryaye goste nu u sil bixun, ewi zerya di fermana we da amade kiriye, hun ji we zeryaye xemilen ku hun li xwe dikin, derdixin. Tu keleken mezin dibini, ku ewan eve ca diqelesin, dicin! Ji bo ku hun ji rumeta wi ji xwe ra rozinan bixwazin u ji bo hevi heye, ku hun sipaziya bikin ewi evan kirine
Verse 15 — Surah An-Nahl 16:15
Ji bo ku zemin we nehejine ewi li ser zemin da ciyayen mezin rakutane. Ji bo ku hun reya xwe wunda nekin ewi di zemun da cem u ru u re danine
Verse 16 — Surah An-Nahl 16:16
U (Yezdan) beraten mezin ji (di zemin da) rakutane. Sixwa ewan bi siterkan ji tene re
Verse 17 — Surah An-Nahl 16:17
Idi qe ew (Yezdane) ku afirandine dike, weki wan (tokelen) ku afirandine bikin, dibe? Qe hen (bi ponijandin evan) bira xwe naynin
Verse 18 — Surah An-Nahl 16:18
U heke hun (geli merivan!) qenciyen Yezdan yen (ku li ser we kiriye yek bi yek) bihijmerin, hun ewan deste deste ji nikarin bihijmerin. Bi rasti Yezdan baxisgere dilovin e
Verse 19 — Surah An-Nahl 16:19
U hun ci tisti veserin u ya ji eskere bikin, hey Yezdan bi wan dizane
Verse 20 — Surah An-Nahl 16:20
Ewan tisten ku ewan (filan) ji wan ra peresti dikin hene! Ewan qe tu tisti naafirinin, hej ewan bi xweber ji hatine afirandine
Verse 21 — Surah An-Nahl 16:21
Ewan (tokelan) mirine, zindi ninin. Ewan bi dane (rabuna hemuski, ji piste mirine) be agah in
Verse 22 — Surah An-Nahl 16:22
Yezdane ku (hun je ra peresti dikin) heye! Ewa Yezdaneki bi tene ye. Idi ewane ku bi dane para da bawer nakin hene! Dile wan (filan da) ne baweri ci daye, ewan bi xweber ji, ji baweriye, qureti dikin
Verse 23 — Surah An-Nahl 16:23
Qe tu ziyan nake! Bi rasti Yezdan bi wan tisten ku ewan dizi dikin ya ji eskere dikin dizane. Bi rasti (Yezdan) ji wane ku xwe qure dikin hez nake
Verse 24 — Surah An-Nahl 16:24
Gava ji wan te pirsine, "Xudaye we ci hinartiye?" (Ewan bersive didin) u dibjin: "Ciroken bere hinartiye
Verse 25 — Surah An-Nahl 16:25
(Aha bersiv dane) ji bo ku ewan hemi gonehen xwe u hinek ji, ji gonehen wane be zanin ji reya rast derxistine, di roya rabuna hemi da hildin. Hisyar bin! Ciqa bare wan sik e
Verse 26 — Surah An-Nahl 16:26
Bi sond! ewane berya wan da ji endeze kiribun, idi Yezdan ji xime avaye wan ji bin da ani, idi li ser wan da bane avayan hate xare. Di wi cihe ku haja wan pe tune bu, sapat bi wan da hatiye
Verse 27 — Surah An-Nahl 16:27
Pase di roya rabuna hemi da (Yezdan ewan hemuskan) riswa dike u (ji wan ra) dibeje: "Ka ewan hevriyen min ye, ku we (bi bawergeran ra, di mafe wan da) tekosin dikirin,li kedere ne?" Ewan (firistan u pexember u bawergeren) ku ji wan ra ji temtela (filan) zanin hatiye, gotine: "Bi rasti riswabun u sikati di iro da li ser filan e
Verse 28 — Surah An-Nahl 16:28
Ewane ku bi xweber li xwe cewr kirine hene! Gava firiste cane wan disitinin (aha) dibejin: "Me qe tistek ji riswabune nekiriye, idi hemi sikatiyan davejin." (Firisten bersiva wan didin aha) dibejin: "Gotina we nine, bi rasti we ci tista kiriye, Yezdan bi wi rind dizane
Verse 29 — Surah An-Nahl 16:29
“Idi hun di derye doje da bikebine doje, hun di doje da her biminin. Idi (doj) ji bona quran ciqa sike sunan e!”
