Verse 1 — Surah Az-Zumar 39:1
Daxistina kitebe hin bi hin ji Xudaye serkeftiye hikmetdar e
Verse 2 — Surah Az-Zumar 39:2
Beguman me kitebe bi rastiye bal te ve daxistiye veca tu Xuda bihebine, din je re pak biderine
Verse 3 — Surah Az-Zumar 39:3
Hay je bin! dine pak her e Xuda ye. Ewen ku ji Xuda peve hin yar u yaweran girtine (u dibejin ku:) "Em wan dihebinin ji bo ku ew me hey bal Xuda ve neztir bikin"; beguman we Xuda di navbera wan de di tiþte ku te de bi hev ketine de hukim bike. Beguman Xuda ewe ku derewkare pirr kafir e nade ser reya rast
Verse 4 — Surah Az-Zumar 39:4
Eger Xuda bixwesta ku zaru bigire we ji tiþtediaferine a hiz dike hilbijartana. Ew pak beri ye. Ew Xuda yektaye heri serkefti ye
Verse 5 — Surah Az-Zumar 39:5
Wi asimana u zemin bi rastiye aferandiye; þeve li ser roye dipece u roye li ser þeve dipece; uroj u hive situxor kiriye. Tev ji ji demek navdayi re diherikin. Hay je bin! serkeftiye pirr bexþendekar her ew e
Verse 6 — Surah Az-Zumar 39:6
We ji yek caneki aferandiye, paþe je hevala wi ji cekir u ji we re ji dewara heþt cota daxistiye (aferandiye). We di zike dayiken we de di se taritiyan de bi aferandinek piþti aferandinek diaferine. Ev Xudaye han perwerdekare we ye. Mulk her e wi ye. Ji wi peve tu Xuda ninin. Nexwe hun cewa tene zivirandin
Verse 7 — Surah Az-Zumar 39:7
Eger hun kafir bibin, edi beguman Xuda ji we behewce ye, u ew ji bendeyen xwe bi kufre qayil nabe. Eger hun sipas bikin ew pe ji we qayil dibe. Tu bardare guneha bare gunehe yeki din hilnagire. Paþe vegera we her bal perwerdekare we ve ye; veca we we bi tiþte we kiriye haydar bike. Beguman ew baþ zanaye bi tiþte di singan de ye
Verse 8 — Surah Az-Zumar 39:8
Gava nebaþiki tekili mirov dibe ew gazi perwerdekare xwe dike, bal ve vedigere, paþe gava qenciki ji xwe pe dike, ew tiþte bere bal ve gazi dikir ji bir dike, u ji Xuda re hemtayan cedike ji bo ku (mirova) ji reya wi þaþ bike. Tu beje ku: "Tu bi kufra xwe hindiki kefxweþ be. Beguman tu ji hevale agiri
Verse 9 — Surah Az-Zumar 39:9
Ma (eve han baþ e) yan e ku nive þeve radibe sere xwe datine u li piya limej dike, ji (ezabe) axrete ditirse u dilovaniya perwerdekare xwe hevi dike? Tu beje ku: "Ma en dizanin u en nizanin weki hev in." Beguman tene xwedan hiþ difikirin-þiret digrin
Verse 10 — Surah Az-Zumar 39:10
Tu beje ku: "Geli bendeyen min en baweri anine! hun xwe ji perwerdekare xwe biparezin-bitirsin. Ji ewen di ve dunya han de qenci dikin qenci heye; u axa Xuda fireh e. Beguman tene en bihnfireh bejimartin destmuza wan bi tevayi te dayin
Verse 11 — Surah Az-Zumar 39:11
Tu beje ku: "Beguman ez hatime ferman kirin ku Xuda bihebinim, din hey je re pak biderim
Verse 12 — Surah Az-Zumar 39:12
U ez hatime ferman kirin ku ez bibim peþine musilmanan
