Verse 1 — Surah Maryam 19:1
Y.A.S. (Arsa van tepen ji hev cuyi, hey Yezdan dizane)
Verse 2 — Surah Maryam 19:2
(Evan beraten ku em ji te ra dixunin) dilovaniya Xuda ye te ye, ji bona biranina bendeye xwe; Zekeriya (hinartiye)
Verse 3 — Surah Maryam 19:3
Di gaveki da (Zekeriya) bi dengeki dizi va, gazi Xudaye xwe kiribuye
Verse 4 — Surah Maryam 19:4
(Aha) gotibuye: "Xudaye min! Bi rasti idi hestiye min (ji kalbune bi jariti) sist bune u sere min ji ji kalitiye pe girtiye (sipi buye). Xudaye min! Min ciqa gazi te kiriye, ez be hevi ne bume (hey te bersiva min daye)
Verse 5 — Surah Maryam 19:5
Xuda! Bi rasti ez ji wan (pismamen xwe ye, ku ji pisti mirina min tisten ne pak bikin). Ditirsim u (tu dizani) jina min ji eremuk e (ci dibe!) ku tu li bal xwe da, ji bona min ra urteki bidi
Verse 6 — Surah Maryam 19:6
Ji bo ku ewa ji min ra u ji maliyen Y’equb ra ji bibe urt (bimine). (Xudaye min!) tu ewi bixe yeki wusa, ku tu bi wi qayil bibi
Verse 7 — Surah Maryam 19:7
(Yezdan ji bona Zekeriya ra aha qotiye:) "Zekeriya! Bi rasti eme te bi kureki bi nav Yehya bidine mizgindane, me ev nave hane di pesya wi da, qe li tu keseki ne kiribu
Verse 8 — Surah Maryam 19:8
(Zekeriya) gotiye: "Xudaye min! Ka we ca ji min ra kur bibe? Jina min eremuk e, ez bi xweber ji wusa kal bume temare min idi hisk bune
Verse 9 — Surah Maryam 19:9
(Xuda) gotiye: "Gotina te ye, 1e eva afirandina hane li ser Xudaye te hesani ye, hej bere da, tu ji tistek ne buye, min tu afirandi
Verse 10 — Surah Maryam 19:10
(Zekeriya) gotiye: "Xudaye min! Ka ji min ra berateki bide (ku ez bizanibim tuye ji min ra kureki bidi." Xuda ji Zekeriya ra) gotiye: "Berata te ev e: Heya se ro u sevan, hemi gewde te ji dirust be, tu nikari bi tu keseki ra mijul bibi
Verse 11 — Surah Maryam 19:11
Idi (Zekeriya) ji baboye (mihrabe) derkete nava komale xwe (nikarbu bi wan ra mijul bibe, bi hinek nisana ve ji wan ra aha) gotiye: "Hun di sibeh u evaran da ji Xudaye xwe ra nimej bikin u ewi ji kemasiyan paqij bikin
Verse 12 — Surah Maryam 19:12
(Idi dema ewa zaroka bu, nave wi Yehya danin. Me ji wi ra aha got): "Yehya! Tu pirtuke bi hez bigire (ewe ca ferman kiriye, wusa bike)." Bi rasti Yehya hej zar bu, me ji wi ra zanina retkoki dabu
Verse 13 — Surah Maryam 19:13
(Cima me ji wi ra dema zaroktiye da zanin dabu), loma Yehya li bal me delal u paqij bu. idi ewa xudapariz bu
Verse 14 — Surah Maryam 19:14
(Loma Yehya) ji bona de u bave xwe ra ji qencikar buye u ewa yeke pozbilinde, serhiske, qure ne buye
Verse 15 — Surah Maryam 19:15
Di roya ji dayik buye u di roya dimire u di roya we bi zindi rabe here civine da, selam li ser wi be
Verse 16 — Surah Maryam 19:16
(Muhemmed!) Tu di pirtuku da (serdaborya) Meryeme ji bixune. Kane, gava ewa ji maliyen xwe raqetiyabu li aliye rojhilat ji bona xwe ra sunek girtibu (qe li maliyen xwe meze ne dikir, xuri peresti dikir)
Verse 17 — Surah Maryam 19:17