Verse 30 — Surah An-Nahl 16:30
Ji bona wane (Yezdan) parizi kiribune (aha) te gotine: "Ji bona we ra, Xudaye we ci hinartiye?" (Ewan bawergeran bersiv dene u) gotin "Qenci (hinartiye)." Ji bona wane ku di ve cihane da qenci kirine, qenci hene. Hej xaniye para da (ji bona qecikaran) qenctir e. Bi rasti xaniye xudaparizan ciqa qenc e
Verse 31 — Surah An-Nahl 16:31
Ewa bihista ku di bine dare we da cem dikisin heye! (ewan xudaparizan) dikebine we, ewa bihista tiji u amade ye; ji bona wan ra, ci biven heye. Bi vi awayi Yezdan xudaparizan xelat dike
Verse 32 — Surah An-Nahl 16:32
Ewane xudapariz hene! Gava firiste cane wan distinin, bi paqiji distinin. (Firiste) ji wan ra dibejin: "Selam li ser we bin, bi sedema wan qenciyen we dikiribune bikebine bihiste
Verse 33 — Surah An-Nahl 16:33
(Ewane file hene!) Hey heviya vi dikin: "Gelo we kenge firistan werin (cane wan bistinin) ya ji gelo we kenge fermana Xudaye te ye bi sapatdana wan were." (Ya ji arsa ve berate aha ne: Ewa ji bona rastiya pexemberiya pexemberan, ji pexemberan ra gotine: "Ka ji bona xwe ra firistan ji ezmanan binin; bixne sahide xwe, ku em ji bi we bawer bikin." Idi qey ewan filan heviya hatina firistan, ya ji heviya hatina sapata Xudaye te dikin, ku bawer nakin?") Bi vi awawi ewane di berya wan da borine ji, weki wan kirine. Bi sedema kirine wan (Yezdan ewan tesqele kirine, bi ve kirine) Yezdan li wan cewr ne kiriye, le ewan bi xweber li xwe cewr kirine
Verse 34 — Surah An-Nahl 16:34
Idi sikatiya tista ku ewan kiribune, bi wan da hatiye, tista ewan ku (bi hatina we) tinaz dikiribune, bi ser wan da hatiye, ewan hildane nava xwe da
Verse 35 — Surah An-Nahl 16:35
U ewane ku ji bona (Yezdan ra) hevri ce kirine hene! (Bi tinaz aha) gotine: "Heke Yezdan biva, me u bav u bapiren xwe ji pestire wi, ji tu tisti ra peresti ne dikir u me (be wi) qe tu tist ne durist ne dikir." Bi vi awayi ewane berya wan da bori ji weki wan dikiribune. (Tu bi kirine wan miruz nebe) qey li ser pexemberan ji pestire gotina vekiri tu tistek heye
Verse 36 — Surah An-Nahl 16:36
U bi sond! Me di nava hemu koman da pexember sandine, ji bo ku ewan (pexemberan ji koma xwe ra aha bejin): “Hun ji Yezdan ra peresti bikin u hun xwe ji perestiya pelid biparisinin.” Idi ji we koma (pexember) hinek hene; Yezdan ewan anine reya rast u hinek ji ji wan koman hene: rewundabun li ser wan maf buye. Idi hun meze bikin! ka encama wane virek ca buye
Verse 37 — Surah An-Nahl 16:37
(Muhemmed!) Heke tu bihewili, ji bona hatina wan li bal reya rast da, bi rasti eve ku Yezdan reya rast li ber wi wunda kiribe, idi ewa naye reya rast, ji bona wan ra, tu arikar ji tune ye
Verse 38 — Surah An-Nahl 16:38
Ewan bi sonden xwe yen mezin bi Yezdan sond xwarine; ku Yezdan miriyan idi ranake. Bi rasti gotina wan nine (loma rakirina wan) li ser Yezdan mafek e. Le piren kesan pe nizanin
Verse 39 — Surah An-Nahl 16:39
Ji bo ku ji wan ra, ewa tista ku ewan teda ne wekhev bune, bi rasti diyar be u ji bo ku ewane bune file hene! Bizanin, ku ewan di bere da vir kiribune (we Yezdane ewan rake)
Verse 40 — Surah An-Nahl 16:40
Bi rasti gava em biven, ku buyerek ya ji tistek bibe, dema em ji wi ra dibejin, "bibe", idi ewa heman dibe
Verse 41 — Surah An-Nahl 16:41
Ewane ku li wan cewr hatiye kirine hene! Ku ji bona qayiltiya Yezdan, ji welate xwe koc kirine: Eme bi rasti ji bona wan ra di cihane da qenciyan bikin. Heke ewan bizanin, qenciyen para da hej meztir in
