Verse 1 — Surah At-Tawbah 9:1
Eva ji Yezdan u ji Pexembere wi li bal hevricekeren, ku we ji bona wan ra peymana (astiye) dabuye, (ewan ji ewa peyman sikenandine, ji bona gizbirina we) bi rasti belavok u desturek e
Verse 2 — Surah At-Tawbah 9:2
Idi hun (geli filan!) di zemin da car mehan (be tirs) bigerin u hun evi ji bizanin! Ku hun nikarin Yezdan bezar bikin (ku idi Yezdan nikaribe sapate bide we) u hun (bizanin!) bi rasti Yezdane filan riswa bike
Verse 3 — Surah At-Tawbah 9:3
U eva di roya meztire hece da ji Yezdan u ji Pexembere wi li bal kesan da belavanokeke, ku bi rasti ewan herduk ji ji hevriceker u ji peymana bi wan ra dai dest berdane (ji wan be gur u be goman in). Idi heke hun (geli kesan! Ji fileti u ji peyman sikenandinen xwe) posman bibin, sixwa (posmaniya we ji wan kirine we) ji bona we ra cetir e u heke hun (ji posmaniya xwe) ru bifetilinin (disa hevricekirine bikin u peymanen xwe bisikenin) hun bizanin! Ku hun nikarin Yezdan bezar bikin (ku idi ewa nikaribe sapate bide we). U (Muhemmed!) ewane ku bune file hene! Tu mizginiya wanan bi sapateke dilsoz bide
Verse 4 — Surah At-Tawbah 9:4
Ji pestire (peymana) wan hevricekeren, ku we bi wan ra peymana (astiye) daye hev u pase ewan hevricekeran ji qe ji we peymane tu tistek kem nekiribin u ewan pistvaniya tu keseki ji li hembere we da ne kiribin,hun ji heya dane pasya peymane hat, ewa peymana ku we daye hev pek binin. Hun bizanin! Bi rasti Yezdan ji parisvanan hez dike
Verse 5 — Surah At-Tawbah 9:5
Idi di gava ku pasya wan mehen (qirin di wan da hatiye qedexe kirine) hat, hun li kedere rasti wan (hevricekeran) hatin; hun ca dikarin wusa bi wan ra qirin bikin u hun ewan bigirin; di xani u di duzan da (kelan da) bixne zindanan u hun li hemu ciyan da ji bona wan ra didegehan daynin (didarya wan bikin u hemu reyan li wan bigirin). Idi heke ewan (ji wan kirinen xwe) posman bun u nimeja xwe kirin u baca male xwe ji dan, hun idi reya wan valakin (dest nedine wan). Bi rasti Yezdan ji penhugere kemasiyan u dilovin e
Verse 6 — Surah At-Tawbah 9:6
(Muhemmed!) Heke yek ji hevricekeran xwe avete ber bexte te, idi tu ji ewi bi ewleti hilde berbexte xwe, heya ku ewa peyven Yezdan bibehe, pase tu ewi bi ewleti bigihine wi ciye ku ewa di wura da ewle dibe (ji bo ku tu kes dest nede wi). Ji ber ku ewan komaleki bi tistan nizanin (tu evan xebatan bi wan ra diki)
Verse 7 — Surah At-Tawbah 9:7
Ji pestire wan (fileyen) ku we li bal mizgevta (bi nan Mescid ul-Heram peyman daye hev, we ji bona wane ku hevriceker in (put perestin) li bal Yezdan u li bal Pexembere wi ca peymane ce be? Idi ji wan (filan) kijan ji bona we ra rast bin, hun ji ji bona wan ra rast bin. Bi rasti Yezdan (ji wane ku di peymana xwe da) parisvan in hez dike
Verse 8 — Surah At-Tawbah 9:8
We ca (peymane) ce be? Heke ewan (filan) li ser we da bi serbesti servahati bibunan, ewan (filan) qe di nav we da li tu keseki pismam u li tu sond u peymanen ku we dabuye hevdu meze ne dikirin. Ewan (filan) diven ku we deve xwe, bi xwe bidine qayilkirine u le dile wan qe bi tu curei qayil nabe. Sixwa piren wan bi xweber ji ji reya rast derketi bune
Verse 9 — Surah At-Tawbah 9:9
Ewan (filan) beraten Yezdan bi pereki hindik firotine, idi ewan reya Yezdan ji ber merivan giredane. Bi rasti tista ewan dikin ciqa sik e
Verse 10 — Surah At-Tawbah 9:10
Ewan (filan) di nava bawergeran da qe li tu keseki pisman u li tu sond u peymaneki meze ne dikirin. Sixwa ewane ku ji tuxube xwe borine; (qe li tu tisti meze nakin) evan bi xweber in
Verse 11 — Surah At-Tawbah 9:11
Idi heke evan (filan ji wan kirinen xwe) posman bun; nimeja xwe kirin u baca xwe dan, ewan di ole da idi birayen we ne. Em (evan) beratan ji bona wi komale ku dizanin vedikin
Verse 12 — Surah At-Tawbah 9:12
U heke ewan (filan) ji pisti peymana xwe, sonda xwe sikenandin u ewan ziman xwe direji ola we kirin (bi we tinaz kirin) idi hun ji (geli bawergeran!) bi wan pesrewane wanen ku di filetiye da pesrewani dikin ra qirin bikin, bi rasti ji bona wan ra tu sond tune ye. (Bi vi awayi) dibe ku ewan (filan) ji wan kirine xwe, xwe bidine pas da
Verse 13 — Surah At-Tawbah 9:13
Qey hun (geli bawergeran!) bi wi komale ku ewan sonda xwe sikenandine u ewan ji bona ku Pexember (ji bajare Mekke) derxin, biryar hildane (evan kirinen hanenan) di cara yekem da ji ewan bi xweber dest avetibune xebata wan kiribune, qirine nakin? Qey hun (geli bawergeran!) ji wi (komale) ditirsin? Heke hun bi rasti bi Yezdan bawer dikin, idi babettir e ku hun ji Yezdan bitirsin
Verse 14 — Surah At-Tawbah 9:14
Hun (geli bawergeran!) ji bo ku Yezdan (ewan filan) bi deste we sapat bike u ji bona ku ewan sernegun bike u arikareya we bike; ku hun li ser wan da servahati bibin, ji bo ku dile (we) komale bawerger bi vi awayi mefa (sifa) bibe, bi wan (filan ra) qirine bikin
Verse 15 — Surah At-Tawbah 9:15
U ji bona ku Yezdan (ewa kula fila ne, ku di dile bawergeran da heye) behere. Sixwa Yezdan bi xweber ji, ji bona kijani ra bive, posmaniya wi ye ji gonehan lite dike. U bi rasti Yezdan pirzane bijejke ye
Verse 16 — Surah At-Tawbah 9:16
Qey hun goman dikin, heya ku Yezdan; ewan meriven ji we ne, ku ji bona reya Yezdan tekosin dikin u ewan merivan bi xweber ji ji pestire Yezdan u ji pestire Pexembere wi u ji pestire bawergeran ji xwe ra qe tu keseki serkar u bextiyar nagirin, bi we temtela wan nizanbe, we Yezdane li ser ve temtela we, dest ji we berde? Sixwa hun ci bikin, Yezdan bi xweber ji bi wi dizane