Verse 13 — Surah Az-Zumar 39:13
Tu beje ku: "Beguman ez, eger beemriya perwerdekare xwe bikim, ji ezabe roja mezin ditirsim
Verse 14 — Surah Az-Zumar 39:14
Tu beje ku: "Ez hey Xuda dihebinim, dine xwe je re pak diderim
Verse 15 — Surah Az-Zumar 39:15
Veca hun ji wi peve ki dixwazin bihebinin." Tu beje ku: "Beguman ziyankar ew in ku xwe u ehle xwe roja qiyamete ziyan kirine. Hay je bin! ziyana heri xuya eva haye
Verse 16 — Surah Az-Zumar 39:16
Ji wan re di ser wan re tebeqen ji agir u di bin wan re tebeqen (ji agir) hene. Eve han Xuda bendeyen xwe pe ditirsine. Bendeyen min! edi hun xwe ji min biparezin-bitirsin
Verse 17 — Surah Az-Zumar 39:17
Ewen ku xwe ji pelid dur girtine ku wi bihebinin u bal Xuda ve vegeriyane, mizgin ji wan re ye
Verse 18 — Surah Az-Zumar 39:18
Veca ku gotine dibihizin edi didin pey a heri rinde we. Eve han in en ku Xuda wan daye ser reya rast u en xwedan hiþ ji her even han in
Verse 19 — Surah Az-Zumar 39:19
Veca ma e peyva ezabe li sere pewist buye, ma e di agir de te xelas biki
Verse 20 — Surah Az-Zumar 39:20
Le bele, en xwe ji perwerdekare xwe parastine ji wan re koþke bilind ku di ser wan re qonaxen avakiri hene ku di bine wan re ji cem diherikin. Wada Xuda ye ( ku bi wan re wad daye). Xuda ji wada xwe danagere
Verse 21 — Surah Az-Zumar 39:21
Ma tu nabini ku beguman Xuda ave ji asiman daxistiye, veca we di zemin de kiriye kani, paþe pe candiniye cihe reng derdixe, paþe ew hiþk dibe. Veca tu wi zerbuyi dibini paþe wi hur hur dike. Beguman di vi de ji xwedan hiþan re þiret u birxistini heye
Verse 22 — Surah Az-Zumar 39:22
Veca ma e ku Xuda singa wi ji Islame re vekiribe u ew li ser ronahiyek ji perwerdekare xwe be (weki e beronahi ye?) Veca xuli li en ku dilen wan ji biranina Xuda hiþk in! ewen han di þaþiki diyar de ne
Verse 23 — Surah Az-Zumar 39:23
Xuda rindtire peyva ku kitebek (ayeten we) diruvehev pedixin, tene dubare kirin, daxistiye ku cerme en ji perwerdekare xwe ditirsin je diguruze, paþe cerme wan u dilen wan bal biranina Xuda ve nerm dibe. Eve han reberiya Xuda ye ku e bixwaze reberi reya rast dike. Kese Xuda wi ji re þaþ bike, edi tu reber je re ninin
Verse 24 — Surah Az-Zumar 39:24
Veca ma e ku roja qiyamete xwe bi ruye xwe ji dijwariya ezab dipareze (weki e ku dikeve bihiþte ye?) Ji sitemkaran re te gotin ku: "Hun tiþte we bi dest xistiye tam bikin
Verse 25 — Surah Az-Zumar 39:25
En beri wan ji derewandin, veca ezab ji aliki ku haya wan je nebu hate wan
Verse 26 — Surah Az-Zumar 39:26
Veca Xuda rureþiya di jiyana dine de bi wan da tam kirin u ezabe axrete ji her mezintir e, eger bizanbuna (le ew nizanin)
Verse 27 — Surah Az-Zumar 39:27
Sond be me di ve Qur´ana han de ji mirovan re her minaki daye; hevi heye ku ew bifikirin-þiret bigrin
