Back to Languages

Kurmanji - Chapter 5 - Al-Maidah

Translation by Unknown — Permalink

Verse 1 — Surah Al-Maidah 5:1

Geli ewane, ku we bawer kiriye! (We ci peyman dabe) hun ewan peymana pek binin. Ji pestire van tarisen ku we ji bona we ra bene xwendine, (qoste) hemu tarisan ji bona we ra durist buye, ji xenci necirkirina wan, heke hun di ihrama (Hece da bin). Bi rasti Yezdan ci bive, berewaniya wi dike

Verse 2 — Surah Al-Maidah 5:2

Geli ewane, ku we bawer kiriye! Hun ewan biryar u (beraten) Yezdan, ku ji bona rumeta xwe daniye, bi duristi ne hetikinin u hun ewan rumete wan mehen (ku di wan da qirin hatine qedexe kirine u hun rumeta (wan tarisen gorine xwe) u hun rumeta wan tarisen, ku bi guhari (hatine diyar kirine) u hun ewan meriven, ku xwe avetine xaniye qedexe (qirin teda hatine qedexe kirine) ewan ji di wi xani da ji Xudaye xwe, rumet u qayilbuni dixwazin, bi duristi ne hetikinin. U di gava hun ji (ihrama Hece) derketin, idi hun necira xwe bikin. U bira fetilandina wi komale, ku ewan hun ji hece fetilandine, nebe mane ji bona we ra, ku hun ji erise bibin ser wan. U hun li ser qenciyan u li ser xwe parisandina ji gonehan arikariya hev bikin. U hun li ser gonehkari u cewriti arikariya hevdu nekin u hun yezdanparizi bikin. Bi rati Yezdan zor sapat e

Verse 3 — Surah Al-Maidah 5:3

(Goste) miraran u xwin u goste berazan u (goste) we tarisa, ku ji bona nave wan tisten; ji pestire nave Yezdan ra hatina (je kirine) u (goste) we (tarisa) hatiye fetisandine u (goste) we tarisa, bi dar, ya ji bi tisteki mayi hatiye kustine u (goste) we tarisa, ku ketiye miriye u (goste) wan tarisen, ku tarisen mayi li wan xistiye miriye u (goste) we tarisa, ku cenaweran xaribe, ji pestire heke hun bigehijen wan, ewan bi can bin, hun ji sere wan je kin u (goste) we tarisa, ku li ser (keviren cikandi) tene je kirine (weki put u dar u keviren berate) u (goste) wan tarisen, ku ji bona fal avetin u xumare tene je kirine, hemusk ji bona we ra ne durist buye. Evan hemusk ji derketina ji reya rast e. Idi di iro da ewane file, ji bo ku we ji ola we derxin, be hevi bune (ewan nikarin we ji ola we derxin). Idi hun ji wan filan netirsin u hun ji min bitirsin. Di iro da min ji bona we ra, ola we pek aniye (kemaya wi nemaye). U min ewan qencen xwe ji bona we ra pasi ani u min ji bona we ra ola bi nav (islam) bi oliti lite kiriye. Idi kijan meriv heke ji birciya bikeve tengasiye, heke ji bona gonehkariye nexwe dikare (ji goste van tarisen bori weki xwarineke neji u nemir bixwe). Bi rasti idi Yezdan baxiskare dilovin e

Verse 4 — Surah Al-Maidah 5:4

(Muhemmed)! Ewan ji te dipirsin: “Ka ji bona wan ra ci tist hatiye durist kirine.” Tu ji bona wan ra beje: “Ji bona we ra tista paqij durist buye u ewa necira wan sene, ku hun ewan hine wan zanin e, Yezdan bi we daye hinkirine, dikin. Evan sene necirvan cinecire bigirin, idi hun ewe necire bixun u hun li ser wan neciran, nave Yezdan bixunin u hun yezdanparizi bikin. Bi rasti Yezdan zu hijmar e

Verse 5 — Surah Al-Maidah 5:5

Di iro da ji bona we ra paqij durist buye. U xwureken wane xweye pirtuk ji ji bona we ra durist buye. U xwureken we ji ji bona wan ra durist e. U ewan jinen ji bawergeran, ku toliti ne kiribin u ewan jinen ji we desta, ku di berya we da ji wan ra pirtuk hatiye dane, xwe ji to-litiye diparisinin; di gava hun kirya wan (mara wan) bidne wan, hun bi wan ra toliti nekin u hun ewan bi dizika da ji xwe ra nexne dost, hey ji bo ku hun xwe ji tolitiye biparisinin u bi wan ra kevin bibin. Kevinbuna evan jinan ji ji bona we ra durist buye. U kijan meriv ji pisti bawerye disa bibe file bi sond! Xebata wi idi sewitiye. U ewa di gav u dane para da ji dibe ji wane ziyanger

Verse 6 — Surah Al-Maidah 5:6

Geli ewane ku we bawer kiriye! Di gava ku hun biven rabin nimej bikin, idi hun ruye xwe u deste xwe ji heya eniskan bison u hun sere xwe mes bikin u pe xwe ji heya guzekan. (Pase nimeja xwe bikin). U heke hun ser ne pak bin, idi hun xwe bison u paqij bikin. U heke hun nexwes bin ya ji hun li ser re bin, ya ji yek ji we ji qendegehe hatibe, ya ji we dest dabe jinan idi hun raste ave ji ne hatibin, hun bi xweliyeke paqije temiz idi teyemmum bikin (destnimeja bi xwelye bigirin). Hun biwe xwelye deste xwe u ruye xwe mes bikin. Yezdan nave ku ji bona we ra zoratiye ceke, le Yezdan dive ku we paqij bike u Yezdan deve ku qencen xwe ne li ser we hene, be kemayi pek bine. Dibe ku hun bi rasti sipaziya wi bikin

Verse 7 — Surah Al-Maidah 5:7

U hun (geli bawergeran!) ewan qencen Yezdan e ku li ser we hene u hun ewe peymana ku we dabuye wi, di we gava ku we gotibuye: “Me biryaren (te) bihist u me bi gotina wan kiriye.” Hun bi we peymane ji hatibune giredane, bira xwe binin. U hun yezdanparizi bikin. (Hun bizanin!) Bi rasti Yezdan bi wan tisten vesartiye di singa da heyi dizane

Verse 8 — Surah Al-Maidah 5:8

Geli ewane ku we bawer kiriye! Ji bo ku dadi li piya bimine, hun ji bona Yezdan ra, bibin sahide bi hez. Bira kirina wi komale, ku di hembere we da neyarti kirine, ji bo ku hun di hembere wan da dadvani nekin, we nede helan dane, ku hun dadvani nekin. Hun dadvani bikin, loma dadvani ji pariziye ra neziktir e. U hun yezdanparizi bikin. Bi rasti Yezdan bi wan tisten ku hun dikin, dizane

Verse 9 — Surah Al-Maidah 5:9

Yezdan ji bona wane bawer kirine u kare asti kirine, peyman daye ku ji bona wan ra baxisandin u kireke mezin heye

Verse 10 — Surah Al-Maidah 5:10

U ewane ku bune file u ewane bi beraten me derew kirine, hene! Hevrine doje evan in

Verse 11 — Surah Al-Maidah 5:11

Geli ewane ku we bawer kiriye! Hun ewe qenciya Yezdan e, ku di gaveki da komaleki (eris anibune ser we) deste xwe (ji bona kustina we) direj kirin, idi Yezdan ji deste wan li ser we daye paradane, bira xwe binin. U hun yezdanparisi bikin. Idi geli bawergeran! Hun hey xwe hisperne Yezdan

Verse 12 — Surah Al-Maidah 5:12

U bi sond! Yezdan ji zaren cihuyan peyman hildaye u me ji wan dazne didevan (di nava wan da) sandibuye. Yezdan ji wan ra (aha) gotiye: “Bi rasti ez bi we ra me. Heke hun nimeja xwe bikin u hun baca male xwe bidin u hun bi pexemberen min bawer bikin u hun arikarya wan bikin u heke hun ji bona qayilbuna Yezdan ji hev ra deyn bi qenci bidne hev, bi rasti eze ji sikatiyen we li ser we rakim (eze we bibaxisinim). U eze we bixme wan bihisten, ku di bine (dare wan da) cem dikisin, idi ji virha kijan meriveki ji we bibe file (evan siret u qenciyan birva bike) bi sond! Idi ewi reya rast wunda kiriye.”