Verse 17 — Surah At-Tawbah 9:17
Ewan hevricekeren, ku ji bona filetiya xwe ra li ser xwe, bi xweber sahidi didin, ku file ne ewa hene! Ji bona wan ra tu maf tune ye ku mizgeften Yezdan ava bikin. Ewan kirine wan hemusk sewitine u ewane di agir da ji tum cari biminin
Verse 18 — Surah At-Tawbah 9:18
Bi rasti mizgeften Yezdan hey ewan kesen ku bi Yezdan u bi ro (dane) para da bawer kirine u nimeja xwe kirine u baca xwe dane u ji pestire Yezdan ji tu kesi ji natirsin, ava dikin. idi dibe ku evan bibine ji wan kesen ku hatine reya rast
Verse 19 — Surah At-Tawbah 9:19
Qey hun (geli kesan!) av dana heciyan u ava kirina mizgevta (bi nav) Mescid ul-Heram u ewane ku bi Yezdan u bi ro u dane para da bawer kirine u (ji bona qayilbuna Yezdan) di reya Yezdan da tekosin kirine; weki hev digirin? Na, ewan li bal Yezdan weki hev nabin. Bi rasti Yezdan komale cewrkar nayne reya rast
Verse 20 — Surah At-Tawbah 9:20
Ewane ku bawer kirine u (ji welate xwe) koc kirine u ji bona qayilbuna Yezdan) di reya Yezdan da bi mal u bi cane xwe tekosin kirine, hene! Ewan li bal Yezdan bi payeti meztir in. Ewane serfıraz ji evan bi xweber in
Verse 21 — Surah At-Tawbah 9:21
Xudaye wan li bal xwe ji bona wan ra mizgina dilovaniyeke ji xwe u qayilbuna xwe bi wan dide, ku ji bona wan ra bihist hene, xarina wan be pasi ne
Verse 22 — Surah At-Tawbah 9:22
Ewan bi xweber ji di we bihiste da hey manok in. Bi rasti li bal Yezdan xelaten mezin hene
Verse 23 — Surah At-Tawbah 9:23
Geli ewane ku we bawer kiriye! Heke bav u kal u birayen we, ji baweriye pirtir ji filetiye hez bikin, hun ji ewan ji xwe ra serkar u mezin negirin. U kijan ji we, ewan bav u kal u biran ji bona xwe ra serkar u mezin bigire; idi bi rasti ewan bi xweber cewr kirine
Verse 24 — Surah At-Tawbah 9:24
(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) beje: "Heke li bal we bav u kalen we u zaren we u birayen we u zone we u pismam u lezimen we u ewa male ku hun keda wi dikin u ewa kirin u firotina ku hun ditirsin, ji bona ku hun di wi da kare nekin u ewan xan u malen ku hun bi wan qayil bune, ji Yezdan u ji Pexembere wi u ji we tekosina ku ji bona reya wi te kirine, heztir be, idi hun didari bikin, heya ku fermana Yezdan (bi tesqeledana we) were." Bi rasti Yezdan bi xweber ji ewi komale ku ji reya rast derketiye nayne re
Verse 25 — Surah At-Tawbah 9:25
Bi sond! Yezdan di pir ciyan da arikariya we kiriye u di roya (qirina) Huneyne da ji (arikariya we kiriye): Di we roye da; piraniya we hun bi sodreti qure kirine, idi ewe (piratiye ji) qe tu tistek ji we ne daye para dane u zemin bi firetiya xuya ji li ser we teng buye u pase ji we pista xwe daye qirine hun para da reviyane
Verse 26 — Surah At-Tawbah 9:26
Passe (ji pisti ku hun reviyane) Yezdan hewdana xwe (bi ber dili) li ser pexembere xwe u li ser bawergeran da hinartiye u ewi leskereki wusa hinartiye ku qe we ewa (leskeran) ne diditin. (Ewi bi wan leskeran) ewane ku fileti dikiribune sapat kiriye. U sixwa celata filan bi xweber ji eva ye
Verse 27 — Surah At-Tawbah 9:27
Ji pisti vi ji Yezdan posmaniya evinen xwe lite dike. U bi rasti Yezdan baxisgereki dilovin e
Verse 28 — Surah At-Tawbah 9:28
Geli ewane ku we bawer kiriye! Bi rasti ewane hevriceker hene! Ewanan (bi baweri) pis in, idi bira ewanan ji pisti ve sala wane hane nezike mizgevta (bi nav) Mescid ul-Heram nebin u heke hun (ji ne hatina wan li bal mizgevte da) bitirsin, ku hune xezan bibin; idi heke Yezdan bive sixwa ewe we ji rumeta xwe zengin bike. Bi rasti Yezdan zanaki bijejke ye
Verse 29 — Surah At-Tawbah 9:29
Hun (geli bawergeran!) bi wane ku ji bona wan ra pirtuk hatiye, ku ewan hej bi Yezdan u bi ro u dane para da bawer nakin u ewan ku Yezdan u Pexembere Wi ne durist kirine, ne durist nakin (ji wan bi duristi dixun) u ola rast ji (ji bona xwe ra) bi oli lite nakin, qirine bikin; heya ku ewan xeraca xwe bi deste xerac kusanan bidin, ku ewan bi xweber ji stuxar bin
Verse 30 — Surah At-Tawbah 9:30
U cihuyan (aha) gotine: "Bi rasti Uzeyr kure Yezdan e." U Mexinan ji (aha) gotine: "Bi rasti Isa kure Yezdan e." Eva gotina hane, gotina wan e, bi deve xwe dibejin. (Gotina wan) weki gotina wan fileyen ku hej di berya wan da (borina) gotina: (Ewan ji di deve xwe da weki gotina wan filan digerinin.) Yezdan ewan bikuje! Ewan di kuda evan viran dikin
Verse 31 — Surah At-Tawbah 9:31
Ewan (filan) Yezdan histine, zanayen xwe u sofiyen xwe u Mesihe kur e Meryeme ji xwe ra xistine Xuda. Ewan bi xweber ji hatibune ferman kirine; ku ewan hey ji bona yek Yezdane bi tene ra peresti bikin, ji pestire wi (qe tu yezdane babet e perestiye) tune ye. Bi rasti ewa ji wan sa-lixe hevricekeran paqij e
Verse 32 — Surah At-Tawbah 9:32
Ewan (filan) diven, ku ronahiya (fermanen Yezdan) bi deve xwe bitemirinin. Bi rasti file rike xwe binin ji we Yezdane ewan filan ji vina wan bide para da, we hey ronahiya (fermanen xwe) pek bine
Verse 33 — Surah At-Tawbah 9:33
U hevriceker ciqa rike xwe binin ji, hey ewe ku pexembere xwe bi reya rast u bi ola maf (haq) sandiye, ji bona ku ola xwe li ser hemusk olan servahati bike ewa hey (Yezdan) e
Verse 34 — Surah At-Tawbah 9:34
Geli ewane ku we bawer kiriye! Bi rasti pir kesen ji zanan u sofiyen wan (filan) male merivan bi puci dixun u ewan (zanan u sofiyan) merivan ji reya Yezdan didine para da. U ewane ku zer u zivan cal dikin: di reya Yezdan da nasixurinin hene! Idi (Muhemmed!) tu mizgina wan bi sapateke dilsoz bide