Idi ewe di nava xwe u maliyen xwe da perdek vegirtibu (qe teve wan ne dibu). Idi me ji cane xwe li bal Meryeme da sandsye. Ewa cana ji bona Meryeme ra buye weki meriveki be kemasi xwe daye nisane we
Verse 18 — Surah Maryam 19:18
(Gava Meryeme ewa meriva dit, aha je ra) gotiye : "Ez ji te (ditirsim) xwe davejime ber bexte Xudaye dilovan, ku min ji te biparizine. Heke tu bi rasti xudaparis i (tekile min nebe)
Verse 19 — Surah Maryam 19:19
(Ewi ruhe, ku ketiye diliqe merivan, ji Meryeme ra aha) gotiye: "Bi rasti hey ez saiye Xudaye te me (hatime vira) ji bo ku ez ji bona te ra kureki titale zehirdar bidim
Verse 20 — Surah Maryam 19:20
(Meryeme bersiva wi daye, aha) gotiye: Qe tu meriv tekile min ne buye u ez bi xweber ji ez jineki xirab ji ne bume, we ca ji bona min ra kureki ce bibe
Verse 21 — Surah Maryam 19:21
(Ewi bersiva Meryeme daye, aha) gotiye: "Gotina te rast e. Le Xudaye te gotiye: Bi van salixan va ji (dayina kureki li ser me hesaniye;” (Eme ewi aha bidin); ji bo ku em ewi bixne berateke derhoze (mucize) ji bona kesan ra bihelin (Eva dayina) dilovaniyeke ji me ye.” Idi buyer (hadise) pek hat
Verse 22 — Surah Maryam 19:22
(Meryem) idi bi we zare bi zar maye. Ji ber vi qasi (Meryem, ji kemale xwe) cuye ciyeki dur maye
Verse 23 — Surah Maryam 19:23
(Dema gava razana we hatiye) sanciyan bi we girtiye, ewa cuye nava dare xurman, xwe bi ciqile daran girtiye (aha) gotiye: "Xwazika ez hej berya naha da miri buma u hatibuma birvakirine (min evan tistan ne ditibuyan)
Verse 24 — Surah Maryam 19:24
Idi gazi (Meryeme) kirine (aha) gotine: "Tu miruze xwe neke, bi sond! Xudaye te dibine (nige) te da nijdewaneki mezin ce kiriye
Verse 25 — Surah Maryam 19:25
Tu ciqle dare xurman li bal xwe da bihejine, ji bo ku li ser te da xurmen tere gihijti bikebin
Verse 26 — Surah Maryam 19:26
Idi tu bixwe u vexwe u tu cave xwe ji hestiran zaha bike (cave te ronahi be). Heke tu ji merivan, keseki bibini, tu ji wi ra (aha) beje: "Bi rasti min peyman daye, ku ez ji bona Xudaye dilovan ra roji bigirim; idi di iro da qe bi tu keseki ra mujul nabim
Verse 27 — Surah Maryam 19:27
Idi pase (Meryeme zara) xwe hildaye hatiye bal komale xwe. (Komale Meryeme je ra aha) gotine: "Meryem! Bi sond te tisteki sodret aniye u kiriye
Verse 28 — Surah Maryam 19:28
Xuska Harun! Bi rasti bave te meriveki xirab ne bu u diya te ji jineki pis ne bu
Verse 29 — Surah Maryam 19:29
(Ka te eva ji kedere aniye?) Idi (Meryeme) li bal wi zare da niqandiye (Gotiye: "Ji wi pirs bikin.)" Ewan (bersiva Meryeme dane, aha) gotine: "Ka ewa zaroka helane da, we ca bi me ra axiftin bike
Verse 30 — Surah Maryam 19:30
Ewe zaroke (bersiva wan daye u) gotiye: "Bi rasti ez bendeye Yezdan im; ewi ji min ra pirtuk aniye daye min u ez ji xwe ra xistime pexember
Verse 31 — Surah Maryam 19:31
U ewi ez li hemu cihi bi payeti rakutame u li min siret kiriye, heya ez bijim gotiye ez nimej bikim u baca xwe bidim
Verse 32 — Surah Maryam 19:32