Verse 13 — Surah Al-Maidah 5:13

Idi ji ber ku ewan peymana xweye dayi sikenandine, me ji ewanan deherandine u me dile wan hisk kiriye. Ewan zaren (cihuyan) peyven (biryaran) ji suna wan dihejinin (ji bo ku binek arsan weki armance xwe derxin). Ewan pareke, ku ji wan ra hatibuye gotine (ji biryaran) birva kirine. Ji pestire hindiken ji wan, tuyi rasti qalpiya wan hemuskan weri. Idi tu ji wan kemasiyen wan bibore u tu kirine wan belas bide. Bi rasti Yezdan ji qencikaran hez dike

Verse 14 — Surah Al-Maidah 5:14

U me ji wane ku gotine: “Bi rasti em mexinine (em arikaren Isa ne) ji peymanan hildaye. Idi ewan mexinan pareke (ji wan biryaren) ku ji wan ra hatibuye gotine birva kirine. Idi me ji di nava wan da heya roya rabuna hemu da, neyarti u xerez xistiye (helan). Yezdane ji bona wan ra ewe kirina wan e, ku ewan ji xwe ra xistibuye pes e, beje

Verse 15 — Surah Al-Maidah 5:15

Geli ewane xweye pirtuk! Bi rasti li bal we da pexembere me hatine. Ewan (biryaren) ku di pirtuke da hebun, we penha dikir, ji bona we ra ewa (pexembera) pire wan (biryaran) vedike u ji pire wan (biryaran) ji dibore (qe ji wan axiftin nake). Bi sond! Ji Yezdan bona we ra ruhnayek u pirtukeke daveger hatiye

Verse 16 — Surah Al-Maidah 5:16

Yezdan bi we pirtuke, ewan meriven ku di bine peyrewe qayilbuna wi, digihine rene parisvan u ewa ewan merivan (bi we pirtuke) ji taritiye li bal ruhnaye da derdixe. Ere! Ewa, ewan tine reya rast

Verse 17 — Surah Al-Maidah 5:17

Bi sond! Ewan meriven, ku gotine: “Yezdan Isaye Mesihe kure Meryeme bi xweber e. (bi we gotina xwe) bune file.” (Muhemmed tu ji wan ra) beje: “Heke Yezdan bive, ku Mesihe kure Meryeme u diya Mesih u hemu kesen di zemin da hene ji tesqele bike, gelo ke dikare, ku ewan ji tesqelekirina wi bi tisteki bide para?” U seroktiya ezman u zemin u ci tista di nava wan herdukan da heye, hey ji bona Yezdan ra ne. Ewa ci tista bive ewi diafirine. Sixwe Yezdan li ser hemu tistan disi

Verse 18 — Surah Al-Maidah 5:18

Cihu u Mexinan gotine: “Bi rasti em kuren Yezdan in u em hezgeren wi ne.” (Muhemmed! Tu ji bona wan ra) beje: “(Heke hun kur u hezgeren wi ne) idi ewa cima we bi gonehen we sapak dike? Na,! (gotina we nine) le ewan kesen ku (Yezdan ) afirandine hene! Hun ji ji wan in. Ewa ji kijani ra bive dibaxisine u kijani ra ji bive, ewi sapat dike. U seroktiya ezman u zemin u ci tiste di nava wan da heyi, hey ji bona Yezdan ra ne. Sixwa zivirandina (para da) bi xweber ji li bal wi da ne

Verse 19 — Surah Al-Maidah 5:19

Geli xweye pirtukan! Ji bona ku hun (nebejin): “Di gava sistaya hatina pexemberan da, qe tu keseke mizginvane (bi bihiste) u tirsdaye (bi doje) li bal me da ne hatibu heya ku me ji (bi wi bawer bikira, bi hatina reya rast). Di we gava hatina pexemberan sist bibu, bi rasti pexembere meye (Muhammed) li bal we da hatiye. Bi sond! Ewi rastiya (dinan-olan) bi huzwarti ji bona we ra vedikir, u mizginiya (bi bihiste) u tirsa (ji doje) daye we (ji bona pekanina biryaran hemu siret gotine, idi tu mana ji bona gonehkarya we ra ne maye. Ku hun dibejin em bi nezani gonehan dikin). U Yezdan li ser hemu tistan disi

Verse 20 — Surah Al-Maidah 5:20

U (hun ewe gava) ku Musa ji bona komale xwe ra (aha) gotiye: “Geli min! Hun ewan qencen Yezdan e ku li ser we heye bira xwe binin; ewi di nava we da pexember ce kirine u ewi hun xistine serok u ewi di cihane da qencen wusa bi we kiriye qe li tu keseki li cihane ne kiriye, bira xwe binin

Verse 21 — Surah Al-Maidah 5:21

Geli min! Hun bikebine wi bajare piroze ku Yezdan ji bona we ra bi ve neve nivisiye u hun di para da nezivirin. Heke hun idi di para da bizvirin, bi rasti hune ziyan bikin

Verse 22 — Surah Al-Maidah 5:22

Ewan (ji bona Musa ra aha) gotine: “Musa! Bi rasti di wi (welate me da) komaleki kotekkar heye. Heya ewa (komala) bi rasti ji welat dernekebin em bi xweber nakabine wi welati. Idi heke ewan ji welat derkebin, eme bi xweber herin bikebine welat

Verse 23 — Surah Al-Maidah 5:23

Du meren ji wane tirsonek ne (ku ji Yezdan ditirsiyan) Yezdan (bi xwerber ji) li ser wan qenci kiribuye (aha) gotibune: “Hun di deri da li ser wan da (erise) beherin, idi gava hun bikebine hundur, bi rasti hune serfiraz bibin (heke hun li ber xwe bidin). Heke hun bi rasti bi Yezdan ewle dibin, idi hun xwe hisperne wi.”

Verse 24 — Surah Al-Maidah 5:24

Ewan (ji Musa ra aha) gotine: “Musa! Bi rasti heya ewan (neyaran) di bajar da bin qe tucari em nakebine bajar. Idi (Musa!) tu bi Xudaye xwe va herin, bi wan ra qirine bikin (ewan ji welat derxin) eme ji li vira runen.”

Verse 25 — Surah Al-Maidah 5:25

(Musa ji Xuda aha lava) kiriye: “Xudaye min! Ez ji pestire xwe u biraye xwe, xayitiya tu kesi nakim, idi tu niveka me u evi komale ji re derketi raqetine.”

Verse 26 — Surah Al-Maidah 5:26

Ewi (ji Musa ra aha) gotiye: “Idi (ewa zemine piroz) heya cil sali, li ser wan qedexe buye (ewane heya cu sali li we desti biminin, nacine bajare Qudse). Ewane di we (berya bi nav Tiyehe da) bi sergerdani bigerin. Idi (Musa) tu li ser komale ji re derketi kovanan neke.”