Verse 35 — Surah At-Tawbah 9:35
Di roya ku ewan (malen calkiri) di agire doje da tene sor kirine, idi bi wi (mali sorkiri) netik u kelek u pista wan te deqandine, ji wan ra (aha te gotine): "Ewa male ku we ji bona xwe ra vesartibu eva ye, idi hun ewi (male xwe ye) ku we vesartibuye (tam) bikin
Verse 36 — Surah At-Tawbah 9:36
Di roya Yezdan ku ezman u zemin afirandiye; bi raste hijmara mehan danzdeh in. eva hijmara hane di nivisara Yezdan da heye. Ji wan mehan: car mehe wi bi rumet in (di wan da qirin u sikati u tekosini qedexe ne, ewan mehan: Zil qade, Zil hece, Muherrem, Receb in) evan (hijmar u qedexan) ola wi ye rast e bi hez e, idi hun (geli bawergeran!) di wan mehan da bi xweber li xwe cewr nekin, ca file bi hemuti bi we ra girine dikin, hun ji bi hemuti bi wan ra qirine bikin. U hun bizanin! ku bi rasti Yezdan bi xudaparizan ra ne
Verse 37 — Surah At-Tawbah 9:37
Bi rasri sun guhurandina wan mehan (meha bi nav Muherrem para didan, di suna we da meha bi nav Sefer datinin, ji bona ku dane qirine pir bikin, ya ji dane qirine kem bikin) pirkirina di filetiye da ne wundabuna ji reya rast e. Ewane file hene! Ewanan ewe meha qedexerok di saleki da ji wan mehen qedexerok dihijmirinin u di saleki da ji qe ji wan mehen qedexerok nahijmirinin. ji bona ku ewan (filan) ewe hijmara ku Yezdan hijmartiye pepes bikin (qe bi tu tisti nehijmerin). Idi ewan bi ve hijmara xwe (ewan mehen qedexe ne) ku Yezdan hijmartiye; qedexetiya wan radikin, ji bona wan ra ewa kirina wane sik hatiye xemilandine (xwesa wan dice). Sixwa Yezdan bi xweber ji komale file nayne reya rast
Verse 38 — Surah At-Tawbah 9:38
Geli ewane ku we bawer kiriye! Ji bona we ra ci buye? Di gava ji bona we ra te gotine: "Hun hemusk bi hev ra di reya Yezdan da herin qirine, hun li bal zemin da giran dibin diminin. Qey hun ji jina para da pirtir bi jina cihane qayil dibin? Bi rasti Xemla jina cihane di dan u gave para da hey hindike
Verse 39 — Surah At-Tawbah 9:39
Heke hun (geli bawergeran! Ca hatine ferman kirine wusa) bi hev ra necine qirine, we (Yezdane) bi sapateke dilsoz we sapak bike u we ewe) we bi komaleki mayi ye pestire we, biguhure, qe hun nikarin tu ziyana wi ji bikin. Bi rasti Yezdan bi xweber ji li ser hemusk tistan bi hez e
Verse 40 — Surah At-Tawbah 9:40
Hek hun (geli bawergeran!) arikariya (wi pexembere min e Muhemmed) nekin, idi bi sond! (hun bizanin) Yezdan arikariya wi kiriye. Kane di gava ku ewane file, ewa (pexembera) yeke ji wan duduyan bi tene bu, ji (welat) derxistibun; di gava ku ewan herdukan di sikevte da bun (aha) digote hevale xwe: "Qe muruze xwe neke bi rasti Yezdan bi me ra ne." (A, di we gave da) Yezdan arikari kir, idi Yezdan hewdana xwe li ser dile wi da hinartiye u (Yezdan) ta e wi bi leskereki ku hun nabinin, kiriye u mijuliya wane ku fileti dikiribune berjer kiriye. U sixwa hey mijuliya Yezdan bi tene bilind e. U Yezdan servahate bijejke ye
Verse 41 — Surah At-Tawbah 9:41
Hun (geli bawergeran bi dil xwazi) u bi sivikai (u bi dil nxwazi) u bi girani bi mal u cane xwe va di reya Yezdan da bi hev ra (bi wan filan ra) tekosin bikin. Bi rasti heke hun bizanin (eva tekosina bi vi awayi) ji bona we ra cetir e
Verse 42 — Surah At-Tawbah 9:42
Heke (eva gazikirina te Muhemmed! ji bona wan ra, li bal qirina bi filan ra, ji bona qirine ne buya) le ji bona kareke nezik buye, ya ji ji bona reya miraza buya, bi rasti ewane bibuna peyrewe te, le bi rasti zehmet u westandine ewan (bawergeran; ji gazikirina te li bal qirina bi filan ra) dur xistine. Ewan (bawergeran) di nezik da bi Yezdan sond dixun u (aha) dibejin: "Heke me bikarya (ku em herne qirine) eme bi we ra derketibuna (qirine). Ewan bi wi awayi xwe tesqele dikin. Sixwa Yezdan bi xweber ji dizane ku ewan bi rasti derewan dikin
Verse 43 — Surah At-Tawbah 9:43
Yezdan ji te kulan behere! Ka heya ji bona te ra (Muhemmed) ewane ku rastgone xuya bibunan u ji bona, ku te bi wane derew dikiribune bizaniya, te ji bona ci destura wan (ji bona qirine) daye
Verse 44 — Surah At-Tawbah 9:44
Ewane ku bi Yezdan u bi dan u gave para da bawer kirine hene! Ji ber ku ewan bi mal u bi cane xwe va di reya Yezdan da tekosine dikin (ewan nayen ji bona para ketine, ji te Muhemmed destura para ketine naxwezin). U sixwa Yezdan bi xweber ji bi xudaparizan dizane
Verse 45 — Surah At-Tawbah 9:45
Le ewane ku bi Yezdan u bi ro u dane para da bawer nakin u dile wan (di baweriye da) du dili kiriye, hene! Hey ewan ji bona para ketina (ji qirine) ji te destura xwe dixwazin. Idi ewan bi xweber ji di du diliya xwe ye (bawer kirine da) du dil dibin
Verse 46 — Surah At-Tawbah 9:46
U heke (ewani bawer ne dikirin) cubuna qirine bi van, we ewane ji bona (qirine) tedarikeke xwe bikirinan. Le Yezdan ji wan kirine wan rike xwe ani, idi ewi ewane (be bawer di mala wan da) hist, (ji wan ra aha hate) gotine: "Hun ji (di mala xwe da) bi wane (bezar va) runen
Verse 47 — Surah At-Tawbah 9:47
Heke ewane (be bawer) di nava we da derketina (qirine) ewan ji pestire tevdaniye qe ji bona we ra tu tistek, pir ne dikirin u ewane di nava we da hey tekilkirin daninan (ji bona ku hun para da birevin). Sixwa di nava we da ji, ewane ku gohdareya (vane be bawer) bikirinan hebun. U Yezdan bi wane cewrkar dizane
Verse 48 — Surah At-Tawbah 9:48
Bi sond! Ewan hej di bere da tevdani va bune u ewan ji bona te ra pir buyeren soresisaz kiribune, heya rasti hatiye u fermanen Yezdan bi serfirazi servahati ye, ewan bi xweber ji ji ve servahatina hane rike xwe anibune
