Back to Languages

Kurmanji - Chapter 34 - Saba

Translation by Unknown — Permalink

Verse 1 — Surah Saba 34:1

Pesn u sipas ji Xudaye ku tiþte di asimana u tiþte di zemin de e wi ne, u pesn u sipas di axrete de ji e wi ne. Hikmetdare kurzana her ew e

Verse 2 — Surah Saba 34:2

Ew e tiþte di zemin de dice u tiþte je derte u tiþte ji asiman dadikeve u tiþte te berjor dibe tev dizane. Dilovane bexþendekar her ew e

Verse 3 — Surah Saba 34:3

Ewen kafir bune gotin; "Dane qiyamete naye me." Tu beje ku: "Ne, ez sond dixwim bi perwerdekare xwe ye zanaye bi penhan, ewe (ew dan) be we. Bi qasi sere derziye ji ne di asimana u ne di zemin de ne ji vi bicuktir u ne meztir je veþari namine; tev her di kitebeki aþikar de ne

Verse 4 — Surah Saba 34:4

Ji bo ku en baweri anine u karen qenc kirine xelat bike. Even han ji wan re bexþineki u roziyeki rind heye

Verse 5 — Surah Saba 34:5

Ewen di ayeten me de dixebitin ku bezar bikin, ewen han ji wan re ezabeki bi jan ji pisitiye heye

Verse 6 — Surah Saba 34:6

U ewen zanin ji wan re hatiye dayin baþ dibinin ku tiþte ji perwerdekare te bal te ve hatiye daxistin rasti her ew e u ew bal reya (Xudaye) serkeftiye hejayi pesn ve reberi dike

Verse 7 — Surah Saba 34:7

U ewen kafir bune (bi tinaz ji hev re) gotin: "Ma em zilameki niþani we bidin ku (ji we re beje:) "Gava hun giþt ji hev hur hur bun, beguman hune bi aferandinek nu rabin

Verse 8 — Surah Saba 34:8

Qey wi ji ber xwe ve derewa nebuyi avetiye ser Xuda yan diniti pere heye?" Ne, ewen bi axrete baweri naynin di ezab u þayitiyek dur de ne

Verse 9 — Surah Saba 34:9

Ma qey ew ji asiman u zemin li tiþte ber xwe u li tiþte paþ xwe nanerin- nabinin? Eger em bixwazin eme wan bi zemin ve serubin bikin yan eme ji asiman perca bi ser wan de bixinin. Beguman di vi de ji her bendeye ji dil vegerkar re ayetek (niþanek) heye

Verse 10 — Surah Saba 34:10

Sond be me qenciki ji cem xwe da Dawid, (u me got:) "Geli ciyaya u tiruda! hun ji pe re tesbiha bidin (denga le vegerinin)." U me je re hesin nerm kir

Verse 11 — Surah Saba 34:11

(U me gote:) "Ku tu (zirx) en fireh ceke u tu li gori hewcetiye bi pivan ceke (ne kem u ne zede, ne teng u ne pirr fireh) u hun kare qenc bikin. Beguman ez tiþte hun dikin baþ dibinim

Verse 12 — Surah Saba 34:12

U me ji Sileman re ji ba (situxor kir) ku sere sibe cuna wi meheki ye u eware dagerina wi meheki ye; u me je re kaniya paxir herikand, u hin ji cinna ji bi destura perwerdekare wi li ber deste wi dixebitin. Ki ji wan ji fermana me ru bizivrine, eme wi ji ezabe agire hilbuyi bidin tam kirine

Verse 13 — Surah Saba 34:13

Wan, je re tiþte bixwesta ji koþk u mizgevta, u heykel u koþiken weki hewze mezin u diziken ku ji cih nedhatin bilindkirin cedikir. (Me gote:) "Hun geli malbata Dawid sipaskari bikin" Ji bendeyen min sipaskar hindik in

Verse 14 — Surah Saba 34:14

Veca ci gava me mirine li sere hukim kir, her kurmike axe ku ji gopale wi dixwar wana bi ser mirina wi vekir-niþa wan da. Veca ci gava ew (ji ser gopale xwe de) ket, (edi ji mirovan ve) xuya bu ku eger cinna tiþte penhan zanibuna we (ew qas) di ezabe nizimker de nemana

Verse 15 — Surah Saba 34:15

Sond be, ji (xelqe) Sebe´e re di þunware wan de ayetek (ni þanek) hebu: ku ji rast u cep ve du baxce hebun. (Ji wan re hat gotin ku:) "Hun ji roziya perwerdekare xwe bixwin u je re sipas bikin? Bajareki rind u pak u perwerdekareki bexþendekar