Verse 42 — Surah An-Nahl 16:42
(Ewane li wan hatiye cewrkirine; ji welate xwe ji bona qayilbuna Yezdan derketine) hew dikin hene! Ewan xwe dihesperne li ser Xudaye xwe
Verse 43 — Surah An-Nahl 16:43
Me ewane di berya te da bi pexemberi sandine, ewan ji hinek mer bune, me li bal van da niqandiye. Idi heke hun nizanin, hun ji zanan bipirsin
Verse 44 — Surah An-Nahl 16:44
Me (ewan pexemberan) bi beraten (vekiri) u bi pirtuka va (sandiye). Me eva Qur’ana li bal te da hinartiye, ji bona ku tu ji bo kesan ra tista li bal wan da hatiye hinartine veki, bi rasti hevi heye ku ewan raman bikin
Verse 45 — Surah An-Nahl 16:45
Idi ewane ku endezen sik kirine hene! Qey ewan ewle dibin, ku Yezdan ewan di zemin da nexe xware, ya ji ji wan ra sapatan di cihe qe haja wan tune be, bine
Verse 46 — Surah An-Nahl 16:46
Ya ji (dema ku ewan) di kar u xebata xwe da bin, heman sapat bi wan negire (ewle dibin)? Idi ewan ji nikarin, dema sapat hatibe, bidine para
Verse 47 — Surah An-Nahl 16:47
Ya ji ewan di tirsa hatina sapate da bin (heman niskeva sapat) bi wan negire (ewan ewle dibin)? Idi bi rasti Xudaye we mehrivane dilovin e
Verse 48 — Surah An-Nahl 16:48
Ma qey ewan li bal wan tisten, ku Yezdan afirandine meze nakin; ka siha wan ca bi rast u cep xaro maro dibin, ji bona Yezdan ra bi kurt u direj kunde dibin
Verse 49 — Surah An-Nahl 16:49
Ji revaran; ci ezman u zemin da hene u firiste hemusk, ji bona Yezdan ra kunde dibin, qe yek ji qureti nake
Verse 50 — Surah An-Nahl 16:50
Ewanan ji Xudaye ser xwe ditirsin, ewan bi ci tene fermankirine, hey ewi tisti dikin
Verse 51 — Surah An-Nahl 16:51
Yezdan gotiye: "Hun du ilaha (ji xwe ra) negirin. Bi rasti Yezdane (babete perestiye) yek Yezdane bi tene ye. Idi hun hey ji min bitirsin (li bal min da hune bi tirs bizivirin)
Verse 52 — Surah An-Nahl 16:52
Ci di ezman u zemin da hene! Hemi ji bona (Yezdan ra ne) u ola rast u peresti hey ji Yezdan bi tene ra ne. Idi qey hun parizaya pestire Yezdan dikin
Verse 53 — Surah An-Nahl 16:53
Ci qenciyek bi we da were (hun dibejin: "eva ji Yezdan e.") Pase dema nexwesiyek bi we bigire, disa hun li bal Yezdan da zari dikin
Verse 54 — Surah An-Nahl 16:54
Pase dema, ku ewa nexwesi ji we radibe, desteki ji we di we gave da hevriyan ji Xudaye xwe ra ce dikin
Verse 55 — Surah An-Nahl 16:55
Ewan, evan tistan dikin, ji bo ku (di hembere van) qenciyen me bi wan kiriye nankori bikin. Idi hun di xwesiya xwe da biminin. Le hune di nezik da bizanin
Verse 56 — Surah An-Nahl 16:56
Ewan (filan) ji wan roziyen ku me daye wan, ji wan (puten) ku qe tu tisti nizanin, par ce kirine. Bi Yezdan! Hune bi rasti ji wan viren ku hun dikin, bene pirskirine
Verse 57 — Surah An-Nahl 16:57
U ewan (filan) ji bona Yezdan ra (firiste) xistine (kec). Yezdan ji wan gotine wan paqij e. (Ciqa sodret e!); tista ji xwe ra ji dixwazin kur in. (firiste kec in, ewan zare Yezdan in, le kur ji ji xwe ra hildane: eva ciqa parkirineke sodret e)
Verse 58 — Surah An-Nahl 16:58
Gava yek ji wan be mizgindane: "ku ji te ra kecek buye," be gotine, ruye wi ji hersa res dibe, bi xweber ji hersa xwe diqurtine
Verse 59 — Surah An-Nahl 16:59
Ji bo sikatiya mizgine ewa xwe ji komal xwe vedisere. Gelo we ewa ye, ewe kecike bi serneguni xweyi bike, ya ji we ewe kecike di xwelye da cal bi- ke? (Bezar dimine nizane we ci bike). Hisyar bin! Tista ewan berewani dikin ciqa sik e
Verse 60 — Surah An-Nahl 16:60