Verse 49 — Surah At-Tawbah 9:49
U ji wan hinek ji hene (aha) dibejin: "Ka (Muhemmed!) tu ji bona min ra destur bide; (ji bona ku ez necime qirine) daweku sere min nekebe xax u lore giran." (Muhemmed!) tu hisyar be! Bi rasti ewan noqe derdan bune u bi rasti doje (cehenem) file hildane nava xwe da ji
Verse 50 — Surah At-Tawbah 9:50
U heke qenciyek bi te da were, hatina we qenciye ewan sik dike. Le heke asitek bi te da were ewan (aha) dibejin: "Bi sond! Me hej di bere da tedarika xwe kiribu." Ewan bi sahiti pista xwe dane, para cune
Verse 51 — Surah At-Tawbah 9:51
(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) beje: "Bi sond! Yezdan ji bona me ra ci nivisiye hey ewa te sere me. Serkare me hey Yezdan e. Udi geli bawergeran! Hun hey xwe hisperin Yezdan
Verse 52 — Surah At-Tawbah 9:52
Tu (ji wan ra aha) beje: "Qey hun (geli duruyan!) ji pestire van her du qenciyan; (ya servahatin u pozbilindi, ya ji sehid u ji gonehan baxisandine) heviya tisteki mayi ji bona me ra dikin? U bi rasti em bi xweber ji ji bona we ra hey heviya vi dikin; Yezdane ya li bal xwe ji bona we ra sapateki bide, ya ji we we bi deste me sapat bike. Idi hun hevidari bikin, bi rasti em bi xweber ji bi we ra hevidar in
Verse 53 — Surah At-Tawbah 9:53
(Muhemmed!) tu ji wan ra aha beje: "Hun (geli duruyan!) bi xwesi ya ji bi rike xwe (male xwe) bisixurinin; hey ewa sixurandina ji we naye lite kirine. Bi rasti hun komaleki ji rederketi ne
Verse 54 — Surah At-Tawbah 9:54
U tista ewan dane para da ji bo ku sixurandina wan neye lite kirine hey eva ye; bi rasti ewan bi Yezdan u bi Pexembere Wi bawer ne dikiribune. Ewan heya dicun ku nimej bikin, hey bi sistayi dikirin, ewan gava sixurandin ji bikin hey bi ne xwesi u rike xwe anine (pase) dane
Verse 55 — Surah At-Tawbah 9:55
Idi bira (piraniya) mal u zaren wan (Muhemmed!) te sodret neke. Bi rasti Yezdan dive ku ewan (duruyan) di jina cihane da bi mal u zare wan bide sapat kirine. U (Yezdan dive) ku gava cane wan derkebe ji, ewan (di we gave da) file bin
Verse 56 — Surah At-Tawbah 9:56
Ewan (duruyan) bi Yezdan sond dixun, ku ewan ji we ne, le qe ji we ninin ji. Bi rasti ewan komaleki wusa nin zirave wan ji tirsa dicire
Verse 57 — Surah At-Tawbah 9:57
Heke ewa raste darendeki, ya ji raste sikevtan bihatinan, ya ji quleke ku teda bihewyan, bi ditanan, ewanen para da li bal wi da sere xwe hildana bicunan
Verse 58 — Surah At-Tawbah 9:58
U hinek ji wan hene; ku ji bona (parkirina male sore) be te (ji bona te ra Muhemmed!) ezmane xwe direj dikin (aha dibejin: "Eva parkirina hane bi daditi nine.)" Idi heke ji wan ra ji wi mali hatibe dayine, ewan sixwa qayil dibin, heke ji wan ra ji wi mali ne hatibe dayine sixwa ewan heman dixeyidin
Verse 59 — Surah At-Tawbah 9:59
Heke ewan bi tista ku Yezdan u Pexeembere Wi dabune wan qayil bibunan (u aha ji) gotibunan: "Bi rasti Yezdan ji bona me ra bes e u we Yezdane ji rumeta xwe u pexembere xwe ji virha disa ji bona me ra bide, bi rasti me dile xwe li bal Yezdan da giredaye." (We ji wan ra cetir bibuya)
Verse 60 — Surah At-Tawbah 9:60
Bi rasti male (sore u male) bace, hey ji bona xezanan u ji bona belengazan u ji bona wan sanene, ku li ser wi mali xebat dikin u ji bona wan meriven ku hatine misilman bune; hej dile wan bi rasti bi misilmaniye germ ne buye (ya ji ewan fileyen zor be; ji bo ku herciqandina wan li ser misilmanan bidine para da ka ewan ji misilman nabin) u ji bona azadiya benda u zebunan u ji bona deyndaren (ku male wane heyi tera deyne wan nake) u ji bona wan kesen ku di reya Yezdan da tekosine dikin u ji bona wan rewiyen ku di reyan da mane (te dayine). Eva parkirina hane parkirineke wusa ne; ku Yezdan bi ve neve kiriye. Yezdan zanaye bijejke ye
Verse 61 — Surah At-Tawbah 9:61
U ji wan (duruyan) ewane ku cafaye didine pexember hene! (Ji bona cefadana pexember aha) dibejin: "Ewa (pexembera wusa dibehe) buye goh (ji hemu tistan ra gohdari dike. Muhemmed! Tu ji wan ra aha) beje:"Ewa goha goheki wusa ne; ji bona we ra qenciyek e. Ewa bi Yezdan bawer dike, ca ji bi bawergeran ji bawer dike, ewa (goha) ji bona wane, ku ji we ne (bi rasti) bawer kirine dilovaniyek e (ji Yezdan e). U ewane ku cefaye didine pexembere Yezdan hene! Bi rasti ji bona wan ra sapateke dilsoz heye
Verse 62 — Surah At-Tawbah 9:62
Jj bona ku ewan xwe bi we bidine qayil kirine, ewan ji we ra bi Yezdan sond dixun. Heke bi rasti ewan bawer kiribin; Yezdan u Pexembere Wi babettir in, ku ewan bi xwe bidine qayil kirine
Verse 63 — Surah At-Tawbah 9:63
Ma qey ewan nizanin? Kijan di hembere biryaren Yezdan u Pexembere (Wi da, biryaran bihune) idi bi rasti ji bona wi ra agire doje be pasi heye. Ewa e bi xweber ji di we doje da hey bimine. Riswaya mezin eva ye
Verse 64 — Surah At-Tawbah 9:64
Ewane duru hene! Ewan ditirsin, ku li ser wan da ferkereke wusa be hinartine, di dile wan da ci hebe ji wan ra beje (bi vi awayi ji tinaz dikirin. Muhemmed! Tu ji wan ra aha) beje: "Hun (geli duruyan) tinazan bikin! Bi rasti tista ku hun je ditirsin, Yezdane ewi derxe (rohnayi ye)
Verse 65 — Surah At-Tawbah 9:65
Heke (Muhemmed! Tu) ji wan bipirsi (ka hun ci mijul dibin?) Ewane (aha bersiva te bidin): "Bi sond! (Qe em bi tu tisti mijul nabin) le em di nava xwe da tinazan dikin u bi hev dileyizin dicin. (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) beje: “Qey hun bi Yezdan u bi beraten wi u bi Pexembere Wi tinazan dikin?”