Verse 16 — Surah Saba 34:16

Veca wan (ji rastiye) ru li ba xist; edi me ji lehiya zor dijwar bi ser wan de þand u me wan herdu baxce wan (e xweþ) bi du baxceye fekiye tal u tirþoqi u dargeze bi dirri u tiþteki hindik ji ji sidre guherand

Verse 17 — Surah Saba 34:17

Me wan bi sedem kufra wan wuha ceza kir. Ma em ji kafiran-nankoran peve ceza dikin

Verse 18 — Surah Saba 34:18

U me di nabeyna wan u bajaren ku me te de firehi cekiribu de bajaren bi hev ve-ji hev dixuyan cekir u me cun u hat´ine di nava wan de derbas kir; (u me gote wan ku:) "Hun bi þeva u rojan biewleti di wan de derbas bibin

Verse 19 — Surah Saba 34:19

Veca gotin: "Perwerdekare me! tu navbera rewitiyen me dur bike.", u wan li xwe sitemkari kir; edi me ji wan kir hin buyer (ji en pey wan re) u me wan tev ji hev hur hur kir. Beguman di vi de ji her bihnfirehe pirr sipaskar re gellek ayet (niþan u ibret) hene

Verse 20 — Surah Saba 34:20

Sond be, pelid gumana xwe derbaree wan de rast derand; veca ji desteki hindik ji bawermend peva wan da pey wi

Verse 21 — Surah Saba 34:21

Tu zor u heza wi li ser wan nebu tene ev ku da em kese bi axrete baweri tine ji e ku ew te de dudil e bizanbin-veqetinin. Perwerdekare te li ser her tiþti parezvan e

Verse 22 — Surah Saba 34:22

Tu beje ku: "Hun gazi ewen ku hun beyi Xuda bi derew doz dikin, bikin; ne di asimana u ne di zemin de bi qasi sere derziye ji di deste wan de nine u ji wan re di wan de tu þirikati ji nine, u je re jiwan tu piþtvan ji nine

Verse 23 — Surah Saba 34:23

Tu mehdervani li bale biker naye ji peþtire e ku je re destur dabe. Heya gava tirs ji dilen wan sivik dibe, dibejin ku: "Ma perwerdekare we ci got?" Gotin: "Rastiye (gotiye). Bilinde heri mezin her ew e

Verse 24 — Surah Saba 34:24

Tu beje: "Ma ji asimana u zemin ki rozi dide we?" Tu beje: "Xuda; u beguman em yan hun li ser reya rast in yan ji di þaþitiki aþikar de ne

Verse 25 — Surah Saba 34:25

Tu beje ku: "Hun ji suce me kiriye nayen pirsin u em ji ji tiþte hun dikin neyen pirsin

Verse 26 — Surah Saba 34:26

Tu beje ku "We perwerdekare me, me bicivine, paþe we bi rastiye me ji hev safi bike. Safikere heri zana her ew e

Verse 27 — Surah Saba 34:27

Tu beje ku: "Ka hun ew þiriken we pe gihan dibu niþa min bidin?" Naxer! serkeftiye hikmetdar her Xuda ye

Verse 28 — Surah Saba 34:28

Me te ji bo hemu mirovan re her mizginvan u hiþyarker þandiye, le bele pirri mirovan nizanin

Verse 29 — Surah Saba 34:29

U dibejin: "Eger hun rastgo ne ka ev wada han kinge ye

Verse 30 — Surah Saba 34:30

Tu beje ku: "Wada rojeki ku hun danaki ji he ne paþde dikevin u ne ji peþde dikevin ji we re ye

Verse 31 — Surah Saba 34:31

U ewen kafir bune gotin ku: "Em, ne bi ve Qur´ana han u ne ji bi e beri we, qet baweri naynin." Hey xwezi te biditana gava sitemkar li cem perwerdekare xwe rawestiyane ku cewa hin ji wan gotine li hina li ba dixin! Ewen bindestxisti ji en serdestiyen qure re dibejin ku: "Eger ne ji we buna, eme bibuna bawermend

Verse 32 — Surah Saba 34:32

Ewen serdestiyen qure ji ji en bindestxisti re dibejin ku: "Ma piþti gava reberi ji we re hat ma qey me peþiya we girt? Ne, hun bi xwe bun sucdaren gunehkar

Verse 33 — Surah Saba 34:33

U ewen bindestxisti ji ewen serdestiyen qure re gotin ku: "Ne, we bi þev u bi roj xax u dafa cedikir; lewra we bi me ferman dikir ku em bi Xuda kafir bibin u em je re hemtayan cekin." Wan ci gava ezab dit, poþmaniye di dile xwe de veþartin; u me ji xeleke agirin kire situye ewen kafir bune. (Dergevane dojehe gotine wan:) "Ma hun ji tiþte we kiriye peve tene ceza kirin