Ji bona wane ku bi dane para bawer nakin hecwekiya sikati heye. Ji bona Yezdan ra ji hecwekiya balatir heye. Yezdan servahate bijejke ye
Verse 61 — Surah An-Nahl 16:61
U heke Yezdan bi sedema sikatiya kesan, heman bi wan da sapat bianiya; Li ser (zemin) tu rewar ne diman, le sapatdana wan, heya dane navdayi para dixe. Idi gava dane sapatdana wan hatibe, qe ewa dana para u pera nakebe
Verse 62 — Surah An-Nahl 16:62
Tista rike wan ji te, ewan ewi dixne (zare) Yezdan u zimane wan bi vir salixe ci tisten rind bide, bi rasti eva ji me ra ne (dibejin). Qe tu care tune ye; bi rasti ji bona wan ra agir heye u ewane di agir da her biminin
Verse 63 — Surah An-Nahl 16:63
Bi Yezdan! Me hej berya te da li bal gelek koman da pexember sandibun. Idi pelid kirine wan (koman) ji bona wan ra xemilandibu (kirine wan xwesa wan dicu, gotinen pexemberan ne dikirin) pelid di iro da ji serkare wan e, ji bona wan ra sapata dilsoz heye
Verse 64 — Surah An-Nahl 16:64
Hey ji bo ku tu ewan tisten, ku ewan (kesan) teda bi dudili ne wekhev dibin, veki (ewan rastiye bizanin) u ji bo ku ewa (pirtuka) ji bona komaleki bawerger bibe reber u dilovineki, me pirtuk li ser te da hinartiye
Verse 65 — Surah An-Nahl 16:65
U Yezdan ji ezman avek hinartiye, idi ji pisti mirina zemin, ewi zemin bi we ave zindi kiriye. Di ve kirine da ji bona komaleki bihistok ra (ku Yezdan ca zemin ji piste mirine zindi kiriye, wusa ji merivan ji pisti mirine dikare zindi bike) berateyen sodret hene
Verse 66 — Surah An-Nahl 16:66
Bi rasti ji bona we ra di (tarisen) mesini da tisten ku meriv je his hildin, hene. Ji tisten di zike wan mesinan da ku di niveka biskul u xwune derdikebin: Bi sireki xuri em we av didin, ewa sira ji bona vexwarya, bi hesani di qirika wan da dice xare
Verse 67 — Surah An-Nahl 16:67
Bi rasti di bere dare xurma u rezan da, ku hun ji wan (beran) roziyen qenc (ji xwarin u vexwarinan) u meye digirin, ji bona komalaki hisdari dikin, beraten (sodreti) hene
Verse 68 — Surah An-Nahl 16:68
U Xudaye te u bal moza hingiv da (aha) niqandiye: "Tu ji bona xwe ra di ciya u dar u ji wan arzelen (ku ji daran, meriv ce dikin u dicikinin) xaniyan bigire
Verse 69 — Surah An-Nahl 16:69
Pase ji hemi beran bi xwe u bi stuxari pase bikebe wan reyen Xuda ye xwe (derkebe) bigere. Ji zike wan mozan da aveke renge we cure cure derdikebe; ji bona merivan di wi (hingivi da) mefayek heye. Di van kirinan da ji bona komaleki ramanger ra beraten heja hene
Verse 70 — Surah An-Nahl 16:70
Yezdan hun afirandine, pase ewe cane we disitine u ji bo ku hun ji pisti zanine qe tu tisti nizanbin, hinekan ji we, Yezdan ewan heya dane xurifandine dihele. Bi rasti Yezdan pirzane bisiye
Verse 71 — Surah An-Nahl 16:71
Yezdan hineken ji we, bi ser hineken we da di roziniye da bi paydari pir kiriye. Idi ewane ku para wan pir e, hene: Ci dibe, ku hineki ji we roziye; ji bona wane be par in di bine deste wan da mane, bidin? Loma ewan hemi ji di we roziniya heye da, hevpar in. Qey hun (ji bona ve parkirina Yezdane, ku roziniya hineke we daye deste hineken ji we; ewan ji di para da roziniya wane bindeste xwe bidine wan, qayil nabin) hun bi qenciyen Yezdan nankori dikin
Verse 72 — Surah An-Nahl 16:72
U Yezdan ji bona we ra ji cane we zo ce kirine, ji wan zone we ji bona we ra kur u nevi ce kirine. U hun bi paqije roziyan dane rozinikirine. Idi qey ewan bi pucan bawer dikin u bi qenciyen Yezdan ji nankori dikin