Verse 66 — Surah At-Tawbah 9:66
Hun (geli duruyan!) baxisandina xwe ji wan kirine xwe nexwezin. Bi sond! Hun ji pisti baweriya xwe, bune file. Heke em desteki ji we bibaxisinin, eme desta mayi ji bi sedema, ku ewan gonehkar bune sapat bikin
Verse 67 — Surah At-Tawbah 9:67
Ewane duru hene! Mer u jine wan ji ji hev in. Ewanan fermana bi kirina sikatiyan u bi xwe para dana ji qenciyan dikin. Ewan deste xwe (ji kirina qenciyan) digirin; Ewan Yezdan (bi vi awayi) ji birva kirine. Idi ji ber vi qasi Yezdan ji ewan birva kirine. Bi rasti ewane ji reya rast derketine, ewan duru bi xweber in
Verse 68 — Surah At-Tawbah 9:68
Yezdan ji bona duruyen mer u duruyen jin u ji bona filan ra, agire doje peyman kiriye, ewa ne di doje da hey biminin. Ewa sapata hane bese wan e u Yezdan ewan (ji dilovaniya xwe) deherandine. U ji bona wan ra sapateke be pasi heye
Verse 69 — Surah At-Tawbah 9:69
(Geli duruyan!) Hun ji weki wane berya xweyen: hej ewane berya we da; heza wan ji heza we zortir buye u mal u zare wan ji mal u zare we pirtir buye. Idi ewane (berya we, di cihane da) bi para xwe benga (kayf) u xwesiya xwe kirine, we ji bi para xwe (di cihane da) beng u xwesiya xwe kirine, ca ewane di berya we da ji bi para xwe (di cihane da) benga xwe kirine u ca ewan noqe pucatiyan bibun, hun ji weki wan noqe pucatiyan bune. Ewane ku kirine wan di cihan u di dan u gave para da sewitine hene! Evan in u ewane ku ziyan kirine, evan bi xweber in
Verse 70 — Surah At-Tawbah 9:70
Qey mijuliya (ji temtela) wan komalen, ku di berya wan da (borine) ji komale Nuh u komale A´d u Semud u ji komale Ibrahim u runistiyen (bajar) e Medyene u ji komale (Lut) ku (bajaren wan bi sere wan da deriz buye) ji bona wan ra ne hatibu? Pexemberen wan li bal wan da bi beraten ber cavi va hatibune. (Le ewan bi wan pexemberan bawer ne kiribune, ji ber viqasi raste xesma Yezdan hatine). Idi Yezdan li wan cewr ne kiriye, le ewan bi xweber li xwe cewr kirine
Verse 71 — Surah At-Tawbah 9:71
U ewane bawer kirine hene! Mer u jine wan ji hev in: Hineke wan serkare hineke wan in. Ewanan fermana (bi kirina) qenciyan u xwe parisandina ji sikatiyan dikin u ewan nimeja xwe dikin u baca (male xwe) didin u ewan bi gotina Yezdan u Pexembere Wi dikin:Yezdane di nezik da li wan dilovani bike. Bi rasti Yezdan servahate bijejke ye
Verse 72 — Surah At-Tawbah 9:72
Yezdan ji bona bawergeran; ci mer u ci jin, peymana we bihista ku di bine we da cem dikisin u di bihista xurinane (bi nav) Adine da ji ewiren tital daye, ewane di wura da hey biminin. U sixwa qayilbuneke ji Yezdan ji bona wan ra ji ve (peymana hane) hej pirtir u mezintir heye. Serfiraziya mezin eva ye
Verse 73 — Surah At-Tawbah 9:73
Pexember! Tu bi filan u bi duruyan ra tekosin bike u tu li ser wan da girani bike: Bi rasti ewra wan doj e. Ewa doja ciqa sike ewran e
Verse 74 — Surah At-Tawbah 9:74
Bi sond! Ji pisti ku ewan (duruyan) misilman bune, pase disa bune file u peyven fileti ji gotine. Pase disa bi Yezdan sond dixun u dibejin: "Qe me ewan peyvan ne gotine." U ewan miraz kirin, ku ewe tista (kustina pexember) qe nikarin bikin ji bona wi ra xebat kirin. Xuri ji bona ku Yezdan u Pexembere Wi, ewane (duruyan) ji rumeta xwe zengin kirine, ewan radibin ji dexesiyan tul hildidin (di hembere qenciyen Yezdan ne ku li ser wan hen, ewan ji radibin sikati dikin, qe eva kirina wan dibe kare merivan?). Heke ewan ji we kirina xwe posman bibin, we posmaniya wane ji bona wan ra cetir bibe. U heke ewan ru bifetilinin (di filetiya xwe da hinc bikin) Yezdane ewan di cihan u di dan u gave para da ji bi sapateke dilsoz sapat bike u ji bo- na wan bi xweber ji di zemin da tu serkar u arikar tune ye
Verse 75 — Surah At-Tawbah 9:75
U ji wan (duruyan) ewane (aha) peymane didin hene: Heke Yezdan ji rumeta xwe ji bona me ra (mal biqenci) bide, bi sond! Eme ji ji wi bace bidin u eme bibine ji wane aritikar
Verse 76 — Surah At-Tawbah 9:76
Idi gava (Yezdan) ji rumeta xwe ji bona wan ra mal daye, ewan (duruyan) bi wi mali dexesi kirine (qe ji tu xezaneki ra bi wi mali qenci ne kirine) pista xwe dane (pevmana dayi). Sixwa ewan bi xweber ji pistanoke maleke ne. (Dest ji wan peymanan malandine)
Verse 77 — Surah At-Tawbah 9:77
Idi ji ber ku ewan, ewa peymana dabune Yezdan pek ne anibune u ji ber ku ewan derew dikiribune,Yezdan ji (ji pisti peyman sikenandina wan) di dile wan da heya roya ku ewane raste Yezdan ben, dexesi daniye
Verse 78 — Surah At-Tawbah 9:78
Qey ewan (duruyan) nizanin, ku bi rasti Yezdan bi diziyen wan u bi wan piste piste wan dizane? U bi rasti Yezdan bi xweber ji pirzan e bi tisten ne xuya ne
Verse 79 — Surah At-Tawbah 9:79
Ewane (duru ne) ku tinaza bi wane bawergeren baca xwe bi dile xwe hej pirtir dane, dikin (ji wan ra aha gotine:"Ewan baca xwe hej pirtir didin, ji bona qayilbuna Yezdan nadin, le ji bona ku nave wan be gotine: Ewi ji hewqas bac daye.") U bi wane ku bawer kirine baca xwe weki heza xwe dane, bi awaki dine tinaz kirine (ji wan ra ji aha gotine: "Xuda ji van zengintir e, bira Xuda ji bona xezanan ra mal bide, ka hun geli bawergeren xezan! Ji bo ci hun ji bona xezan ne mayi ra male xwe didin?) Idi Yezdan ewan hildane tinazan u ji bona wan ra sapateke dilsoz heye
Verse 80 — Surah At-Tawbah 9:80