Verse 28 — Surah Az-Zumar 39:28
Qur´anek (bi zimane) erebi ye, be tu cewti ye; hevi heye ku ew xwe biparezin-bitirsin
Verse 29 — Surah Az-Zumar 39:29
Xuda, zilamek minak da ku cend kes te de þirik in li sere xirecir dikin u zilamek ji e yeki bitene ye. Ma ev herdu ji ali minak ve weki hev in? Pesn u sipas ji Xuda re. Ne, pirri wan nizanin
Verse 30 — Surah Az-Zumar 39:30
Beguman te bimri u beguman ewe ji bimrin
Verse 31 — Surah Az-Zumar 39:31
Paþe beguman hune roja qiyamete li cem perwerdekare xwe bi hev re xirecire bikin
Verse 32 — Surah Az-Zumar 39:32
Veca ma ji e derewa dave ser Xuda u rastiye dema je re te diderewine sitemkartir ki heye? Ma ji kafiran re þunwarek di dojehe de nine
Verse 33 — Surah Az-Zumar 39:33
Ewe ku rastiye aniye u we rast deraye, en xweparez her eve han in
Verse 34 — Surah Az-Zumar 39:34
Ji wan re li cem perwerdekare wan tiþte bixwazin heye. Xelata qencikaran eva haye
Verse 35 — Surah Az-Zumar 39:35
Ji bo ku Xuda nerindtire tiþte kirine ji wan bibe-veþere u destmuza wan bi rindtire tiþte kirine peru bike
Verse 36 — Surah Az-Zumar 39:36
Ma qey Xuda tera bendeye xwe nake? Ew te bi en peþtire wi didin tirsandin. Xuda, ki ji re þaþ bike edi tu reber je re ninin
Verse 37 — Surah Az-Zumar 39:37
U Xuda, ki bide ser reya rast, edi tu kes nikare wi ji re þaþ bike. Ma qey Xuda serkeftiye heyfsitan nine
Verse 38 — Surah Az-Zumar 39:38
Sond be eger tu ji wan bipirsi ku ki asimana u zemin aferandiye? We bejin: "Xuda". Tu beje ku: "De ka binerin, tiþte hun beyi Xuda dihebinin, eger Xuda bixwaze ziyanek bigihine min, ma ew (put) dikarin ziyana wi rakin yan eger bixwaze dilovaniyek bigihine min, ma ew dikarin dilovaniya wi nehelin?" Tu beje ku: "Xuda besi min e. En xwesipar her xwe disperin wi
Verse 39 — Surah Az-Zumar 39:39
Tu beje: "Gele min! hun di þuna xwe de bixebitin, beguman ez ji xebatkar im; veca hune paþe bizanbin
Verse 40 — Surah Az-Zumar 39:40
Ki ezab pede were, ew wi rureþ dike u ezabe hertimi ji bi ser de te
Verse 41 — Surah Az-Zumar 39:41
Beguman me ji mirovan re kitebe bi rastiye li ser te daxistiye, veca ki reya rast bibine edi ew ji xwe re dibine u ki ji re þaþ bike edi ew ji xwe re þaþ dike. Tu li ser wan parezvan nini
Verse 42 — Surah Az-Zumar 39:42
Xuda cana dema mirina wan distine u a ku di xewa xwe de nemiriye ji (distine). Veca a ku mirine li sere hukim kiriye digre u a din ji heya demeki navdayi berdide. Beguman di vi de ji komeleki difikirin re gellek ayet (niþan) hene
Verse 43 — Surah Az-Zumar 39:43
Ma beyi Xuda hin mehdervana girtine? Tu beje ku: "Ma gelo ew tu tiþt di dest wan de nebe u ew hiþ te nebin ji (heji ewe wan ji xwe re mehdervan bigrin)
Verse 44 — Surah Az-Zumar 39:44
Tu beje ku: "Mehdervani tev her a Xuda ye.Mulke asimana u zemin her e wi ye. Paþe hþne her bal wi ve bene vegerandin