Verse 34 — Surah Saba 34:34

Her bajare me hiþyarkera þandiye hey terxwariyen wan en bitir gotine ku: "Em bi tiþte hun pe hatine þandin kafir in-bawer nakin

Verse 35 — Surah Saba 34:35

U gotin ku: "Em bi mal u bi zaru pirrtir in u em nayen ezab dayin

Verse 36 — Surah Saba 34:36

Tu beje ku: "Beguman perwerdekare min, ji e bixwaze re rozi fireh radixe u teng ji dike, le bele pirri mirovan nizanin

Verse 37 — Surah Saba 34:37

Ne malen we u ne ji zaruyen we ne ku we hey bal me ve nez dikin; tene e ku baweri anibe u kare qenc kiribe. Edi even han ji wan re xelateki qatkiri di bergidana kirine wan de heye u ew di koþken bilind de ji biewle ne

Verse 38 — Surah Saba 34:38

Ewen ku derbaree ayeten me de dixebitin ku (me) bezar bikin, ewen han di ezab de tene amade kirin

Verse 39 — Surah Saba 34:39

Tu beje ku: "Perwerdekare min ji e bixwaze re rozi fireh radixe u teng ji dike. Her tiþta hun bidin edi ew dike þuna we. Ew cetirine rozidana ye

Verse 40 — Surah Saba 34:40

U roja ku we wan teva bicivine paþe ewe ji feriþteyan re beje: "Ma even han, we dihebandin

Verse 41 — Surah Saba 34:41

Gotin: "Em te (ji her kemasiyi) pak beri diderin, ne ew, tu yar u yawere me yi. Ne, wan cinna diheband; pirri wan bi wan (cinna) bawermend in

Verse 42 — Surah Saba 34:42

Edi iro, tu kar u ziyana yeki ji we bi deste yeki nine; u eme ji en sitemkari kirine re bejin ku: "Hun ezabe agire we wi diderewand tam kin

Verse 43 — Surah Saba 34:43

Gava ayeten me li ser wan tene xwendin, ew dibejin ku: "Eve han hey zilamek e, dixwaze ku peþiya we ji tiþte bapiren we dihebandin bigre"; u gotin ku: "Eve han derewek e ku ji ber xwe ve hatiye cekirin"; u ewen kafir bune ci gava rasti ji wan re hat gotin ku: "Eva han efsuneke aþikar e

Verse 44 — Surah Saba 34:44

Tevi ku me, ne kiteben ew ders bixweynin dabu wan u ne ji me beri te hiþyarker bal wan ve þandibu

Verse 45 — Surah Saba 34:45

U en beri wan ji derewandibun; tevi ku ev negihiþtine deh yeka tiþte me dabu wan. Veca wan pexemberen min derewand; edi we inkara min (li kirinen wan) cewan be (tu meze ke)

Verse 46 — Surah Saba 34:46

Tu beje ku: "Beguman ez yek þireteka bitene li we dikim (ew ji eve:) ku hun yek yek u dido dido ji bo Xuda rabin u bifikirin." Bi hevale we (pexember) re tu diniti nine. Ew tene ji we re beriya ezabeki zor dijwar hiþyarkerek e

Verse 47 — Surah Saba 34:47

Tu beje ku: "Her destmuza min ji we xwestibe edi bira ew ji we re be. Destmuza min tene li ser Xuda ye. Ew danase li ser her tiþti ye

Verse 48 — Surah Saba 34:48

Tu beje ku: "Beguman perwerdekare min rastiye daveje (dile e bixwaze. Ew) pirr zanaye bi tiþte penhan e

Verse 49 — Surah Saba 34:49

Tu beje ku: "Rasti hat u nerasti, ne dest pe dike u ne ji vedigere

Verse 50 — Surah Saba 34:50

Tu beje ku: "Eger min re þaþ kir, edi beguman ez tene ji xwe re þaþ dikim; u eger ez reya rast bibinim ji, edi ew bi wehya perwerdekare min bal min ve ye. Beguman ew baþ sehkir e pirr nez e

Verse 51 — Surah Saba 34:51

Xwezi gava ew tirsiyan te bidita!; edi tu xelasi nine; u ew ji ciyeki nez hatin girtin

Verse 52 — Surah Saba 34:52

U gotin: "Me pe baweri ani." Le ji ciyeki dur (ji axrete) cewa dikarin dest direji (baweriya li dine) bikin

Verse 53 — Surah Saba 34:53

Tevi ku ew bere (li dine) pe kafir bun, u ew ji ciyeki dur bi gumane davejin (guman dikin ku we vegerin dine)

Verse 54 — Surah Saba 34:54

U cudati kete navbera wan u tiþte dile wan dibije, cewa ku bere bi hemtayen-hemkiþen wan hate kirin. Beguman ew, hey di gumanek dudili de bun