Verse 73 — Surah An-Nahl 16:73
U ewan qey ji pestire Yezdan, ji bona wan (tokelen) ji ezman u ji zemin qe bi bu tisti rozinan ji wan ra kar nakin u nikarin ji kar bikin, peresti dikin
Verse 74 — Surah An-Nahl 16:74
Idi hun ji bona Yezdan ra hecwekiyan ce nekin (ji ber hise xwe nebejin: "Ka evan tokelan ji pisti, ku em ji wan ra peresti dikin, ewan ji pase weki perestiya me ji Yezdane mezin ra peresti dikin."). Bi rasti Yezdan (bi hecwekiyan) dizane u le hun (bi wan) nizanin
Verse 75 — Surah An-Nahl 16:75
Ji bona we ra Yezdan eve hecwekiye ceke; ewe (perestiya pestire Yezdan dike) weki wi bendeye di bine destan da zebun mayi, qe nikare tu tisti bike, ewe (perestiya Yezdan dike) weki wi bendaye ji bine destan derketi, ku me ji wi ra rozineke rind dabe, idi ewa ji bi dizi u eskere (di reya min da) bide xwarine, qe weki hev dibin? Ciqa pesindan hene! Hemu ji bona Yezdan ra nin. U le pire wan nizanin
Verse 76 — Surah An-Nahl 16:76
U Yezdan (ji bona we ra serdaborya) her du merikan ji hecweki kiriye; yek ji wan lal e, qe tu tisti nikare bike: Hey buye bareki ketiye stuye serkare xwe. Axaye wi ewi kuda disine, qe tu kare; qenciye nake. Eve merika, qe weki wi mere ku di reya rast da dice, fermana bi dadvani dike, dibe
Verse 77 — Surah An-Nahl 16:77
Ne xuya ne di ezman u zemin da heyi, hemu ji bona Yezdan ra nin. Fermana bi hatina dane rabuna hemuski li bal Yezdan, weki cav girtineki ye, ya ji hej neziktir e. Bi rasti Yezdan li ser hemu tistan bi hez e
Verse 78 — Surah An-Nahl 16:78
Gava Yezdan hun ji zike diya we derxistin, we qe tu tist nizanbu, ji bona ku bi rasti dibe hun sipaziya Yezdan bikin ewi ji bona we ra (alete bihistine u ditine u dil) ce kiriye
Verse 79 — Surah An-Nahl 16:79
Ma qey ewan (filan) li bal wan cuken hewa ku ji wan ra sernerm bune, meze nakin? Ji pestire Yezdan tu tist ewan (cukan) di jor da nagire. Bi rasti ji bona komaleki bawer dikin, di van kirinan da beraten (mezin) hene
Verse 80 — Surah An-Nahl 16:80
U Yezdan ji bona we ra ji xaniyen we ewirgah ce kiriye u ji bona sivikaiya, di roya barkirin u ewre da, Yezdan ji kele tarisan ji bona we ra (kon) u xani ce kiriye. Gava (ewan tarisan tene kemkirine) Yezdan ji hiri u tivtik u muye wan, ji bona we ra xemil u xwakirin u raxistin ce kiriye; (Hun ewan dikirin u difirosin)
Verse 81 — Surah An-Nahl 16:81
Yezdan ji bona we ra ji tisten ku afirandiye, siwan ce kiriye u ji bona we ra ji ciyan ewi kozik afiradiye u ji bona we ra kincen, ku we ji germe u kincen, ku we di qirinan da ji lexistinan biparisine ce kiriye. Bi vi awayi ewa qencen xwe li ser we peyweste dike, bi rasti hevi heye, ku hun xwe hisperne wi
Verse 82 — Surah An-Nahl 16:82
Idi heke ji pisti van (beratan, ewan filan, ji baweriye) ru bifetilinin (ji bona te ra tu xesar tune ye) li ser te hey eva dimine: Bi xuyayi ragihandina fermanan e
Verse 83 — Surah An-Nahl 16:83
Ewan qenciyen Yezdan niyas dikin (pase dibejin: "Evan qenciyan hineken mayi dane," ji wan ra peresti dikin.) Bi vi awayi pire wan nankori dikin
Verse 84 — Surah An-Nahl 16:84
Di we roya, ku em ji her kome ra sahidan tinin, idi ji bona wane file ra destur naye dayine, ku herin lavaya bagisandin ye xwe bikin
Verse 85 — Surah An-Nahl 16:85
Ewane cewr kirine hene! Gava ewan sapate bibinin, idi sapata wan sivik nabe u firseta wan ji naye dane
Verse 86 — Surah An-Nahl 16:86