Verse 45 — Surah Az-Zumar 39:45
U gava Xuda bitene be biranin, dile ewen bi axrete baweri naynin bi qureti u nexweþi te girtin; u gava en beyi wi tene behs kirin ew pere pere dilþa dibin
Verse 46 — Surah Az-Zumar 39:46
Tu beje: "Xudaye me! e ku asimana u zemin aferandiye, zanaye bi penhan u peyda ye! tu di navbera bendeyen xwe de di tiþte ew te de bi hev ketine de hukim diki
Verse 47 — Surah Az-Zumar 39:47
Beguman eger hemu tiþte di ruye zemin de u bi qasi wi ji pe re e wane sitemkari kirine buna, we wan roja qiyamete ji ber zoriya ezab ve bergidan bidana. Ji wan re ji Xuda tiþte qet guman nedikirin xuya bu
Verse 48 — Surah Az-Zumar 39:48
Xerabiye tiþte bi dest xistin ji wan re xuya bu u tiþte pe tinaza dikirin bi wan de hat
Verse 49 — Surah Az-Zumar 39:49
Veca gava nexweþiki digihije mirov, ew gazi me dike. Paþe gava em xweþiki ji xwe didine ew dibeje: "Beguman ew li ser zaninek ji min re hatiye dayin." Ne, ew (je re) siheti ye, le bele pirri wan nizanin
Verse 50 — Surah Az-Zumar 39:50
Bi rasti en beri wan ji ve gotibun; veca tiþte bi dest xistibun qet bikera wan nehat
Verse 51 — Surah Az-Zumar 39:51
Veca xerabiye tiþte bi dest xistin hate sere wan. Ji ewen han ji en ku sitemkari kirine we xerabiye tiþte bi dest xistine were sere wan u ew nikarin nehelin ji
Verse 52 — Surah Az-Zumar 39:52
Ma qey ew nizanin ku beguman Xuda rozi ji kese bixwaze re fireh dike u teng dike. Beguman di vi de ji komeleki ku baweri tinin re gellek ayet (niþan) hene
Verse 53 — Surah Az-Zumar 39:53
Tu beje: "Geli bendeyen min en ku li xwe tade kirine- ji hed derketine! hun ji dilovaniya Xuda behevi nebin. Lewra beguman Xuda hemu guneha dibexþine. Lewra beguman bexþendekare dilovan her ew e
Verse 54 — Surah Az-Zumar 39:54
U hun bal perwerdekare xwe ve vegerin u beri ku ezab be we hun je re seri deynin, paþe hune neyen yari kirin
Verse 55 — Surah Az-Zumar 39:55
U beri ku ezab ji niþkav de be we u haya we je nebe hun bidin pey rindtire tiþte ji perwerdekare we bal we ve hatiye daxistin
Verse 56 — Surah Az-Zumar 39:56
U (hun bilezinin beri) ku her kes (ji we) beje: "Hey wax li min! li ser kemasiye ku min derbaree Xuda de kiriye u ez ji her ji wane ku tinaza dikirin bum
Verse 57 — Surah Az-Zumar 39:57
Yan beje: "Eger Xuda min bida ser reya rast eze ji bibuma ji xweparezan
Verse 58 — Surah Az-Zumar 39:58
Yan ji dema ezab bibine beje: "Eger bi rasti firsendek din ji min re hebuna, edi eze ji bibuma ji qencikaran
Verse 59 — Surah Az-Zumar 39:59
(Xuda wuha bersiva wi dide:) "Bele cewan, bi rasti ayeten min ji te re hatin, veca te wan derewand u te qureti kir u tu buyi ji kafiran
Verse 60 — Surah Az-Zumar 39:60
U roja qiyamete tu ewen ku derewa daven ser Xuda dibini ku ruyen wan reþ buye. Ma qey ji qureyan re þunek di dojehe de nine