Verse 27 — Surah Al-Maidah 5:27

U (Muhemmed!) tu ji bona wan ra, serda borya herdu kuren Adem bi rasti bixune. Ewan herdukan; heryeke ji wan goryek dabun. Gorya yeke ji wan herdukan, hatibu lite kirine u gorya ewe mayi ne hatibuye lite kirine. (Ewe ku gorya wi ne hatibuye lite kirine, ji bona wiyi gorya wi hatibuye lite kirine ra) gotiye: “(Ji ber ku gorya te hatiye lite kirine) bi sond! Eze te bikujim.” (Biraye wi ji wi ra aha) gotiye: “Bi rasti Yezdan hey (perestiya) wane yezdanparizi dikin, lite dike.”

Verse 28 — Surah Al-Maidah 5:28

Heke tu ji bona kustina min, deste xwe li bal min da direj biki, ez ji bona kustina te deste xwe li bal te da direj nakim. Bi rasti ez ji Xudaye cihane ditirsim

Verse 29 — Surah Al-Maidah 5:29

Ez divem, ku bi rasti tu gonehe min u gonehe xwe bi hev ra hildi, ji bo ku tu bibi ji wane hevrine agir. Sixwa celata cewrkaran ji eva ye

Verse 30 — Surah Al-Maidah 5:30

Idi cane wi kustina biraye wi xwest. Biraye xwe kust. Ewa bi xweber ji buye ji wane ziyankar

Verse 31 — Surah Al-Maidah 5:31

Idi Yezdan (ji bo ku ka ewayi ca terme birayi xwe hilde) qijikek sandiye. Ewe qijike ze-min kolaye (bi kujraw) daye xuyandine (ka ca terme bireye xwe cal kiriye. Ewi kujrawi aha) gotibuye: “Xweli li min be! Ez wusa bezar bume, ku ez nikarim weki ve qijike ji terme biraye xwe veserim.” Idi ewane ji kirine xwe posman dibin hene! Ewa buye ji wan

Verse 32 — Surah Al-Maidah 5:32

Ji bona vi qasi me (di pirtuke da) li ser zaren cihuyan nivisiye: “Bi rasti kijane ku me-riveki, ne ji bona (tulhildane) ne ji ji bona, ku ewa di zemin da tevdani dike, bikuje; idi tu dibe qey ewi hemusk kesen cihane kustine u kijane meriveki ji bide jinandine tu dibe qey ewi hemusk kesen cihane daye jinandine.” Bi sond! Li bal wan da pexemberen me bi beratan va hatibune. Pase ji disa ji pisti hatina pexemberan, ewan (zaren cihuyan) di zemin da dest fesarti kirine

Verse 33 — Surah Al-Maidah 5:33

Bi rasti celata wane, ku bi Yezdan u bi Pexembere wi ra qirine dikin u digerin, ku di zemin da tevdaniyi derxin ev e. Ji bo ku ewan di cihane da sernegun bibin, ya ewane bene kustine, ya ji ewane bene dardakirine, ya ji dest u peye wane bi cilocepi be jekirine, ya ji ewane ji welate wan bene derxistine. (Eva celata hane) ji bona wan ra di cihane da serneguni ye u ji bona wan ra di dane para da ji sapateke mezin heye

Verse 34 — Surah Al-Maidah 5:34

Ji pestire wan meriven, di berya ku hej we ewan ne xistibune bine heza xwe, ji wan kirine xwe posman bibin (eva celatdana bori ji bona van ra tune ye). Hun bizanin! Ku bi rasti Yezdan baxiskare dilovin e

Verse 35 — Surah Al-Maidah 5:35

Geli ewane ku we bawer kiriye! Hun pariziya Yezdan bikin, hun ji bona gihijtina li bal wi da li reyan bigerin u hun di reya wi da bi tekosini xebate bikin. Bi rasti hevi heye ku hun fereste bibin

Verse 36 — Surah Al-Maidah 5:36

Bi rasti ewane fileti dikin hene! Ci tisten di zemin da hene, heke weki wan ji bi wan tistan ra hebin, (hemusk ji bona wan yeke rabe) ji bo ku ji sapata roya rabuna hemu fereste bibe ewa ji (ewan mal u tistan) hemuskan di gerewa xwe da bide, disa ji wan ewa gerewa nayi lite kirine (ewan ji ji we sapate fereste nabin). U ji bona wan ra sapateke dilsoz heye

Verse 37 — Surah Al-Maidah 5:37

Ewanan diven, ku ji agir derkebin, le ewan ji agir dernakebin u ji bona wan ra sapateke peyweste heye

Verse 38 — Surah Al-Maidah 5:38

U dize mer u diza jin, celeta wan eva ye, ber keda ewan kiriye, hun idi deste wan je bikin, ji bo ku eva celata ji Yezdan, ji wan ra bibe serneguni (idi tisteki wusa neye kirine). Yezdan bi rasti serfiraz e bijejke ye

Verse 39 — Surah Al-Maidah 5:39

Idi kijan (diz) ji pesti (diziya xwe ye, ku bi we diziye cewr kiriye (male yeke mayi be qayilbuna wi, bi dizika da hildaye) ji kirina xwe posman bibe u astikari kiribe (male dizi, para da dabe) bira ewa (bizane) bi rasti Yezdan ji posmaniya wi lite kiriye (ewa ji celatdane, daye baxisandine). Bi rasti Yezdan baxiskare dilovin e

Verse 40 — Surah Al-Maidah 5:40

Ma qey tu nizani, ku bi rasti seroktiya ezman u zemin ji bona Yezdan ra ne? Ji bona ke ra bive ku sapat bike, ewi sapat dike u ji bona kijani ra ji baxisandine bive, ewi dibaxisine. U Yezdan 1i ser hemu tistan disi

Verse 41 — Surah Al-Maidah 5:41

Pexember! Ci ji wan fileyen ku bi deve xwe dibejin: “Me bawer kiriye (ku doza te rast e) qe dile wan bawer ne kiriye u ji cihuyan, ewane ku ji bona filetiye didine ber hev, bira ewa kirina wan te nede miruz kirine. Ewanan gohdaryi ji bona derewan dikin u ewan gohdaryi ji bona (iyartiya) komaleki mayi dikin. Ewan (ji bona baweryi) ne hatine bal te. Ewanan, ewan peyven biryariyen bi ci hati, ji pisti ku ewan peyvan (bi biryari suna xwe digirin) bi zanin ji suna wan dihesivinin. Ewanan (ji komale xwe ra aha dibejin): “Heke (bawerger u bi pexembere xwe va) ji bona we ra, evan (biryaran) neynin, hun xwe ji wan biryaran biparisinin (bi wan bawer nekin).” U Yezdan ji bona kera asit kirina bive, idi tu ji bona ne asitkirina wi tu tisteki ji Yezdan hilnadi. Ewane ku Yezdan navaye dile wan paqij bike, evan in. Ji bona wan ra di cihane da serneguni heye u di para da ji ji bona wan ra sapateke mezin heye

Verse 42 — Surah Al-Maidah 5:42

Ewanan hey ji bona derewan gohdari dikin, ewanan hey (tisten) ne durist dixun. Idi heke ewan (ji bo ku tu di nava wan da berewani biki) hatibine bal te, idi tu hez diki di nava wan da berewani bike u heke tu hez diki ruye xwe ji wan bizivirine (qe berewaniya wan neke). Heke tu ji wan ruye xwe bifetilini, ewanan qe nikarin bi tu tisti ziyane bidine te. U heke te di nava wan da berewani kir, idi tu di nava wan da bi dadvani berewaniyi bike. Bi rasti Yezdan ji dadvanan hez dike