Ji bona diya xwe ra ji qencikar bim. (Yezdan) ez ji serhiske pozbilind ye rederketi ne gerandime
Verse 33 — Surah Maryam 19:33
(Ji Yezdan) di roya ji dayikbuna min da u di roya mirina min da u di roya ku eze bi zindi rabim (herime civine) da, selam li ser min heye
Verse 34 — Surah Maryam 19:34
Rastiya wi ‘Isaye kur e Meryeme ku hun di rastiya wi da dudil in, eva ye
Verse 35 — Surah Maryam 19:35
Qe babet nine, ku Yezdan ji xwe ra zaran bigire, ewa ji van (gotinan) paqij e. Gava (Yezdan) bive ku buyereki ce bike, ji we buyere ra dibeje: "Bibe." Ewa ji ji ber xwe dibe
Verse 36 — Surah Maryam 19:36
Bi rasti Yezdan Xudaye min e u Xudaye we ye ji. Idi hun hey ji wi ra peresti bikin. Reya rast hey eva ye
Verse 37 — Surah Maryam 19:37
Idi (pase ewan di nava xwe da parti ce kirine). Ewan partiyan di nava xwe da ne wekhev bun ce kirine. Idi ji ditina roya mezin (ku roya rabuna hemu ye) xweli li wan filan be (ka ewan ca fereste bin)
Verse 38 — Surah Maryam 19:38
Di roya ku ewan tene bal me, ciqa rind dibehin u ciqa rind dibinin! Le ewane cewr kirine hene! Ewan di we roye da di wundabuneke xuya da nin
Verse 39 — Surah Maryam 19:39
U (Muhanmed!) tu ewan ji we roya, ku hemu buyer teda tene pekanine, meriv li ser kirine xwe kovanan dikisinin, bide hisyarkidrine. (Gava buyera wan pek te) haja wan namine, ewan bi xweber ji bawer nakin
Verse 40 — Surah Maryam 19:40
Bi rasti hey urta zemin u tista li ser (zemin) em tene ne. Ewan hey li bal me da bine zivirandine
Verse 41 — Surah Maryam 19:41
(Muhemmed!) Tu di pirtuke da (serdaborya) Ibrahim (ji bona koma xwe ra) bixune. Bi rasti (Ibrahim) pexembereki pir rast buye
Verse 42 — Surah Maryam 19:42
Di gaveki da (Ibrahim) ji bona bave xwe ra (aha) gotiye: "Bavo! Ka ji bo ci tu ji wan tisten, ku nabihen u nabinin, peresti diki? Ewan qe te (ji tu sapati ji) fereste nakin
Verse 43 — Surah Maryam 19:43
Bavo! Bi sond, ji bona min ra zanineke wusa hatiye, ku ewa zanina ji te ra ne hatiye, idi tu bibe peyrewe min, ku ez te beherime we reya rast ya be kemasi
Verse 44 — Surah Maryam 19:44
Bavo! Ji bona pelid ra peresti neke. Bi rasti pelid li ber Xudaye dilovan da seri bilind kiriye (bi gotina wi nake)
Verse 45 — Surah Maryam 19:45
Bavo! Bi rasti ez ditirsim, heke sapatek ji Xudaye dilovan bi te bigire, idi tu ji bibi doste pelid
Verse 46 — Surah Maryam 19:46
(Bave Ibrahim bersiva wi daye aha) gotiye: "Ibrahim! Qey tu ji perestiya Xudayen min, ru difetilini (perestiya wan neki)? Bi sond! Heke tu ji wan kirine xwe dest bernedi eze te kevir bikim (bikujim) u (Ibrahim) tu dest ji min berde, heya hinek gavan ji vira here
Verse 47 — Surah Maryam 19:47
(Ibrahim bersiva bave xwe aha daye), gotiye: "(Bavo!) selam li ser te be, eze ji bona te ra ji Xudaye xwe, lavaya baxisandine bikim. Loma Xudaye min, ji bona min ra pir qencikar e
Verse 48 — Surah Maryam 19:48