Gava ewane hevriceker, ewan hevriyan dibinin (aha) dibejin: "Xudaye me! Ewan hevriyen, ku me ji pestire te ji wan ra peresti dikir, evanan in (idi tola xwe ji wan derxe, ewan em xapandibun," tokelan bersiva wan aha daye): "Bi rasti hun derewan dikin (qe tu cari me hun gazi bal perestiya xwe ne kirine)
Verse 87 — Surah An-Nahl 16:87
Di we roye da ewan xwe ji bona Yezdan ra dihespirinin, ewan tisten ku ewan (filan) ji bona Yezdan ra bi vir dixistne hevri dest ji wan berdane, wunda bune
Verse 88 — Surah An-Nahl 16:88
Ewane file ne, ku merivan ji reya Yezdan didine para da hene! Bi sedema ku ewan (di zemin da) tekili kiribune, me ji bona wan ra sapat bi ser sapatan pir kiriye
Verse 89 — Surah An-Nahl 16:89
Di we roya em di her komeki da ji wan bi xweber sahideki li ser wan da disinin u em te ji li ser van (misilmanan da) sahid tinin. Ji bo ku (Qur’an) bibe beled u dilovin u mizgindan ji bona misilmanan ra, me ewa Qur’ana davekirina hemi tistan, bi ser te da hinartiye
Verse 90 — Surah An-Nahl 16:90
Bi rasti Yezdan fermana bi dadi u qenciyan u dayina ji bona pismam u leziman, dike u ewa fermana parisandina ji mastoqiye u ji rikhatinan u ji cewrkirine dike. Evan siretan; ji we ra dike, bi rasti dibe ku hun ewan siretan hildin
Verse 91 — Surah An-Nahl 16:91
U gava we peyman (ji bona Yezdan) da hev, idi hun peymana Yezdan pek binin u ji pisti, ku we sonda xwe rast derand, idi sonda xwe nesikenin, loma we Yezdan xistiye sahide xwe. Bi rasti Yezdan bi tista hun dikin, dizane
Verse 92 — Surah An-Nahl 16:92
Hun ji weki we jinika, ku rise xwe qenc ristiye, pase vedirese, nekin. Gava hun bi nave Yezdan peymana didine hev, ewa desta we ye bi hez dixwaze ku bi hinek endezan peymana xwe bisikenin, disa ewane be hez biherciqinin (ji pisti ku we peyman bi hez dabe hev, bi hinek endezan pase di nava xwe da, peymana xwe ranekin) ku hun sonde xwe di nava xwe da disikenin. Bi rasti Yezdan we di van peymanan da diceribine. Ewa tista ku hun di mafe wi da ne wekhev bune, we di roya rabuna hemu da ji bona we ra be vekirine
Verse 93 — Surah An-Nahl 16:93
Heke Yezdan biva, we hun hemusk bixistina komeke bi tene; le Yezdan ji kijani ra bive ewi tine reya rast u kijani bive ewi ji reya rast wunda dike. Bi sond! Hune ji kirine xwe bene pirskirine
Verse 94 — Surah An-Nahl 16:94
U hun (geli bawergeran!) sonden xwe, di nava hev da nexine sedem ji bona tekilkirina, peymanan ranekin, idi ewa peye bi cih hatiye danine pase bira ne simite u bira hun ji ji bona birina re ya Yezdan li ber kesan, sike sapatan tam nekin. Bi rasti heke hun (wusa bikin) ji bona we ra sapateke mezin heye
Verse 95 — Surah An-Nahl 16:95
U hun (Geli kesan!) ewe peymana we daye Yezdan (ku hune bibine peyrewe pexember) bi pereki hindik nefirosin. Heke hun bizanin, bi rasti ewan qenciyen ku Yezdan peymana dana wan ji bona we ra daye, cetir e
Verse 96 — Surah An-Nahl 16:96
(Loma ewan malen cihani ku li bal we heye) pasya wan ten, ewan (qenciyen) li bal Yezdan hene, be pasine. Ewane ku ji bona reya me hatine cefadane u di hembere we cefaye ji hew kirine mane hene! Bi rasti eme ji kirine wan cetir xelata wan bidine wan
Verse 97 — Surah An-Nahl 16:97
Ci kese, ji mer u jinan, bi baweri kareki asti kiribe, eme ewi di cihane da bi paqije jinan, bidine jinandine (le di para da ji) bi qenctire keda ewan dikiribune, eme ewan xelat bikin
Verse 98 — Surah An-Nahl 16:98
Idi gava (Muhemmed! Tu bive) ku Qur’ane bixuni, tu (ji sikatiyen) pelide deherok, xwe baveje ber bexte Yezdane (dilovan; eve peyve bixune)