Verse 43 — Surah Al-Maidah 5:43

U li bal wan bi xweber pirtuka (bi nav) Tewrat heye, di we pirtuke da ji biryaren Yezdan hene. Ewan ji bona berewaniye ca tene bal te u pase ji ji pisti hatina xwe ye li bal te, ru (ji berewaniya te) dizivirinin? U bi rasti evan bawer ne kirine

Verse 44 — Surah Al-Maidah 5:44

Bi rasti me Tewrat hinartiye. Di we Tewrate da beledi u ruhnaya (biryaren min heye) bi wan (biryaran) ewan pexemberen xwe hisparoken (Yezdan) ji bona cihuyan ra berewani dikin. U ewan zana u reberan ji u ewane ku pirtuk di deste wan da bi parisi maye, berewani dikirin u ewan bi xweber ji sahidiya wan (biryaren) di Tewrate da heyi kiribune. Idi hun ji merivan netirsin (ji bona heke hun ewan biryaran bi rasti bejin, we ji bona we ra merive ziyan bidin). Le (geli zana u reberan u parisvanan!) hun ji min bitirsin u hun biryaren min, bi tu bahaye nefirosin. U kijan merive, ku bi wan biryaren Yezdan hinartiye, berewani neke, idi evanan hey file ne

Verse 45 — Surah Al-Maidah 5:45

U me di (pirtuka Tewrate da, biryaren tul hildane aha) li ser wan nivisandiye. Cane merivan, bi cane kujrawe u cav, bi cav e u poz, bi poz e u goh ji bi goh e u diran bi diran e. (Evan ji ber hev da tene tulkirine. U birindariji, bi hemberi ne. Idi kijan merive (ji mafe xwe bibore, gonehkare, ji kirina wi bibaxisine; ji wi tul hilnede) ewa baxisandina wi ji bona wi ra dibe sedema rakirina sikatiyen wi. U kijan merive ku bi wan biryaren Yezdan hinartiye berewani neke, idi bi rasti cewrkar evan bi xweber in

Verse 46 — Surah Al-Maidah 5:46

U me di pes da, li ser sopa wan (pexemberan) Isaye kure Meryeme, ku rastdarya we (pirtuka bi wan ra heyi bi nav) Tewrat dikir (bi pexemberi) sandiye u me ji Isa ra (pirtuka bi nav) Incil daye. Di we da beledi u ruhnaya (biryaran) heye u ewa rastdarya (we pirtuka berya xwe da bi nav) Tewrat dike.Me ewa (Incil ji bona Isa ra daye) ji bo ku ji bona (xudaparizan bibe) beled u siret

Verse 47 — Surah Al-Maidah 5:47

U (geli peyrewen Incile!) hun ji bi wan biryaren ku Yezdan (di Incile da) hinartiye berewani bikin. U kijan merive ku bi wan biryaren Yezdan hinar- tiye berewani neke, idi bi rasti evane ji re derketi ewan bi xweber in

Verse 48 — Surah Al-Maidah 5:48

U (Muhemmed!) me li bal te da ji pirtuk (Qur’an) ji bona ku rastdarya (wan biryaren) di berya xwe da bike u bibe ewle u didevan li ser wan pirtukan, bi rasti hinartiye. Idi tu di nava wan da, bi wan biryaren ku Yezdan li bal te da hinartiye, berewaniye bike u tu ji wan biryaren raste, ku li bal te da hatine (ruye xwe nefitiline) nebe peyreve dilxwastina wan. Ji bona her yeke ji we (pexemberan ra) me re u rezikeke wi daniye. U heke Yezdan biva, we hun hemusk bi xistina komeke bi tene, le ji bo ku em we biceribinin ka kijane ji we ewan (biryaren me dane we digire) me hun xistine deste deste, idi hun (geli bawergeran!) ji bona (kirina) qenciyan bidine ber hev. Suna fetla we hemuska ji li bal Yezdan da ne. (Di we gave da) ewan biryaren ku hun teda ne wek hev dibun, we ji we ra beje

Verse 49 — Surah Al-Maidah 5:49

U me (eva fermana ji li bal te da hinartiye), ji bo ku tu di nava wan da bi wan biryaren, ku Yezdan hinartiye berewaniye biki u tu nebe peyrewe dilxwastina wan u tu xwe ji wan biparisine. Ewan xebate dikin, ji bo ku te ji hinek biryaren Yezdan hinartiye para bidin (posman bikin). Heke ewan (bawer nekin) para da bizvirin, idi tu bizane! Bi rasti Yezdan dive, ku bi hineki ji gonehe wan, ewan sapat bike. U bi rasti sixwa pire merivan (ji reya rast) derketine

Verse 50 — Surah Al-Maidah 5:50

Qey hej ewan berewaniya (dane) nezaniye diven? Gelo ji bona wi komale ku di nezik da dizanin, ji Yezdan cetir, yeke rindtir berewani bike, heye

Verse 51 — Surah Al-Maidah 5:51

Geli ewane ku bawer kiriye! Hun, cihu u mexinan ji xwe ra nexine serkar. Ewan bi xweber, hineken wan serkare hineke wan in. U kijan ji we, ku ewan ji xwe ra bixe serkar, idi ewa ji bi rasti ji wan (cihu u mexinan) e. Bi rasti Yezdan komale cewrkar nayne reya rast

Verse 52 — Surah Al-Maidah 5:52

Idi tuyi ewane ku di dile wan da nexwasi heye bibini, ku ewan di nava (cihu u mexinan da) direvin (dicine bal wan). gava ji wan ra te gotine: “Hun ji bona ci direvine bal wan filan” Ewan (aha) gotine: “Em ditirsin ku royeki rewsa bawergeran welgere, evan filan me hildine nava xwe, me biherciqinin.” Idi dibe ku Yezdan (ji bona bawergeran ra) ferestiyeki bine, ya ji li bal xwe da fermaneki bine, ji bo ku ewan li ser we tista ku di zike xwe da vedisartin, posman bibin

Verse 53 — Surah Al-Maidah 5:53

U ewane bawer kirine (ji hev ra aha) dibejin: “Ewane ku bi Yezdan, bi hez sond dixwerin (digotin): “em bi we ra nin”, qey evan in?” Kirine wan sewitine. Idi ewan ziyan kirine

Verse 54 — Surah Al-Maidah 5:54

Geli ewane ku we bawer kiriye! Kijan ji we, ji ola xwe ye islame derkebe, bira ewa (bizane!) bi rasri Yezdane komaleki wusa di nezik da bine; (Yezdan) ji wan hez dike, ewan ji ewi hez dikin. (Ewa komala) di hembere bawergeran da melul in u di hembere filan da ji pozbilinde serfiraz in (we ewa komale disa we bizivirine li bal ola we ye misilmantiye. Ewan qe ji tu sitemen sitemkaran natirsin. (Loma) di reya Yezdan da tekosine dikin. Eva anina hane rumeta Yezdan e, ji bona kera bive, ewe rumete ji wi ra dide. Sixwe Yezdan bi xweber ji (bi rumeti) fire u zana ye

Verse 55 — Surah Al-Maidah 5:55

Bi rasti serkare we hey Yezdan u Pexembere wi u ewan bawergeren, ku nimeja xwe dikin u (di hale ruku da) baca male xwe didin u xwe ji bona wi ra kuz u rast dikin, bi xweber in

Verse 56 — Surah Al-Maidah 5:56

U kijan merive ku Yezdan u Pexembere wi u ewane bawer kirine, ji xwe ra bixne serkar, idi (bira ewa bizane!) ku parta servahati parta Yezdan bi xweber e

Verse 57 — Surah Al-Maidah 5:57

Geli ewane ku we bawer kiriye! Hun ji wane, ku di berya we da ji wan ra pirtuk hatiye u filane, ku bi ola we bi tinazi dileyizin, ji xwe ra serkar negirin. U heke hun bi rasti bawer dikin, hun yezdanparizi bikin

Verse 58 — Surah Al-Maidah 5:58

U di gava hun ji bona nimejkirine (bang didin) hevdu gazi nimejkirine dikin, ewan bi we gazikirina we tinazan dikin u dileyizin, eva ririna wan, ji ber ku ewan komaleki wusa bune, hise wan ne digihiste tistan, loma tinaz dikirin

Verse 59 — Surah Al-Maidah 5:59

(Muhemmed! tu ji wan ra aha) beje: “Geli xweye pirtukan! Hun hey ji ber ku me bi Yezdan u bi we (pirtuka) li bal me da hatiye hinartine u me bi wan (pirtuken) hej bere da hatine hinartine bawer kiriye, loma rike xwe ji me tinin (heke ji bona wi nebe) qe hun rike xwe ji me naynin. Sixwa bi rasti pire we ji reya rast derketine.”

