Verse 1 — Surah Ad-Dukhan 44:1
Verse 2 — Surah Ad-Dukhan 44:2
Bi kitêba aþîkar
Verse 3 — Surah Ad-Dukhan 44:3
Bêguman me wê di þevekî pîroz de daxistiye; bêguman em hey hiþyarker in
Verse 4 — Surah Ad-Dukhan 44:4
Her karê hîkmetdar di wê (þevê) de ji hev tê veqetandin
Verse 5 — Surah Ad-Dukhan 44:5
Karekî ji cem me. Bêguman em hey (pêxemberan) diþînin
Verse 6 — Surah Ad-Dukhan 44:6
Dilovaniyek ji perwerdekarê te ye. Bêguman ew, sehkirê zana her ew e
Verse 7 — Surah Ad-Dukhan 44:7
Eger hûn ji dil bawer in (ew) perwerdekarê asîmana û zemîn û tiþtê di nava wan de ye
Verse 8 — Surah Ad-Dukhan 44:8
Ji wî pêve tu Xuda nînin; vedijîne û dimirîne. Perwerdekarê we û perwerdekarê bav û kalên we pêþîn e
Verse 9 — Surah Ad-Dukhan 44:9
Ne, ew di dudiliyê de dileyizin-pê tinaza dikin
Verse 10 — Surah Ad-Dukhan 44:10
Êdî tu li benda wê rojê be ku asîman dûyekî xuya tîne
Verse 11 — Surah Ad-Dukhan 44:11
Ew mirovan radipêçe. Evê han ezabekî bi jan e
Verse 12 — Surah Ad-Dukhan 44:12
(Gotin:) "Perwerdekarê me! tu ezab ji me rake, bêguman em bawermend in
Verse 13 — Surah Ad-Dukhan 44:13
Çewa ew þîret digrin, tevî ku pêxemberek xuya ji wan re hatiye
Verse 14 — Surah Ad-Dukhan 44:14
Paþê wan jê rû zivirand û gotin ku: "Hînbûyekî dîn e
Verse 15 — Surah Ad-Dukhan 44:15
Bêguman emê hinekî ezab rakin, bi rastî hûnê (dîsa) vegerin
Verse 16 — Surah Ad-Dukhan 44:16
(Di bîr bîne) roja ku emê bi girtina herî mezin (wan) bigrin; bêguman em heyfsitan in
Verse 17 — Surah Ad-Dukhan 44:17
Sond be me berî wan komela Fir´ewn jî sihêtî kir û pêxemberek birûmet ji wan re hat
Verse 18 — Surah Ad-Dukhan 44:18
(Û gote wan:) "Ku divê hûn bendeyên Xuda (zariye Îsraîl) bispêrin min. Bêguman ez ji we re pêxemberek pêbawer im
Verse 19 — Surah Ad-Dukhan 44:19
Û ji bo ku hûn nebûya navên ser Xuda-li hember wî ranebin. Bêguman min ji we re delîlek xuya aniye
Verse 20 — Surah Ad-Dukhan 44:20
Û bi rastî min xwe avêtiye perwerdekarê xwe û perwerdekarê we ku hûn min kevirbaran nekin
Verse 21 — Surah Ad-Dukhan 44:21
Eger hûn ji min bawer nekin jî, êdî hûn dev ji min berdin
Verse 22 — Surah Ad-Dukhan 44:22
Vêca gazî perwerdekarê xwe kir ku: "Bêguman evên han komelekî sûcdarên gunehkar in
Verse 23 — Surah Ad-Dukhan 44:23
Vêca (Xuda gotê ku:) "Tu bi þev bi bendeyên min re bi rê keve; bêguman hûnê bêne peyketin
Verse 24 — Surah Ad-Dukhan 44:24
Û tu deryayê hêdî bihêle û here. Lewra bêguman ew leþkerekî fetisandî ne
Verse 25 — Surah Ad-Dukhan 44:25
Wan çiqas bax û baxçe û kanî (li pey xwe) hiþt
Verse 26 — Surah Ad-Dukhan 44:26
Û gellek zevî û ciyên rind
Verse 27 — Surah Ad-Dukhan 44:27
Û xweþiyên ku ew tê de kêfxweþ bûn
Verse 28 — Surah Ad-Dukhan 44:28
Me komelekî din wuha kir mîratxwirên wan
Verse 29 — Surah Ad-Dukhan 44:29
Vêca ne asîman li ser wan giriya û ne jî zemîn, û li benda wan jî nehate mayîn