Verse 99 — Surah An-Nahl 16:99
Loma bi rasti li ser wane bawer kirine u xwe hispartine Xudaye xwe, ji bona pelid ra qe tu hez tune ye
Verse 100 — Surah An-Nahl 16:100
Heza wi pelidi, hey li ser wane, ku pelid ji xwe ra dixine serkar u li ser wane, ku hevriyan (ji Xudaye xwe ra) ce dikin, heye
Verse 101 — Surah An-Nahl 16:101
Gava, ku em berateki (ji fermane zor) rakin, di suna wi da (fermane hesani) binin, sixwa Yezdan bi hinartine xwe cetir dizane; ewan (filan aha) dibejin: "(Muhemmed!) tu van kirinan bi piz li bal xwe diki." Gotina wan nine, le pire wan bi ve kirine nizanin (ka me cima suna wan bi hev guhurandiye)
Verse 102 — Surah An-Nahl 16:102
(Muhemmed! tu ji bona wan ra) beje: "Ji bo ku ewane bawer kirine (dile wan) bi rasti hew bike u beled u mizgin be ji bona misilmanan ra, bi rasti evan (beraten hev guharok) Cibrile piroz ji Xudaye min hinartiye
Verse 103 — Surah An-Nahl 16:103
U bi sond! Em dizanin ku ewan dibejin: "Bi rasti hinek (zanayen cihu u mexinan, eve Qur’ane) hine (Muhemmed) dikin" Ka ca dibe! Ewan meriven, ku ewan goman dikin u dibejin: "(Evan, Muhemmed hine Qur’ane dikin.)" zimane wan biyani ye u eva (Qur’an bi xweber ji) bi zara weki ‘erebiye ber cavi ye
Verse 104 — Surah An-Nahl 16:104
Bi rasti ewane bi beraten Yezdan bawer nakin hene! Yezdan ewan li bal reya rast da nayne; ji bona wan ra sapateke dilsoz heye
Verse 105 — Surah An-Nahl 16:105
Ewane bi bereten Yezdan bawer nakin, hey ewan in (ku van) derewan bi vir dikin. Ewan bi xweber ji hey viroke ne
Verse 106 — Surah An-Nahl 16:106
Ji pestire kese ku dile wi bi baweriye hewya ye, ji pisti ku hatibe zordane li bal filetiye (ciqa bi deve xwe gotibe; "Ez bume file, idi dest ji min berdin" bi vi ra ji baweri dile wi da hewdabe) kijan ji pisti bawerye bibe file u dile wan bi fileti ji, bi sai vebube, idi xesma Yezdane mezin li ser wan e. Ji bona wan ra sapateke mezin heye
Verse 107 — Surah An-Nahl 16:107
Eva (celata wane bi vi awayi) ji ber ku ewan jina cihane ji jina para da pirtir hez kiribune (loma ji wan ra hatiye). Bi rasti Yezdan komale file nayne reya rast
Verse 108 — Surah An-Nahl 16:108
Ewan komaleki wusa nin, Yezdan li ser dile wan u li ser gohe wan u li ser ditina wan duruf kiriye. Ewan (ji ve kirine) be goman in
Verse 109 — Surah An-Nahl 16:109
Qe (tu tist nake!) bi rasti di para da ji ewan hey ziyan dikin
Verse 110 — Surah An-Nahl 16:110
Pase bi rasti Xudaye te, ji bona wane hatine cefadane ji welate xwe derketine, pase disa bi wan (filen ra) tekosin kirine, li ser tekosin u cefadane hew kirine, arikari dide. Ji pisti (van hemuyan) bi rasti Xudaye te baxisgere dilovin e
Verse 111 — Surah An-Nahl 16:111
Di roya para da te, hemu can ji ber xwe ra tekosine dikin (ji bo ku fereste bibin). Ji bona hemu candaran ra keda ewan kiri (be kemasi) te dayine, li wan naye cewrkirine
Verse 112 — Surah An-Nahl 16:112
Yezdan ewi gunde, ku gundiyen wi bi ewleti, be tirs teda hewyane bi hecweki tine; gundiyen wi be tirs teda dihewiyan, roziyen wan bi hesani ji her ali ji wan ra dihat. Idi pase ewan bi qenciyen Yezdan nankori kirine, Yezdan bi sedema peseyen, ku ewan dikiribune, xwekirina bircibun u tirse bi wan daye tamkirine
Verse 113 — Surah An-Nahl 16:113
Bi sond! Pixembere wan nankoran, ji wan, li bal wan da hatine, idi ewan, ew pexembera dane derewderandine, bi vi awayi cewra wan peyweste buye, idi sapate ji bi wan girtiye