Verse 60 — Surah Al-Maidah 5:60

(Muhemmed! tu ji bona wan ra aha) beje: “Ez ji bona we ra li bal Yezdan, di hembere van (kirine we da) hej (betere sapatan) heye, bejim?” Yezdan kijan deherandi be u li wi xesim kiribe u ji wan meymun (perest) u beraz (perest) u bendeyen pelid ce kiribe, suna van (bi sapati) betere suna ne u evanan in, ku hej pirtir reya rast wunda kirine

Verse 61 — Surah Al-Maidah 5:61

U di gaveki da ewan hatine bal we (ji we ra) gotine: “Me bawer kiriye.” (Gotina wan nine).Bi sond! Ewan bi fileti hatine u bi fileti ji ewan derketine (cune). Sixwa Yezdan bi xweber ji cetir bi wan tisten ku ewan vesartibune dizane

Verse 62 — Surah Al-Maidah 5:62

U tu dibini, ku pire ji wan ji bona (kirina) gonehan u neyartiya (bi we ra) u ji bona ku tisten ne durist bixun, bi lez didine ber hevdu. Bi rasti ciqa sike tiste ewan dikiribune

Verse 63 — Surah Al-Maidah 5:63

Qey heke zanan u reberan, ewan ji wan gotine wane gonehkari u ji xurina ne duristi bidana para da ci dibu? Bi rasti ciqa sike tista ewan ji xwe ra xistibune pes e

Verse 64 — Surah Al-Maidah 5:64

U cihuyan gotine! Deste Yezdan giredaye (ji bo wi dayine nake). Bi sedema we gotina wan, deste wane be giredane u li wan deherandine be kirine. Gotine wan nine! Le herdu deste wi ji vekirine ewa ca bive, wusa disixurine. U bi rasti fileti u quretiya piren ji wan, di gave biryarek ji Xudaye te, li bal te da hatibe hinartine, pir dibe. U me di nava wan da heya roya rabune hemuti, neyarti u xerez avetiye (idi ewan nabine desteki). Ewan ciqa gaveki ji bona qirine ra, agirek hilkiribin, Yezdan ewa agira temirandiye. Ewan di zemin da digerin, ku tevdaniyeki derxin u Yezdan bir xweber ji ji tevdanokan hez nake

Verse 65 — Surah Al-Maidah 5:65

U heke xweye pirtukan bawer kiribunan u (ewan Yezdan) parizi kiribunan, bi rasti meye ji sikatiyen wan ji ser wan rakira u meye ewanan bixistina bihista qenci u xwarin u xakirinan

Verse 66 — Surah Al-Maidah 5:66

U heke ewanan, weki ca pirtuken (bi nav Tewrat u Incil u ewan biryaren (ji pestire van herdu pirtukan) ji Xudaye wan, li bal wan da hatiye hinartine, ferman kirine, fermana wan pek anibunan, ewane di her alye xwe da bi gihijtina qenciyan, we ji wan bixarinan. Ji wan desteke bi sexber heye (niv wari ne). Le piren ji wan ciqa tisten sik dikin

Verse 67 — Surah Al-Maidah 5:67

Pexember! Ci biryaren ji Xudaye te li bal te da hatine hinartine, tu ewan ji kesan ra beje u heke tu ewan ji kesan ra nebeji, idi bi rasti te pexemberiya Xudaye xwe pek ne aniye. U Yezdan te ji kesan diparisine. Birasti Yezdan komale File nayne reya rast

Verse 68 — Surah Al-Maidah 5:68

(Muhammed! tu ji bana wan ra aha) beje: “Heya hun (fermana) Tewrat u Incil u ewan fermanen, ku ji Xudaye we li bal we da hatine hinartine, pek neynin, hun li ser tu tiste ji "ol" a ninin. U bi rasti fileti u quretiya piren ji wan. Di gava biryarek ji Xudaye te, li bal te da hatiye hinartine, pir dibe. Idi tu ji bona (tesqela ku we bi wan da were) li ser, komale file ko-vani neke

Verse 69 — Surah Al-Maidah 5:69

Bi rasti ewane ku bawer kirine u ewane ku bune cihu u ewane sterk perest u ewane mexini hene! Ji wan, kijan bi Yezdan u bi dan u gave para da bawer kiribe u kare asti kiribe, idi tu tirsa (ji sapatdane) li ser wan tune ye u ewan bi xweber ji (ji kem xelatdane) miruz nabin

Verse 70 — Surah Al-Maidah 5:70

Bi sond! me ji zaren cihuyan peyman sitandiye u me li bal wan (zaren cihuyan da) pexember sandine. Ciqa li bal wan da, pexembereki bi wan (biryaren) ku dile wan nexwastiye hatibe, desteki ji wan (pexemberan) didine derewderandine u desteki ji dikujin

Verse 71 — Surah Al-Maidah 5:71

U ewan goman kiribun, ku eva kirina wan (bi sere pexemberan ji bona wan ra) nabe tesqele, idi ewan kor u ker bune, pase (ewan ji kirine xwe posman bune) idi Yezdan ji posmaniya wan lite kiriye. Pase (disa) pire ji wan kor u ker bune. Yezdan bi xweber ji tista ewan dikin, dibine

Verse 72 — Surah Al-Maidah 5:72

Bi sond! Ewane ku gotine: “Bi rasti Yezdan, Mesihe kure Meryeme bi xweber e,” hene! Evan bune file. U Mesih bi xweber ji (ji bona wan ra aha) gotiye: “Geli zaren cihuyan! Hun perestiya Yezdane, ku Xudaye min u Xudaye we ye, bikin. Rasti eva ye: Kijan meriv, ji bona Yezdan ra hevriyan ce bike, idi bi sond Yezdan li ser wi (cuna) bihiste qedexe kiriye u ewra wi hey agir e. Sixwa ji bona cewrkaran ra qe tu arikar tune ye

Verse 73 — Surah Al-Maidah 5:73

Bi sond! Ewane ku gotine: “Bi rasti Yezdan yeke ji sisiyene” hene! Ewan bune file. Sixwa Yezdan, hey Yezdaneki bi tene ye u heke ewan xwe ji wan tisten ku dibejin, neparisi-nin, bi rasti we bi wane, ji wanen ku bune file sapateke dilsoz bigire

Verse 74 — Surah Al-Maidah 5:74

Idi qey ewan, ji wan (gotine xwe) posman nabin u lavaya baxisandina gonehe xwe ji Yezdan nakin? Bi rasti Yezdan baxiskare dilovin e

Verse 75 — Surah Al-Maidah 5:75

Mesihe kure Meryeme hey pexembereke (ji pestire wi tu tist nine). Di berya wi da pexember hatine cune. U diya (Mesih ji) jineke rast buye. Herdukan ji xwarin dixwarin. (Muhemmed! tu meze bike, ka em ji bona wan ra beratan ca vedikin. Tu pase meze bike ewan ca ji (doza me) ru difetilinin

Verse 76 — Surah Al-Maidah 5:76

(Muhemmed! tu ji bona wan ra aha) beje: “Hun ca ji bona wan tisten pestire Yezdan ku qe (ewan tistan ji bona we ra) tu ziyan u kare nadin peresti dikin?” Sixwa gohdare zana hey Yezdan bi xweber e

Verse 77 — Surah Al-Maidah 5:77

Tu (ji bona wan ra aha) beje: “Geli xweye pirtukan! Hun di “ol”a xwe da be mafi tengaye ce nekin u hun nebine peyrewe dilxwastina wi komale, ku hej bere da ji reya rast derketibune u ewan pir (meriv ji) ji reya rast derxistibune. (Ere!) ewan ji reya rast derketibune.”