(Muhammed! Tu hez diki) ji bona wan (duruyen bi van salixen bori ji min) baxisandina gonehen wan lava biki, ya ji qe ji bona baxisandina gonehen wan lava neki (hey weki hev e). Heke tu ji bona baxisandina wan hevte cari ji lava biki, disa bi rasti Yezdan qe ewan nabaxisine. Ji ber ku ewan bi Yezdan u bi Pexembere Wi fileti di kiribune eva (ne baxisandina wan ce nabe). Sixwa Yezdan bi xweber ji ewi komale ku ji reya rast derketibune, nayne rieya rast
Verse 81 — Surah At-Tawbah 9:81
Ewane be gotina pexembere Yezdan kirine hene! ewan bi runistina xweye (di mala xwe da mane, necune qirine) sabune, ewan rike xwe anine, ku bi mal u bi cane xwe va di reya Yezdan da tekosine bikin u ji hev ra (aha) gotine: "Hun di germe da necine qirine." (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) beje : "Bi rasti agire doje germtir e." Xweziya ewan pispori bikirinan
Verse 82 — Surah At-Tawbah 9:82
Idi ji bona ewe keda ku ewan dikiribune, bira ji virha ewan hindik bikenin u pir bigirin. Eva celata wan e
Verse 83 — Surah At-Tawbah 9:83
Idi heke Yezdan (Muhemmed! Tu ji qirina Tebuke) para da zivirandi, li bal desteki ji wane (ku bi te ra ne hatibune qirine) u ewa desta ji (ji bona ku bi we ra derkebine qirine) ji te destur xwestin, tu ji wan ra (aha) beje: "Qe di tucari da hun bi min ra dernakebine qirine u hun bi min re qe bi tu neyari ra qirine nakin." Bi rasti hun sixwa di cara yekem da bi runistine qayil bibun, idi hun ji bi wane para da mane, bi wane dije me ra runen
Verse 84 — Surah At-Tawbah 9:84
U (Muhemmed!) tu li ser tu keseki ji wan, gava bimire nimej neke u tu (di gava calkirine da), nece ser gora wi ji. Bi rasti ewan filetiya Yezdan u Pexembere Wi kirine u ewan ji reya rast bi derketi mirin e
Verse 85 — Surah At-Tawbah 9:85
U (Muhemmed! bira piraniya) mal u zaren wan te sodret neke. Hey Yezdan dive ku ewan di cihane da bi wan (mel u zaran) bide sapatkirine u (gava) cane wan derkebe ji, ewan sixwa file bin
Verse 86 — Surah At-Tawbah 9:86
(Evan hene!) Di gava, ku ferkerek hatibe hinartine, di we ferkere da ji eva fermana hebe: "Hun bi Yezdan bawer bikin u hun bi Pexembere Wi ra herin tekosin bikin." Ji wan ewane zengin hene! (Ewan aha ji te ra) dibejin: "Ka tu destura me bide u dest ji me berde, ku em ji bi wane ne cune qirine (di mala xwe da mane) runen
Verse 87 — Surah At-Tawbah 9:87
Ewan qayil bune, ku ewan (di mala xwe da bi jin u zaran va) biminin. (Ya ji ewan qayil bune, ku ewan bi wane dije we ra biminin) u li ser dile wan bi xweber ji durufa (durutiye) hatiye danine. idi sixwa ewan ji hev dernaxin
Verse 88 — Surah At-Tawbah 9:88
Le pexember bi teve ewane ku bi pexembera bawer kirine hene! Ewanan bi mal u bi cane xwe va (di reya Yezdan da bi wan neyeran ra) tekosin kirine. Idi ji bona van ra qenci hene. U evan bi xweber in, ku fereste bune
Verse 89 — Surah At-Tawbah 9:89
Yezdan ji bona van ra ewan bihisten ku di bine wan da cem dikisin amade kiriye, ewanan (di wan bihistan da) di hemu gavan da diminin. Serfiraziya mezin, a, eva ye
Verse 90 — Surah At-Tawbah 9:90
U ji koceren ereban (ewa desta ku ne cubune qirina Tebuke) ji bona ku ji wan ra destur be dane (ewan ji di mala xwe da weki wane para da mane, runen) hinek sedem ji bona xwe ra (hunandine) hatine (ji bo ku tu ewan bibaxisini). Le ewane ku Yezdan u Pexembere Wi dabune derewderandine hene! Ewan runistibune, qe (ji bona baxisandina xwe) ne hatibune, ewane file ne ji wan hene! We di nezik da sapateke dilsoz bi wan da were
Verse 91 — Surah At-Tawbah 9:91
Li ser bewec u nexwesan u li ser xezanen rasti tu mali nayen ku ji (bona qirina bi wane file ra di reya Yezdan da bisixurinin), heke ewan ji bona Yezdan u Pexembere Wi sireta (qenciyan) bikin tu goneh tune ye (ku ewan necine qirine). Sixwa li ser qenckaran qe tu renedana wan tune ye. U Yezdan bi xweber ji baxiskare dilovin e
Verse 92 — Surah At-Tawbah 9:92
Ewane di gava (tu derketi heri qirine) hatibune bal te, ji bo ku tu ewan siyar bi ki (beheri qirine) te ji ji wan ra (aha) gotibuye: "Qe li bal min tu tisteki ku hun li wan siyar bin werne qirine tune ye." Ji ber ku di deste wan da tu male ewan (di reya Yezdan) bisixurinin tune ye, ewan para zivirine; cave wan ji kovanan hister dibarandin hene! Qe tu sikati li ser wan ji tune ye
Verse 93 — Surah At-Tawbah 9:93
Le sikati bi rasti li ser wan zenginen ku ji te destur dixwestin (ku necine qirine) heye. Ewanan qayil bun (ku di mala xwe da bi wane para da mane, runen) ji ber ku Yezdan li ser dile wan duruf kiriye; idi ewan (bi temtela) xwe qe nizanin
Verse 94 — Surah At-Tawbah 9:94
Di gava ku hun (ji qirine) para da li bal wan da ziviri bune, ewan (duruyan hatibune) ji we baxisandina xwe bi hinek (sedeman xwestine). (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) beje: "Hun qe baxisandina xwe ji me nexazin, bi rasti em ji we bawer nakin; loma Yezdan hemu temtela buyera we ji bona me ra gotiye. U we Yezdan u Pexembere Wi kirine we bibinin, pase wi ewe ku bi der u hunduran dizane, hune herne bal idi ka we ci kiriye, we hemuski ji bona we ra beje
Verse 95 — Surah At-Tawbah 9:95
Di gava ku hun (ji qirine) li bal wan bizivirin, ji bona ku hun ruye xwe ji wan nezivirinin, ewane bi Yezdan ji bona we ra sond bixun; ku ewan ji bona hinek sedeman bi we ra ne hatine (qirine)." Idi hun ruye xwe ji wan bifetilinin. Bi rasti ewan sikin u bi sedema wan keden ku ewan kirine, ewra wan doj e
Verse 96 — Surah At-Tawbah 9:96
Ewanan ji bona we ra sond dixun; ji bona ku hun bi wan qayil bibin. Heke hun bi rasti bi wan qayil bibin ji, idi Yezdan disa bi wan komale ku ji reya rast derketine qayil nabe
Verse 97 — Surah At-Tawbah 9:97