Bi rasti eze ji we u ji wan tisten, ku hun ji pestire Yezdan, ji wan ra peresti dikin dest berdim, eze hey ji Xudaye xwe ra peresti bikim. Goman dikim, ku ez ji (weki we) bi perestiya Xudaye xwe dil hisk u re derketi nebim
Verse 49 — Surah Maryam 19:49
Idi gava (Ibrahim) dest ji wan u ji pestire Yezdan, ji wan ra peresti dikirin, berdaye, me ji ji bona (Ibrahim ra) Ishaq u Y’equb raber kiriye. Me hemusk ji xistibune pexember
Verse 50 — Surah Maryam 19:50
Me ji dilovaniya xwe, ji bona wan ra (mal, hez u serwet) daye, me ji bona wan ra zimaneki raste bilind daye
Verse 51 — Surah Maryam 19:51
U (Muhemmed!) tu di pirtuke da (serdaborya) Musa (ji bona koma xwe ra) bixune. Bi rasti (Musa bendeki me ye) xwuri buye, ewa bi pexemberi (li bal zaren cihuyan da) hatiye sandine
Verse 52 — Surah Maryam 19:52
Me ji aliye raste ciya ye (bi nav) Tur da, gazi (Musa) kiriye. Ji bo ku em bi wi ra mijul bibin, me ewa neze xwe kiriye
Verse 53 — Surah Maryam 19:53
Me ji dilovaniya xwe, ji bona (Musa ra) biraye wi ye Harun bi pexemberi raber kiriye
Verse 54 — Surah Maryam 19:54
(Muhemmed!) Tu di pirtuke da (serdaborya) Isma’il (ji bona komale xwe ra) bixune; Bi rasti ewa di peymana xwe da rast buye. Ewa (li bal komale xwe da) bi pexemberi hatiye sandine
Verse 55 — Surah Maryam 19:55
(Isma’il) fermana maliyen xwe bi nimejkirine u bi baca male xwe dayine kiriye. Ewa li bal Xudaye xwe ji, hatiye qayilkirine
Verse 56 — Surah Maryam 19:56
(Muhemmed!) Tu di pirtuke da (serdaborya) Idris (ji bona komale xwe ra) bixune. Loma bi rasti (Idris) pexembereki pir rast buye
Verse 57 — Surah Maryam 19:57
Me ji ewa li bal ciyeki bilind da rakiriye
Verse 58 — Surah Maryam 19:58
Evan (pexemberen, ku nave wan borine) hene! Ji nisa (Adem) u ji nisa wan kesen, ku me ewan bi Nuh ra hildabune (keleke) u ji nisa Ibrahim u Israil (Y’equb) in. Me ji wan ra, re daye nisane u me ewan (di nava kesan da bi pexemberi) hilbijartine. Gava beraten Yezdane dilovan ji wan ra te xwendine ji xwe va dicin, bi giryane ve dicin secde
Verse 59 — Surah Maryam 19:59
Idi li pey wan (pexemberan) urteke wusa maye, ewe urte dest ji nimejkirine berdane, bune peyrewe dilxweziya xwe (haja wan ji fermanen me ne maye. Evane ji celata quretiya xwe bibinin). We li bal doje da bene avetine
Verse 60 — Surah Maryam 19:60
Ji pestire wane, ku ji kirine xwe posman bibin u kare asti kiribin, evanan dikebine bihiste, qe bi tu tisti cewr li wan naye kirine
Verse 61 — Surah Maryam 19:61
Ewa (bihista) bihisteke wusa ne (Yezdan)e dilovan bi ne xuyayi ji bona bendeyen xwe ra peyman daye (ku we ewane bikebine we bihiste). Bi rasti peymana (Xudaye dilovan) te suna xwe
Verse 62 — Surah Maryam 19:62
Ewanan (di bihiste da) hey raste ve peyven "Selam" ten, qe peyven kaji vaji teda tune ne. Ji bona wan ra di sibeh u evaran da xwarinen wan di bihiste da hene (ewan je dixun)
Verse 63 — Surah Maryam 19:63
Ewa bihista hane heye! Ji bendeyen me, kijane xudaparizi dike, em ewi dixine miratxware we bihiste