Verse 78 — Surah Al-Maidah 5:78

Ewane ji zaren cihuyan, ku bune file hene! Ewanan li ser zimane Dawud u li ser zimane Isaye kure Meryeme hatine deherandine. Ji ber ku ewan seri bilind kiribun (ewan biryaren di pirtuke da hebun, pek ne anibun) u ji tuxube xwe derbas dibun, evan (deherandin li wan hati-buye kirine)

Verse 79 — Surah Al-Maidah 5:79

Ewan (zaren cihuyan) qe hevdu ji wan tisten kerixoken ku ewan dikiribune, ne didane parisandine. Bi rasti tista ewan dikirin, ciqa sik buye

Verse 80 — Surah Al-Maidah 5:80

(Muhemmed!) tu piren (wan zaren cihuyan) dibini, ku ewan (ji rike bawergeran da) ji xwe ra ewane bune file dixne serkar. Bi rasti tista dile wan bixastin pes va xistiye, ciqa sik e! ji bona wi sixwa Yezdan li wan xesim kiriye u ewane di sapate da ji her biminin

Verse 81 — Surah Al-Maidah 5:81

U heke ewan bi Yezdan u bi pexember u bi wan biryaren ku li bal (pexember da) hatine hinartine, bawar bikirinan, ewan (file) ji xwe ra ne dixistine serkar. Le piren ji wan ji (reya bawerye) derketine

Verse 82 — Surah Al-Maidah 5:82

(Muhemmed!) Tuye rast weri, ku ji merivan, neyaren mezin, ji bona bawergeran ra cihu u ewane hevriyan (ji bona Yezdan ra) ceker in. U tuye rast weri ji, ku ji bona bawergeran ra ji merivan, ewane bi hezkirin nezike wan in, ewan meriven, ku gotine: “Bi rasti em arikarok in (mexiniyan bi xweber in).” Ji ber ku ji wan (mexinan) zana u ji cihane damen berdane wan hebune, (eva hezkirina hane ji bona bawergeran ra, kirine). U evan (mexinan ji di gava ji bona wan ra biryaren Yazdan dihatine gotin ji litekirine) xwe qure ne dikirin. (Eva pexembera ji pexembere me picuktir e, ya ji tisten mayi ne digotin)

Verse 83 — Surah Al-Maidah 5:83

U di gava, ku ewan gohdarya wan (biryaren) li bal pexember da hatine hinartine, dikin, tu dibini ji ber ku ewan maf bi salixdana rast zanine, cave wan hestiran direje, ewan dibejin: “Xudaye me! Me bawer kiriye, idi tu ji me bi wane (ku bawer kirine) ra bi sahidi binivise.”

Verse 84 — Surah Al-Maidah 5:84

U em bi xweber (ji Yezdan) daxwazi dikin, ku Xudaye me, me bixe nava komale astikar. (Ija) eme ca bi Yezdan u bi wan (hemu) tisten, ku ji wi li bal me da bi mafi hatiye, bawer nekin

Verse 85 — Surah Al-Maidah 5:85

Idi Yezdan ji bi sedema wan (dilxwaziyen) ku ewan gotibune, ewan bi qenci xistibuye wan bihisten (ku di bine dare wan da) cem dikisin. Ewane di wan (bihistan da) her biminin. Sixwa xelata qencikaran eva ye

Verse 86 — Surah Al-Maidah 5:86

U ewane, ku bi beraten me bune file, derew kirine hene! Hevriyen doje ewan bi xweber in

Verse 87 — Surah Al-Maidah 5:87

Geli ewane ku we bawer kirine! Ewan tisten paqijen, ku Yezdan ji bona we ra durist kiriye, hun li xwe ne durist nekin u hun ji tixube (biryaren Yezdan neborin). Bi rasti Yezdan ji wane tixubbori hez nake

Verse 88 — Surah Al-Maidah 5:88

U hun (geli bawergeran!) ji wan tisten ku Yezdan bi diliki ji bona we ra bi duristi u titali daye, bixun. U hun parizaya wi Yezdane ku we bi wi bawer kiriye, bikin

Verse 89 — Surah Al-Maidah 5:89

Yezdan we bi wan sonden we ne, ku hun ne ji bona armanceki dixwunin (le hun hema ca radibin, rudinen, hun dibejin: “Wellahi eva aha ye)” gonehkar nake. Le (Yezdan) we bi wan sonden we ne, ku hun bi wan sondan, kirin u birin u peymane dixwe, ji hev ra didin (pase pek ji naynin) gonehkar dike. Celata ve sonda hane eva ye: Dive (ku ewe sondxandi) ji we xwarina nivwari ye, ku hun ji bona maliyen xwe ra didine xwarine, deh kese xezan ra xwarine bide, ya ji (sondxandi) li wan deh xezanan kincan bike, ya ji (sondxandi) bendeki (kole) azad bike. Idi kijan (sondxandi; heke ji be burhiyi u ji tunebune) rasti van (celaten bori) nehat, dive idi ku ewa se royan roji bigire. Di gava hun sond bixun, evan (celaten bori) dibine sedema rakirina gonehe sonda we. U hun sonde xwe biparisinin (di gava we sond xand, hun ewan sonden ku we xandiye pek binin) Yezdan ji bona we ra berateyen xwe aha vedike, dibe ku hun bi rasti sipaziya wi bikin

Verse 90 — Surah Al-Maidah 5:90

Geli ewane ku we bawer kiriye! Bi rasti ewan tisten ku bi wan sermesti ce dibe u xumar u keviren cikandi (put, yi ji ji bona lite kirina dilxwaziyan bi peresti li ser gori tene jekirine) u destegul (li ser wan, navan dinivisin; nave kijani derkebe destegulya wi ye) hemusk ji sik in; ji kare pelid in. Idi hun xwe ji wan (karan) biparisinin. Bi rasti hevi heye ku hun fereste bibin

Verse 91 — Surah Al-Maidah 5:91

Bi rasti pelid dive ku bi wan tisten sermestok u bi xumare di nava we da neyarti u xesme ce dike, u we bir aina Yezdan u ji nimejkirine bide para da. Idi hune ji van biparisinin, wusa nine

Verse 92 — Surah Al-Maidah 5:92

U hun (geli bawergeran!) bi gotina Yezdan u bi gotina pexember bikin u hun xwe ji be gotina wan biparisinin. Idi heke hun ji gotina wan derkebin, hun bizanin! Bi rasti li ser pexembere me, hey ragihandina van biryaran bi vekiri heye (ji pestire wi qe tu pirsa wi tune ye)