Ewan ereben kocer hene! Ewanan (ji hemuskan) pirtir file u duru ne, sixwa ewanan ji bona ku ji wan biryaren Yezdan, ku li ser pexembere xwe da hinartiye nizanbin, babettir in. Bi rasti Yezdan zaneye bijejke ye
Verse 98 — Surah At-Tawbah 9:98
U ji koceran hinek hene, ku bawer dikin; ewan malen di reya Yezdan da hatine sixurandine ji bona wan ra ziyan e, ewanan hevi dikin (ku ji bona we ra royen soresi werin; di wan royan da ewane tula xwe ji we hildin). Ewan royen soresi ku ewan hevi dikin, li ser wan bi xweber e. Sixwa Yezdan bi xweber ji bihisteke pirzan e
Verse 99 — Surah At-Tawbah 9:99
U ji ereben kocer hinek ji hene, ku bi Yezdan u bi ro u dane para da bawer dikin u ewan koceran (dizanin) ku ewa male te xebitandine (ji bona tekosina) reya Yezdan, sedeme ji bona neikaya wan li bal Yezdan da u ji bona dilxweziyen Pexembere wi, ji wan- ra ne. Bi rasti tu hisyar be! Eva kirina wan sedemeke ji bona nezikaya wan li bal Yezdan dane. Yezdane ewanan di nezik da bixe nava dilovaniya xwe. Bi rasti Yezdan baxiskare dilovin e
Verse 100 — Surah At-Tawbah 9:100
U (Yezdan) ji wan kocer u arikaren (misilmane) ku di cara yekem da (misilman bune) u ewane ku bi qenci bune peyrewe van, qayil buye u ewan ji (bi wan tisten ku Yezdan daye wan) qayil bune u ewi ji bona wan ra ewan bihisten ku dibine (dare wan da) cem dikisin amade kiriye, ewanan di bihiste da hey diminin. Serfiraziya mezin eva ye
Verse 101 — Surah At-Tawbah 9:101
U hinek ji wan koceren li dora we da duru hene u hinek ji ji wan bineci ne (bajare) Medine hene, li ser duruya xwe lec dikin. Hun bi wan nizanin, xuri em bi xweber bi wan dizanin. Eme ewan du caran sapat bikin, pase ewane li bal sapateke mezin da bene zivirandine
Verse 102 — Surah At-Tawbah 9:102
U Destek ji (ji wan kesen ku bi te ra nehatibune qirine) hene! ewan (hatine) ji gonehkariya xwe ra ere gotine; Ewanan karen xweyen asti u sikati teve hev kirine. Dibe ku Yezdan posmaniya wan lite bike (ewan bibaxisine). Bi rasti Yezdan baxiskere dilovin e
Verse 103 — Surah At-Tawbah 9:103
(Muhemmed!) ji bo ku tu ewan (bi hildana) wi mali paqij u ewan piroz u pir biki, tu ji male (vane rastbej) hineki bac hilde. (Muhammed!) Tu ji bona wan ra (ji Yezdan) dilxweziyen rind bixwaze. Bi rasti dilxweziyen te ji bona wan ra hewdana dil e. Sixwa Yezdan bi xweber ji bihisteke pirzan e
Verse 104 — Surah At-Tawbah 9:104
Ma qey ewan nizanin ku hey Yezdan bi xweber e ji bendeyen xwe posmaniya wan ji gonehan lite dike u bacan (ji maldaran) digire? U bi rasti posmaniya ji gonehan hey Yezdan bi xweber e lite dike u dilovin e
Verse 105 — Surah At-Tawbah 9:105
U (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) beje: "Hun (ci dikarin bikin) hun ewi bikin, idi we Yezdan u Pexembere Wi u bawerkar, ewi kare we bibinin. Hune hemusk ji bi rasti li bal wi (Yezdane) ku bi der u hunduran dizane bene zivirandine, idi ewa e di we gave da ewi kare ku we kiriye ji bona we ra beje
Verse 106 — Surah At-Tawbah 9:106
U destek ji ji wane (ku cune qirine) temtela wan li bal fermana Yezdan da hatiye hispartine; (Yezdane) ya ewan sapat bike, ya ji we ewan bibaxisine. Sixwa Yezdan bi xweber ji zanaye bijejke ye
Verse 107 — Surah At-Tawbah 9:107
U ewane (ji qirine para da mane) hene! Ewan ji bona zirare bidin u (mafe niyas nekin) u ji bona ku di nava bawergeran da dutireti ce bikin u ji bona, ku ewane di cara yekem da bi Yezdan u bi Pexembere Wi ra ceng kirine (ka wu kinge werin) bixne suna cavnervanan, ewan ji xwe ra mizgevtek ava kirine. Ewane sond bixun: "Ku (armanca me ji avakirina we mizgevte) ji pestire qenciye qe tu tist nine." U bi rasti Yezdan bi xweber ji nehriwani dide, ku ewan bi rasti derewan dikin
Verse 108 — Surah At-Tawbah 9:108
(Muhemmed!) Tu qe di tu gave da di we (mizgevte da nimej) neke. (Nimej kirina te) di we mizgevta ku di cara yekem da li ser xudapariziye hatiye avakirine, babettir e. Di we (mizgevte da) hinek mer hene hez dikin, ku (ji gonehan) paqij bibin. Sixwa Yezdan bi xweber ji (ji wane ku diven ji gonehan) paqij bibin, hez dike
Verse 109 — Surah At-Tawbah 9:109
Idi qey ewe ku xime (avayi ye xwe) li ser xudaparizi u qayilbuna wi ava kiriye qenc e, ya ji ewe ku (xime avayi ye xwe) li ser leve kendaleki heriki daniye, ku ewa bi xweber ji (bi wi avayiye xwe va) biherike here (bikebe) agire doje, qenc e? Bi rasti Yezdan bi xweber ji ewi komale cewrkar nayne reya rast
Verse 110 — Surah At-Tawbah 9:110
Ewa avayiye wane ku ewan ava kiriye heye! Heya ku dile wan (bi mirine) ker be, we di dile wan da hey dudili bihele. Bi rasti Yezdan zanaye bijejke ye
Verse 111 — Surah At-Tawbah 9:111
Bi rasti Yezdan ji wane bawer kirine, can u male wan kiriye. Ewanan di reya , Yezdan da qirine dikin, idi ewanan (filan) dikujin u tene kujtine ji; Yezdan ji bona wan ra bi mafe di (pirtuken bi nav) Tewret u fincil u Qur’ane da peyman daye, ku ji bona wan ra bihist heye. U gelo ji Yezdan cetir ki heye, ku peymana xwe pek tine? (Geli bawergeran!) idi hun bi we kirina xwe ye ku hun bi we hatine firotine sa bibin. Sixwa serfiraziya mezin ji eva bi xweber e
Verse 112 — Surah At-Tawbah 9:112
U (Muhemmed!) ewane ku ji (gonehan) posman bune, perestiya (Yezdan u) sipazkarya wi dikin di reya wi da digerin (ji bona wi ra xwe) kuz dikin u kunde dibin, ewanan fermana bi qenciyan u xwe parisandina ji sikatiyan dikin u ewane parisiya biryaren Yezdan dikin u bawer kirine (hene!) mizginiya (wane bi van salixan tene naskirine, bi bihiste) bide
Verse 113 — Surah At-Tawbah 9:113