Verse 64 — Surah Maryam 19:64
(Dema niqandin, cend royan para ket, pexember ji Cebrail pirsiye: “Ka cima niqandin para ketiye?" Cebrail bersiva wi daye, aha gotiye): "Em hey bi fermana Xudaye te tene hiartine, ci di berya me da boriye u ci di pey me da maye, u di niveka van her du deman da ji ci heye, hemi ji bona Xudaye te ra ne (ci ferman bike wilo dibe). Sixwa Xudaye te (tu ji) birva ne kiriye
Verse 65 — Surah Maryam 19:65
Xudaye ezman u zemin u Xudaye tisten di niveka wan herdukan da heye, ewa ye. Idi tu ji bona wi (Xuda ra) peresti bike u tu ji bona perestiya wi ra binive. Qe tu bi nave yeki (ku bi nave Yezdan hatibe navdane) dizani
Verse 66 — Surah Maryam 19:66
Meriv (aha) dibeje: "Gava ez mirim, disa eze di nezik da zindi (ji gore) derkebim
Verse 67 — Surah Maryam 19:67
Qey meriv bira xwe naynin, me ewan afirandin, qe ewan di bere da tu tist nebun
Verse 68 — Surah Maryam 19:68
Bi Xudaye te! Eme ewan u pelidan bi hev ra bicivinin, pase eme ewan li dora doje li ser cokan amade bikin
Verse 69 — Surah Maryam 19:69
Pase ji hemi koman, ka kijan e di hembere (Yezdan)e dilovan da, bi curet u serbilind e, eme di nava wan da rakin
Verse 70 — Surah Maryam 19:70
Sixwa pase em bi xweber ji cetir dizanin ka li bal doje da kijan babet e, ku be avetine
Verse 71 — Surah Maryam 19:71
Di nava we da yeke nece doje tune ye (hemusk ji herine doje). Eva ketina doje li ser Xudaye te fermanek e, pek hatiye
Verse 72 — Surah Maryam 19:72
Pase eme ewane xudaparizi kirine hene! Ewan ji doje fereste bikin, eme ewane cewr kiribune ji di doje da li ser cokan bihelin
Verse 73 — Surah Maryam 19:73
Gava beraten me yen daveker ji bona wan ra tene xwendine, ewane bune file hene! Ji bona wanen bawerger ra (aha) dibejin: "(Ka hun geli bawergeran! Meze bikin) ji van her du destan, ciye kijan ye cetir e, kijan qenctir e (ku meriv ji xwe ra bixe heval)
Verse 74 — Surah Maryam 19:74
Me ciqa welatiyen, ku hej ji van bi mal u temtela xwe va pir rindtir bune, tesqele kirine, di berya wan da borine. (Tu dibe qe evan bi tesqela wan nizanin)
Verse 75 — Surah Maryam 19:75
(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) beje: "Ki reya xwe wunda kiribe, heke Yezdane dilovan heya hinek deman (mal u zar u fırsend) bide wi, ci je derdikebe? Loma heya gave peymane ji bona wan ra te, ewan ji van her du tistan, yeke dibinin: Ya celata wan (bi deste bawergeran di ve cihane da ne) ya ji di roya rabuna hemi da (doj bi xweber e.)" Idi ewane di wan gavan da bizanin, ka suna ki, sike suna ne u ka bi leskeri, ke bevece
Verse 76 — Surah Maryam 19:76
Ewane hatine reya rast hene! Yezdan belediya wan hej pirtir dike. Ewan karen astikari para da mayi hene! Ewan li bal Xudaye te, qence karan e u (evan kare, ka para da ji bona xweye wan ra te dayine) qence wan e ji
Verse 77 — Surah Maryam 19:77