Verse 93 — Surah Al-Maidah 5:93

Ewane ku bawer kirine u kare asti kirine hene! Di gava ewan xwe (ji hemberya Yezdan hatine da) parisandibin u bi wi bawer kiribin u kare asti ji kiribin, pase li pey (ve kirina xwe da, disa xwe ji kirini qedexan) parisandibin u bi wan (qedexan ji) bawer kiribin (ku ewan qedexe ne) u pase (li pey vi da ji disa xwe ji kirina xirabiyan) parisandibin u qenci kiribin, ji bo ku ewan, ji wan (qedexeyen bori) cesne kirine, qe tu gonehkari li ser wan tune ye. U Yezdan bi xweber ji sixwa ji qencikaran hez dike

Verse 94 — Surah Al-Maidah 5:94

Geli ewane ku we bawer kiriye! Bi sond! Yezdan we (di gava ihrame da) bi wan neciren, ku dest u rimen we digihejine wan (ji bo ku hun ewan bigirin) diceribine, ji bo ku Yezdan bi wane di penhatiye da ji wi ditirsin, bizane (ka kijan ji we di we gave da xwe ji qedexeyen wi diparisine. Idi kijan ji virha (ji wan biryaren, ku Yezdan ji bona qedexeyen ihrama hece ra daniye) bibore, bira ewa bizane, ku bi rasti ji bona wi ra sapateke dilsoz heye

Verse 95 — Surah Al-Maidah 5:95

Geli ewane ku we bawer kiriye! Di gava heke hun di ihrame da bin (heya ku hun ji ihrame dernekebin) hun neciran nekujin. U kijani ji we (necireki) bi qesti bikuje, idi celata wi ev e: Dibe ku ewa (kujrawa) tariseke weki weki we tarisa hov e hatiye kustine, ji wan tarisen kedi, bi gori jeke. Dibe ku du meriven dadvanen ji we ji berewani bikin, ku ewa tarisa (we gori kiriye, di gost u di bahaye xwe da) weki we tarisa hov e hatiye kustine, dibe. Dibe ku ewa (tarisa te gorikirine) di bajare (mizgefta bi nav) Kabe, teda ne (be gorikirine) ya ji di suna (goryan da, weki bahaye goryan) xwurek bi xezanan bide xwarine ya ji di suna (xwurek da, weki her pivaneke ku bi bahaye goryan hatine kirine) roji bigire. Eva celatdana hane, ji bo ku kujraw cesne bike (ka kustina neciran ca ne!) Ewan (neciren bori) Yezdan sikatiyen wan baxisandiye u kijan disa (ji pisti van celatan) neciran bike (bira ewa bizane!) bi rasti idi Yezdane ji wi tule hilde. Sixwa Yezdan bi xweber ji serva hate xweyi tul e

Verse 96 — Surah Al-Maidah 5:96

Ji bona jiyana we, ku bi hesani dom bike, ji bona we u ji bona rewiyan ra necira deryaye bi teve xwarina ji wan durist buye. U heya hun di ihrama (hece da bin) necira resaiyi ji bona we ra hatiye qedexekirine u hun parizaya wi Yezdane ku hune li bal wi da bicivin, bikin

Verse 97 — Surah Al-Maidah 5:97

Ji bona ku hun bizanin, Yezdan bi tisten di ezman u di zemin da heyi dizane u bi rasti ji Yezdan bi hemu tist dizane;Yezdan Kabe (bi nav) Beyt il- Heram ji bona kesan ra xistiye sunware (pekanina mafan u ewletiyi). Her wusa ji Yezdan mehen dane (heckirine) u goriyen bi guhar u be guhar (ji bona kesan ra) xistine (sedemen) ewletiyi

Verse 98 — Surah Al-Maidah 5:98

Hun bizanin! Bi rasti Yezdan zor sapat e. U bi rasti Yezdan baxiskare dilovin e

Verse 99 — Surah Al-Maidah 5:99

Li ser pexemberan ji pestire ragihandina (biryaren Yezdan) ji bona kesan ra (qe tu pirsa wan tune ye). sixwa Yezdan bi xweber ji bi wan tisten ku hun vediserin, ya ji hun bi xuyayi derdixin, dizane

Verse 100 — Surah Al-Maidah 5:100

(Muhemmed!) Tu beje: “Piratiya mirar u sikan, ciqa te sodret bike, disa ji mirar u paqij (durist ne duristi) weki hev nabin. Idi geli xweye hisan! Hun parizaya Yezdan bikin.” Bi rasti hevi heye ku hun fereste bibin

Verse 101 — Surah Al-Maidah 5:101

Geli ewane ku we bawer kiriye! Hun ji wan tisten, heke arsa wan ji bona we ra be vekirine, hune bi wan sik bibin, pirsa wan (ji pexember) nekin. U heke hun ji wan tistan didane hinartina Qur’ane da (ji pexember) pirs bikin, ewan tiste ji bona we ra bene vekirine. Yezdan (evan) ji bona we ra baxisandine. Bi rasti Yezdan baxiskare mulahim e

Verse 102 — Surah Al-Maidah 5:102

Bi sond! Komaleki di berya we da (evan tisten hanena ji pexemberan) pirs kiribune; pase (ji rika da) bi wan (pirsan) bune file

Verse 103 — Surah Al-Maidah 5:103

Yezdan ji bona (tu keseki ra fermana goridana) bi tarisa (ku penc salan zaye, idi gohe we hatiye qelisandine; sitewr serbest hatiye berdane) u bi we tarisa (ku hatiye peymankirine, heke ewa meriva ji merg u nexwesiya xwe mefa bibe, we ewe tarise li ser putan jeke) u bi we tarisa (ku bi cewi ner u me zaye, dibejin: “Eva me gehijte biraye xweye ner.” Idi herduk ji tene berdane) u bi we tarisa (tove, ku deh salan tovdai kiribe, idi ii pista wi purt hildane; aha gotine: “Pista vi hisk buye ji wi tov ce nabe,” serbest berdane) ne kiriye. Le ewane bune file hene! ewana (evan gotinan) bi vir li ser nave Yezdan derewan dikin. Sixwa pire wan bi xweber ji (ji van tistan) hise wan nabirin

Verse 104 — Surah Al-Maidah 5:104

U di gava, ku ji bona wan ra hatibe gotine; ewan, biryaren Yezdan hinartine hene! Werin bibin (peyrewe wan) u bibin peyrewe pexember. Ewan (aha) gotine: “Ewan biryaren ku em rast hatin, bav u bapiren me li ser dicun, bese me ye.” Gelo heke bav u bapiren wan qe tu tisteki nizanbin u ne hatibine reya rast ji (disa reya wan, bav u kalan bese wan e).”

Verse 105 — Surah Al-Maidah 5:105

Geli ewane ku we bawer kiriye! (Hun bi xweber li xwe meze bikin). Di gava hun di reya rast da bin (hun hatibne reya rast) ewane ku ji reya rast derketine, qe bi tu awayi nikarin ziyana we bikin. Sixwa fetla we hemuska ji li bal Yezdan da ne; idi (Yezdane di we gave da) ewan tisten, ku we dikirin we ji bona we ra beje

Verse 106 — Surah Al-Maidah 5:106

Geli ewane ku we bawer kiriye! Di gava ku yek ji we ketibe ber mirine, bira ewa du meriven (pismame) we ne, ku davdan in ji bona sireten xwe ra sahid bigire. U heke hun di rewitiye da bin, tesqela mirine (di we gave da) bi sere we da hatibe, hun du merivan ji wane ku ne (pismame) we ne ji xwe ra ji bona sireten xwe sahidan bigirin. Heke hun di mafe van herduk sahiden ku ne ji we ne, dudil bin (ewane ditin u bihistine xwe veserin) hun ewan herduk sahidan di pisti nimeje bigirin; bira ewan herduk sahid (aha) sond bixun: “Bi Yezdan! Em bi tu cureye (ditin u bihistina xwe) venaserin u em (ewe ditin u bihistina xwe ji) ji bona pismamen me bi xweber be ji, bi tu tisti nafirosin. Sixwa heke em ewi (ditin u bihistina xwe veserin, ya ji bifrosin) di we gave da em dibine ji wane gonehkar.”