Verse 30 — Surah Ad-Dukhan 44:30
Sond be, me zariyê Îsraîl ji ezabê riswaker rizgar kir
Verse 31 — Surah Ad-Dukhan 44:31
Ji Fir´ewn Lewra bêguman ew zordarekî ji hedderketiyan bû
Verse 32 — Surah Ad-Dukhan 44:32
Sond be, me wan bi zanîn di ser gelê cîhanê re girt-hilbijart
Verse 33 — Surah Ad-Dukhan 44:33
Û me hin nîþanan da wan ku tê de xweþîkî xuya hebû
Verse 34 — Surah Ad-Dukhan 44:34
Bêguman evên han dibêjin
Verse 35 — Surah Ad-Dukhan 44:35
Ku ji mirina me ya pêþîn pêve tu tiþt nêne û em (piþtî mirinê jî) nayên rakirin
Verse 36 — Surah Ad-Dukhan 44:36
Vêca eger hûn bera rastgo ne de ka bav û kalên me bînin
Verse 37 — Surah Ad-Dukhan 44:37
Ma ew çêtir in (bihêztir in) yan komela Tubbe´ , û ên berî wan ku me wan têk bir. Lewra bêguman ew sûcdarên gunehkar bûn
Verse 38 — Surah Ad-Dukhan 44:38
Me asîmana û zemîn û tiþtê di nava wan de bi leystik neaferandiye
Verse 39 — Surah Ad-Dukhan 44:39
Me wan her bi rastiyê aferandiye, lê belê pirrî wan nizanin
Verse 40 — Surah Ad-Dukhan 44:40
Bêguman roja ji hev veqetandinê wextê wada wan teva ye
Verse 41 — Surah Ad-Dukhan 44:41
Roja ku tu merivê nêz bi kêra merivê xwe nayê û ew neyên yarî kirin jî
Verse 42 — Surah Ad-Dukhan 44:42
Ji pêþtirê ê ku Xuda lê dilovanî kiribe. Lewra bêguman ew, serkeftiyê dilovan her ew e
Verse 43 — Surah Ad-Dukhan 44:43
Bêguman dara ziqûmê-keratiyê
Verse 44 — Surah Ad-Dukhan 44:44
Xwarina gunehkaran e
Verse 45 — Surah Ad-Dukhan 44:45
Wekî qîra kelandî ye ku di zikan de dikele
Verse 46 — Surah Ad-Dukhan 44:46
Wekî ava kelandî
Verse 47 — Surah Ad-Dukhan 44:47
(Gelî zebaniyan!) hûn wî bigrin, êdî hûn wî bi zorê biþînin nava dojehê
Verse 48 — Surah Ad-Dukhan 44:48
Paþê hûn jiezabe germ bi ser serî wî de birêjin
Verse 49 — Surah Ad-Dukhan 44:49
Tu tam ke. Lewra bêguman tu (di dilê xwe de) serdestekî birûmet bû yî
Verse 50 — Surah Ad-Dukhan 44:50
Bêguman evê haye tiþtê we pê xirecirê dikir
Verse 51 — Surah Ad-Dukhan 44:51
Bêguman xweparêz jî di ciyekî biewle de ne
Verse 52 — Surah Ad-Dukhan 44:52
Di nav bax û baxçe û kanyan de ne
Verse 53 — Surah Ad-Dukhan 44:53
Ew jihevrîþimê tenik û qalind li xwe dikin; li hember hev rûniþtî ne
Verse 54 — Surah Ad-Dukhan 44:54
Her wuha ye, û me wan bi (jinên) çav belek re daye zewicandin
Verse 55 — Surah Ad-Dukhan 44:55
Ew tê de biewletî ne ji her fêkiyî dixwazin
Verse 56 — Surah Ad-Dukhan 44:56
Ew tê de ji mirina pêþîn pêve tu mirinê tam nakin; û (Xuda) wan ji ezabê dojehî parastiye
Verse 57 — Surah Ad-Dukhan 44:57
Qencîkî ji perwerdekarê te ye. Rizgariya mezin her eva haye
Verse 58 — Surah Ad-Dukhan 44:58
Vêca bêguman me wê (Qur´anê) bi zimanê te hêsan kir, hêvî heye ku ew bifikirin-þîret bigrin
Verse 59 — Surah Ad-Dukhan 44:59
Vêca tu li bendê be; bêguman ew jî li bendê ne