Verse 61 — Surah Az-Zumar 39:61
U Xuda ewen xweparezi kirine ji bi qenciyen wan, wan xelas dike; ne xerabi digihe wan u ne ji ew xemgin dibin
Verse 62 — Surah Az-Zumar 39:62
Xuda aferandekare her tiþti ye u ew li ser her tiþti parezvan e
Verse 63 — Surah Az-Zumar 39:63
Mifte gencineye asimana u zemin e wi ne. Ewen ku bi ayete Xuda kafir bune en ziyankar her ewen han in
Verse 64 — Surah Az-Zumar 39:64
Tu beje: "Geli nezana! ma hun fermana min dikin ku ez ji peþtiri Xuda bihebinim
Verse 65 — Surah Az-Zumar 39:65
Sond be bal te u bal en beri te ve hatiye wehi kirin ku eger tu þirika ceki we kare te hey biþewite u te yi bibi ji ziyankaran
Verse 66 — Surah Az-Zumar 39:66
Ne, edi tu her Xuda bihebine u bibe ji sipaskaran
Verse 67 — Surah Az-Zumar 39:67
Wan rumeta Xuda cewa hejaye wi ye negirt. Roja qiyamete zemin tev di deste wi de ye u asiman ji bi deste wi ye raste pecayi ne. Ew, ji tiþte dikin þirik pak beri ye u pirr bilind e
Verse 68 — Surah Az-Zumar 39:68
U di sure de hat pif dayin, edi en di asimana de u en di zemin de ne ji peþtire e ku Xuda bixwaze peve tev ji qerine behiþ ketin mirin, paþe disa te de hat pif dayin, edi ew pere pere rabun li bende man
Verse 69 — Surah Az-Zumar 39:69
Zemin bi ronahiya perwerdekare xwe rohni bu u kiteb hat danin u pexember u danas hatin anin u di navbera wan de bi rastiye hate hukim kirin u ew nayen tade kirin ji
Verse 70 — Surah Az-Zumar 39:70
Herkes tiþte kiriye bekemasi hatiye dayin u ew bi tiþte dikin zanatir e
Verse 71 — Surah Az-Zumar 39:71
U ewen kafir bune kom bi kom bal dojehe ve tene ajotin, heya gava hatine pere deren we vebun u dergevanen we ji wan re gotin ku: "Ma qey hin pexemberen ji we ku ayete perwerdekare we li ser we dixwendin u we bi pergihatina ve roja we ya han hiþyar dikirin-ditirsandin ji we re nehatin?" Gotin: "Bele cewa (nehatin).".Le bele peyva ezab li ser kafiran pewist buye
Verse 72 — Surah Az-Zumar 39:72
Hat gotin ku: "Hun tekevin deriye dojehe hertimi te de bin. Veca þuna qureyan ci nerind e
Verse 73 — Surah Az-Zumar 39:73
U ewen ku xwe ji perwerdekare xwe parastibun-tirsiya bun kom bi kom bal bihiþte ve hatin ajotin, heya gava hatine u deriyen we hatibun vekirin u dergevanen we gotin wan: "Silav li we be. Hun dilþa ne. Edi hertimi tekevine
Verse 74 — Surah Az-Zumar 39:74
Wan ji got ku: "Pesn u sipas ji Xudaye ku wada xwe ji me re rast derani u me kir miratxwire zemin ku em ji bihiþte kuder bixwazin we der qonax digrin. Veca xelata xebatkaran ci rind e
Verse 75 — Surah Az-Zumar 39:75
U tu feriþteyan dibini ku hawidore text girtine bi pesn u sipase perwerdekare xwe wi pak diderin. Di navbera wan de bi rastiye hate hukim kirin u hat gotin ku: "Pesn u sipas ji Xuda perwerdekare hemu aleman re ye