Verse 107 — Surah Al-Maidah 5:107

Idi heke derket, ku ewan herdu sahid ji babete gonehkarye bune (sahidiya xwe rast ne gotine) bira du miratxuren ji pismame miri (ku ewan herduk ji ji wan pismamen, di mirate da xwaye par in) di suna van herdu sahidan da, rabin sahidi bidin (aha ji) sond bixun: “BiYezdan! Sahidiya wan herdukan, ji sahidiya wan herdukan ji rastir e u bi sond! Em ji rastiye para ne cune. (Sixwa heke em rastiye veserin) di we gave da em dibine ji wane cewrkar.”

Verse 108 — Surah Al-Maidah 5:108

Eva sahidiya bi vi awayi, ji bona ku sahid, sahidsya xwe rast bidin, ya ji sahid bitirsin (heke sahidiya wan di para da rast dernekebe) we sonda wane bi hinek sonde (sahiden mayi) para da derew derkebe, reyeke cetir e. U hun yezdanparizi bikin, hun gohdarya (biryaren Yezdan bikin). Bi rasti Yezdan komale ku ji reya rast derkene nayne re

Verse 109 — Surah Al-Maidah 5:109

Di roya ku Yezdan, pexemberan dicivine (ji wan aha di pirse): “Di gava, ku we biryaren min ji bona koma xwe ra digotin ji bona we ra ci pisyar hate dane?” (Pexemberan) gotine:”Bi rasti tu zanin ji bona me ra (bi pisyara wan) tune ye, hey tu bi tene bi wan tisten penha cetir dizani.”

Verse 110 — Surah Al-Maidah 5:110

Di gaveki da Yezdan ji bona Isaye kure Meryeme ra (aha) gotiye: “Isa! Tu ewan qenciyen min e, ku li ser te u li ser diya te hene, bira xwe bine. (Tu dizani) ku min pistevaniya te bi cane piroz kiribu. (Idi) tu di cincile da u di gave lawiti u di kaliya xwe da bi kesan ra diaxivi, kane! Min bi te nivisandin u zanina retkoki u Tewrat u Incil, daye hinkirne. (U bira xwe bine) kane! Te ji herye tokela cukan bi destura min, ce dikirin, idi te di wan tokelan da puf dikir, ewan tokelan ji bi destura min, idi dibune cuk. U te bi destura min kuren zikmaki u koti mefa dikirin. Kane! Te bi destura min miri (bi zindi) derdixistin. U (bira xwe bine) kane! Di gava ku tu (li bal zaren cihuyan da) bi beraten daveker va hatibuyi, idi ewane file ne, ku ji wan zaren cihuyan bun (aha) digotin: “Bi rasti evan (berateyen ku tu ji bona me ra tini) hey ancen xuyayi ne.” Me ji tu di we gave da ji wan parisandi

Verse 111 — Surah Al-Maidah 5:111

U (bira xwe bine) gava me li bal suxtan da niqandibu; ku ewan suxtan bi min u bi pexembere min bawer bikin. (Ewan suxtan aha) gotine: “Me bawer kiriye u tu sahid be, ku em bi rasti misilman in.”

Verse 112 — Surah Al-Maidah 5:112

Di gava suxtan ji bona (Isa ra aha) gotine: “Isaye kure Meryeme! Gelo Xudaye te dikare, ku bi ser me da li ezmanan xewaneke (xwarinan) bihenirine?” (Isa ji wan ra aha pisyar daye) gotiye: “Heke hun bawer dikin, hun yezdanparizi bikin (ji van gotin u kirinan dest berdin).”

Verse 113 — Surah Al-Maidah 5:113

Ewan (suxtan aha) gotine: “Em diven, ku em ji we (xewane) xwurekan bixun ji bo ku dile me hesani be u em bizanin, ku tu bi rasti ji bona me ra rastiye dibeji, u em ji li ser wan bibne sahid.”

Verse 114 — Surah Al-Maidah 5:114

Isaye kure Meryeme ji (bi lavati aha) gotiye: “Xudaye me! Tu li ezmanan bi ser me da xewaneke (xwarinan) bihenirine, ji bo ku ewa (xewana) ji bona me u ji bona wane pesrewan u pasrewane me ra bibe cejneki u derheozeke ji te be. U tu (ewan xurekan) bi me bide sixurandine. Sixwa tu bi xweber ji cetire sixurandokani.”

Verse 115 — Surah Al-Maidah 5:115

Yezdan ji (aha) gotiye: “Bi rasti eze ewe (xewane) bi ser we da bihenirinim. Idi kijan ji we ji pisti hinartina (xewane) bibe file, eze ewi bi sapateke wusa sapat bikim, ku ez weki wi di gerdune da, tu keseki sapat nakim.”

Verse 116 — Surah Al-Maidah 5:116

Di gaveki da Yezdan (ji bona Isaye kure Meryeme ra aha) gotiye: "Isaye kure Meryeme! Qey te ji bona kesan ra (aha) gotiye.” Hun (geli kesan!) ji bal Yezdan, min u diya min ji ji xwe ra bixne du Yezdan? (Isa aha) gotiye: “Ez (te ji wan gotine wan) paqij dikim, tu maf ji bona min ra tune ye, ku ez ewe tista qe tu mafe hun teda tune be, bejim. Heke min wusa gotibe sixwa tu pe dizani. Tu bi tista ku hundure min da heye dizani, le ez bi tista di hundure te da heyi nizanim. Bi rasti hey tu bi tisten penha dizani.”

Verse 117 — Surah Al-Maidah 5:117

Min ji bona wan ra, ji pestire wan (biryaren) ku te fermana min kiriye; ez ewan ji wan ra bejim, qe tu tist ji wan ra ne gotiye. (Min ji bona wan ra aha) gotiye: “Hun perestiya wi Yezdane, ku Xudaye min u Xudaye we ye, bikin. Heya ku ez di nava wan da bim, ez sahide li ser wan im, idi di gava ku te ez ji nava wan derxistim (cane min sitand) tu bi xweber dibi didevane li ser wan. Sixwa tu bi xwer ji sahide li ser hemu tistani.”

Verse 118 — Surah Al-Maidah 5:118

Heke tu ewan sapat biki, bi rasti ewan bendeyen te ne (tu kes tekil nabe). Sixwa heke tu ewan bibaxisini, bi rasti servahate bijejke hey tu bi xweberi (disa tu kes nikare tekil bibe)

Verse 119 — Surah Al-Maidah 5:119

Yezdan gotiye: “Eva roya hane royake wusa ne, ku di we roye da rastiya rastgoyan ji bona (wan rastgoyan) bi ker te. Ji bona wan ra bihisten, ku di bine (dare) wan da cem dikisin, hene. Ewane di wan bihistan da tum carin biminin. Yezdan bi wan qayil buye, ewan bi xweber ji (bi dana) Yezdan qayil bune. Serfiraziya mezin eva ye.”

Verse 120 — Surah Al-Maidah 5:120

Seroktiya ezman u zemin u seroktiya wan tisten (di ezman u zemin da) heyi hey ji bona Yezdan ra ne. Sixwa Yezdan bi xweber ji li ser hemu tistan bi hez e