(Muhemmed!) Qe tu eve, ku bi beraten me buye file (aha) dibeje: "We (di roya rabuna hemi da) mal u zare ji min ra bene dane (eze jiwe gave mafe teye li bal min heye bidime te”) nabini
Verse 78 — Surah Maryam 19:78
Gelo ewa bi nexuyanan (dizane, cuye ewan ditine) ya ji ji Yezdane dilovan peyman sitandiye (ku we ji wi ra mal u zare bene dayine)
Verse 79 — Surah Maryam 19:79
Gotina wi nine (ewa xapiyaye) ew tista ku ewa dibeje, eme ewi binivisin, eme sapate ji bona wi ra bi direjayi direj bikin
Verse 80 — Surah Maryam 19:80
Eme bibine urta wan gotine wi (mal u zaran ji wi bistinin) ewe bi sere xwe, bi tene were bal me
Verse 81 — Surah Maryam 19:81
Ji bona ku bibine pistevane wan, ewan ji xwe ra pestire Yezdane (babete perestiye) hinek ilah girtine
Verse 82 — Surah Maryam 19:82
Weki gotina wan nine! Ewan (ilahen, ku ewan ji xwe ra girtine) we nankorya peresti ya wan bikin u we ji wan ra bibine dij
Verse 83 — Surah Maryam 19:83
(Muhemmed!) ma qey tu nabini? Ku bi rasti me peliden (wusa) li ser filan da sandine, ji bo ku helane bi gonehkari bidine wan, ewan ji gonehan bikin
Verse 84 — Surah Maryam 19:84
Idi tu ji bona (sapatdana wan) lez neke, loma em ji bona wan ra dane (sapata) wan dihijmirin
Verse 85 — Surah Maryam 19:85
Di roya (rabuna da) em xudaparizan, deste u deste li bal (Yezdan)e dilovan da dicivinin
Verse 86 — Surah Maryam 19:86
U em gonehkaran ji li bal doje da bi xurakandin dajon (ca taris li bal xwe ave da dixurukin)
Verse 87 — Surah Maryam 19:87
Ji pestire wane ku li bal (Yezdan)e dilovan, peymana mehderye hildane, tu kes nikare mehderi bike
Verse 88 — Surah Maryam 19:88
Ewan (filan aha) gotibune: "(Yezdan)e dilovan ji xwe ra zar girtine
Verse 89 — Surah Maryam 19:89
Bi sond! We cureteki pir sik aniye
Verse 90 — Surah Maryam 19:90
(Wusa sik e) hindik maye, ku ezman ji we (gotina we) bicire u zemin bidire u ciyan ji biherifin
Verse 91 — Surah Maryam 19:91
Ji ber ku we doz kiriye u (gotiye): "Ji bona (Yezdane dilovan ra zar hene)
Verse 92 — Surah Maryam 19:92
Babet nine ji bona (Yezdan)e dilovan ra, ku ji xwe ra zaran bigire
Verse 93 — Surah Maryam 19:93
Sixwa ci tisten di ezman u zemin da hene! Hemusk ji li bal (Yezdan)e dilovan ra bi bendeti ten
Verse 94 — Surah Maryam 19:94
Bi sond! (Yezdan ewan hemisk ji) hildane bine hez ya xwe, ji hijmara wan ra pasi hatiye
Verse 95 — Surah Maryam 19:95
Ewan hemuske ji di roya rabuna hemu da (li bal Yezdan da) we bi kitayi werin
Verse 96 — Surah Maryam 19:96
Bi rasti ewane bawer kirine u kare asti kirine hene! We (Yezdan )e dilovan ji bona wan ra hezkirineki ce bike (her kese ji wan hez bikin)
Verse 97 — Surah Maryam 19:97
Idi ewa (Qur’an)a bi zimane te (hinartiye) hesani kiriye, ji bo, ku bi we (Qur’an)e xudaparizan bidi mizgindane (ewane felat bibin) u tu ewi komale lecker ji (bi hatina sapatan) bidi tirsandine
Verse 98 — Surah Maryam 19:98
Me di berya wan da ciqa (komalen) caxan tesqele kirine! Gelo qe tu ji yeke ji wan pejne hildidi, ya ji qe ji wan dengan dibihisi