Verse 114 — Surah An-Nahl 16:114
Idi hun (geli merivan!) ji wi roziniye ku Yezdan daye we, bi duristi u bi paqiji biwun. Heke hun bi rasti sipaziya qenciyen Yezdan dikin, perestiya wi bi tene bikin
Verse 115 — Surah An-Nahl 16:115
Bi rasti hey ji bona we ra mirar u xun u goste berazan u (goste we gorya) ku hun ji bona (qayilbuna) Yezdan (je nakin, le ji bona hatina serokan, ya ji ji bona mezar u goran, ya ji ji bona ku xweye wan goran, mafe bide nexwes u nexwesiya bi we da hati, je dikin) ne durist e. Idi heke yek ji we (rasti tu xarine ne hatibe, ji bona ku biji) dikare ji van (gosten bori) xarineke neji u nemir bixwe. Bi rasti Yezdan baxisgere dilovin e
Verse 116 — Surah An-Nahl 16:116
Hun (geli kesan!) zimane we bi vir salixe ci bide, bibeje: "Evan durist in u evan ne durist in," ji bo ku hun li ser nave Yezdan derewan bikin (evanan duristiyen Yezdan in bejin, wusa nekin). Bi rasti ewane bi vir, derewan li ser (nave) Yezdan dikin, ewan fereste nabin
Verse 117 — Surah An-Nahl 16:117
(Evan kirine wan di cihane da) derbasiyeke hindik e (le di para da) ji bona wan ra sapateke dilsoz heye
Verse 118 — Surah An-Nahl 16:118
Ewane cihu hene! Tista me ji te ra di bere da (ne duristiya wan) gotiye; ji wan ra ji me ne durist kiriye. Me bi ve (ne duristi) li wan cewr ne kiriye, le ewan bi xweber li xwe cewr kirine
Verse 119 — Surah An-Nahl 16:119
Ewane bi nezani sikati kirine hene! Heke ji pisti sikatiya kirine, posman bibin u temtela xwe rast kiribin. Bi rasti Xudaye te li bal wan e, bi rasti ji pisti van kirinan Xudaye te baxisgere dilovin e
Verse 120 — Surah An-Nahl 16:120
Bi rasti Ibrahim (pesrewanaki wusa ne, ku bi gotina Yezdan, hemu xuye qenciyi di xwe da civandiye) ji hemu pucan dest berdaye, ji bona Yezdan ra ziviriye. U qe tu cari hevri ce ne kiriye
Verse 121 — Surah An-Nahl 16:121
(Ibrahim) ji bona qenciyen Yezdan ra sipazkar e. (Yezdan, Ibrahim) li bal reya rast da aniye
Verse 122 — Surah An-Nahl 16:122
U me di cihane da (ji bona Ibrahim ra) qenci dane. Bi rasti ewa di para da ji ji astikaran e
Verse 123 — Surah An-Nahl 16:123
Pase me li bal te da niqand; ku tu bibi peyrewe komale Ibrahim ye mafperest. (Ibrahim) qe ne buye ji wane hevriceker
Verse 124 — Surah An-Nahl 16:124
(Hun roya ine ji bona xwe ra bixne roya rawestin u perestiye) roya semiye; ji bona wane ne wekhevbuni teda ce kirine (ji cihu u mexin u mayan) bi ve neve buye (roya rawesti u perestiya wan). Bi rasti Xudaye te ye, di roya rabuna hemu da di wi tiste ku ewan teda ne wekhevbuni kirine, berewaniya wan bike
Verse 125 — Surah An-Nahl 16:125
(Muhemmed!) Tu li bal reya Xudaye xwe da, ewan bi zanina retkoki u bi sireten qenci va gazi bike. Tu bi qence tekosina, bi wan ra tekosine bike. Bi rasti Xudaye te bi wane ku ji reya wi derketine cetir dizane
Verse 126 — Surah An-Nahl 16:126
Heke hun cefaye bidine (wan nayare xwe) idi weki ewan ca cefa dane we, hun ji hewqas bikin. Heke hun hew bikin (di hembere cefadana wan da) sixwa (baxisandin) ji bona hewdaran ra qenctir e
Verse 127 — Surah An-Nahl 16:127
U (Muhemmed! Tu li ser cefadana wan) hew bike (ewan bibaxisine). Sixwa hewa te bi xweber ji bi Yezdan e, ji bo ku ewan endezan dikin (bere xwe ji ola misilmaniye difetilinin) tu miruz nebe u singe xwe ji teng neke
Verse 128 — Surah An-Nahl 16:128
Bi rasti ewane xudaparizi dikin u bi xweber ji qencikar in, Yezdan bi wan ra ne