Ji pisti ku ji bona pexember u bawergeran ra diyar bu, ku ewan kesen (pexember u bawerger ji wan hez dikin); bi rasti (ewan) hevriyen doje ne, idi maf tune ye, ku pexember u bawerger ji bona wan ra ji Yezdan baxisandina gonehen wan bixwazin. Evan hevricekeran ciqa pismamen (pexember u bawergeran) nezik bin ji
Verse 114 — Surah At-Tawbah 9:114
Xwaztina Ibrahim, ji bona baxisandina gonehen bave xwe ji Yezdan, hey ji bona ku Ibrahim (hej di bere da) ji bona bave xwe ra peyman dabu (ku eze ji bona baxsandina gonehen te ji Yezdan lava bikim) loma kiriye. Idi gava ji bona Ibrahim ra xuya bu (ku bave wi) ji bona Yezdan ra neyar e, Ibrahim dest ji baxisxwastine berda. Bi rasti Ibrahim pir dilsoze mulahim e
Verse 115 — Surah At-Tawbah 9:115
Yezdan ji pisti komalek ani reya rast, heya ji wi (komali ra) xuya nebe, ka we xwe ji ci biparisinin (qenci u xirabiyan ji hev dernexin) ewi komale ji reya rast dernexe. Bi rasti Yezdan bi hemu tistan dizane
Verse 116 — Surah At-Tawbah 9:116
Bi rasti serokti u maldarya ezman u zemin hey ji bona Yezdan ra ne. Jinandin u mirandin hey ewa dike. U ji bona we bi xweber ji ji pestire Yezdan qe tu serkar u arikar tune ye
Verse 117 — Surah At-Tawbah 9:117
Bi sond! Yezdan, pexember u hevalen wi ne ji kocer u arikaran ku di dane tenk da bune peyrewe wi baxisandiye, ji pisti ku di nava van da ji desteki (wusa hebun) nezik bu, ku dile wan (li bal reya wane kevin da) welgere pase disa Yezdan posmaniya wan lite kiriye. Bi rasti ewa li ser wan (pexember u peyrewe wi) pir henun u dilovin e
Verse 118 — Surah At-Tawbah 9:118
U Yezdan ewan her se (meriven ku ji qirina Tebuke) para da mabun (baxisandine); loma ewan (wusa lava dikiribune, ji ne cuna xwe wusa posman bibun) zemin bi firetiya xwe va li wan teng dihat u behna wan wusa teng bibu (te digot qey cane wan derdikebe) u ewan bi gomani dizaniyan ku ji pestire Yezdan, ji bona wan ra tu darende tune ye. Ji bo ku ewan (ji kirina xwe) posman bibun, pase Yezdan ji ewan baxisandin. Bi rasti Yezdan pir baxisgere dilovin e
Verse 119 — Surah At-Tawbah 9:119
Geli bawergeran! Hun yezdanparizi bikin u hun bi rast (u rastbejan ra) rabin (runen)
Verse 120 — Surah At-Tawbah 9:120
Ji bona binecine (bajare) Medine u ji bona wan koceren Erebane li dora (bajare) Medine da nin, ku ji Pexembere Yezdan para da biminin (u bi gotina wi nekin) u cane xwe ji cane pexember pirtir hez bikin qe babet nine. Cima, ciqas ewanan di reya Yezdan da ti bibin u biwestin u birci bibin u ewan ciqas ji bona ku filan bibeicinin, pe li kijan zemini bikin u ewan ciqa servehatineki di hembere neyaran da pek binin, hey ji bona wan ra bi sedema wan kirine wan, kareki asti te nivisandine. Bi rasti Yezdan kirya qencikaran wunda nake
Verse 121 — Surah At-Tawbah 9:121
Ewan ciqa (di reyaYezdan da) roziyeke picuk u ya ji mezin bidin u ewan ciqa ji newaleki li bal newaleki mayi da (ji bona tekosina qayilbuna Yezdan) biborin, hey ji bona wan ra qenci tene nivisandine. Ji bona ku Yezdan ji wan kirine wan cetir xelata wan bide (ewan qenciyan ji wan ra dinivise)
Verse 122 — Surah At-Tawbah 9:122
O babet nine ku hemusk bawerger bi hev ra herne qirine; heke ji her desteki hinek ji wan di nava pismamen xwe da biminin: ji bona ku ewane mayi, ole (ji bona jin u zaran ra) hin bikin u ji bona ku ewan, evan (pismamen wane ku cune qirine) gava para da hatin; ewan (bi asita Yezdan) bidine tirsandine, gelo cetir nine? (Ya ji; heke ji her desteki hinek li bal pexember biminin, gava ewane cune qirine para da hatin, ewa niqandina ji pexember ra hatiye hine wan bikin gelo cetir nine?) Bi vi avayi dibe ku ewan xwe ji karen ne rasti biparisinin
Verse 123 — Surah At-Tawbah 9:123
Geli bawergeran! Hun bi wan fileyen, ku nezike we ne, qirine bikin, ji bona ku ewan filan we di hembere xwe da bi hez bibinin. U hun bizanin bi rasti Yezdan digel xudaparisan e
Verse 124 — Surah At-Tawbah 9:124
U di gava ku ferkerek hatibe hinartine; hinek ji wan duruyan (ji hev ra aha dibejin): "Ka eve ferkera hane, bawerya kijani ji we pir kiriye?" (Tu ji wan ra aha) beje: "Ewane ku bi rasti bawer kirine hene! Ciqa ferkerek hatibe hinartine, idi ewe baweriya wan pir kiriye; ewan ji hev ra mizgina hatina ferkere didin
Verse 125 — Surah At-Tawbah 9:125
Le ewane ku di dile wan da nexwesiya (fileti u durutiye heye, hene!) hinartina ferkeran ewan bi sikati li ser sikatiya wan pir kiriye, ewan bi xweber ji bi fileti mirin
Verse 126 — Surah At-Tawbah 9:126
Ma qey ewan (duru u filan) ku di sale da careki ya du caran tene sapat kirine nabinin? Disa ewan ji kirina xwe posman nabin u ji wan (sapatan ji) his hilnadin
Verse 127 — Surah At-Tawbah 9:127
U di gava ku ferkerek hatibe hinartine, hineken wan (file u duruyan) li bal hineken wan da meze kirine (aha ji hev pirsine:) “Gelo keseki hun ditin?” (Cav ji hev ra diniqinin) pase para da dizivirin dicin. Bi sedema ku ewan komaleki wusa nin; rasti u ne rastiye ji hev dernaxin, Yezdan dile wan ji baweriye fetilandiye
Verse 128 — Surah At-Tawbah 9:128
Bi sond! Li bal we da pexembereki wusa ji we hatiye, cefa u tengasiya we ewi diesine, ji bona we ra bi hezkirini pir haloke ye u ji bona bawergeran ra henuneki dilovin e
Verse 129 — Surah At-Tawbah 9:129
Idi heke (Muhemmed!) ewan ji te u (ji bawerya bi te) ru fetilandin, tu ji bona wan ra aha) beje: "Ew Yezdane ku ji pestire wi (tu yezdane babet u perestiye) tune ye, bese min e. Bi rasti min xwe hispartiye wi, ewa bi xweber ji xweye arse (mana) mezin e