Verse 1 — Surah Qaf 50:1
Qaf. Bi Qur´ana bilind hêja (ewê ji gora bêne rakirin)
Verse 2 — Surah Qaf 50:2
Ne, ew ku ji wan re hiþyarkerek ji wan hatiye, sosret man, loma kafiran got ku: "Evê han tiþtekî pirr sosret e
Verse 3 — Surah Qaf 50:3
Ma gava em bimrin û bibin xulî (emê dîsa rabin?) Evê han vegerek pirr dûr e
Verse 4 — Surah Qaf 50:4
Bi rastî, tiþtê zemîn ji wan kêm dike me zaniye. Li cem me kitêbek parêzwan heye
Verse 5 — Surah Qaf 50:5
Ne, çi gava rastî ji wan re hat wan derewand. Êdî ew di karekî tevlîhev de ne
Verse 6 — Surah Qaf 50:6
Vêca ma qey ew li asîmanê seriya xwe nanêrin ku me wî çewa ava kiriye û me wî xemilandiye û jê re tu qelþ jî nînin
Verse 7 — Surah Qaf 50:7
Û me zemîn jî (çewa) dirêj raxistiye?; û me çiyayên bêhej tê de daniye û me tê de ji her cotê rind (giya) hêþîn kiriye
Verse 8 — Surah Qaf 50:8
Ji her bendeyê ji dil vedigere re çavvekirinî û bîrxistin e
Verse 9 — Surah Qaf 50:9
Me ji asîman avekî pirr bixweþî daxit, vêca me pê gellek bax û baxçe û tenê çinandinê hêþîn kir
Verse 10 — Surah Qaf 50:10
Û darê xurma yên dirêj ku bûtikên wan li ser hev hûnandî ne jî (me pê hêþîn kir)
Verse 11 — Surah Qaf 50:11
Ji bo rozîniya bendeyan; û me pê welatekî mirî vejand. Derketina (ji goran) jî her wuha ye
Verse 12 — Surah Qaf 50:12
Berî wan komela Nûh û ehlê Ressê û Semûd jî derewandin
Verse 13 — Surah Qaf 50:13
Û (komela) Ad û Fîr2ewn û birayên Lût jî
Verse 14 — Surah Qaf 50:14
Û ehlê Eyketê (satara-daristanê gurr) komela Tubbe´ê jî. Teva jî pêxamberan derewandin; vêca ezabê min pêwist bû
Verse 15 — Surah Qaf 50:15
Vêca ma qey em ji aferandina pêþîn bêzar bûn (ku rakirina wan ji goran ji me re zor bê?) . Ne, (em bêzar nebûne lê) ew ji aferandinek nû di dudiliyê de ne
Verse 16 — Surah Qaf 50:16
Sond be, me mirov aferandiye û em dizanin ka di dilê xwe de çi çêdike. Em ji þahreha sitûyê wî pê nêziktir in
Verse 17 — Surah Qaf 50:17
Dema herdû (feriþte) ji rast û çep ve li hember rûnîþtî ne-çavnêrî dikin digrin û dinivsînin
Verse 18 — Surah Qaf 50:18
Gotina (mirov ji devê xwe) bipekîne her parêzvanek amade li balê ye
Verse 19 — Surah Qaf 50:19
Sikrata (bêhiþiya) mirinê bi rastî hat. A ku tu jê direviyayî eva haye
Verse 20 — Surah Qaf 50:20
Di sûrê de hat pif kirin. Roja ezab eva haye
Verse 21 — Surah Qaf 50:21
Û her kes ku pê re ajotvanek û danasek heye hat
Verse 22 — Surah Qaf 50:22
Sond be, haya te ji vî yê han nebû. Vêca me perda te ji (ser çavê) te rakir, êdî îro (dîtina) çavê te pirr tûj e
Verse 23 — Surah Qaf 50:23
(Feriþte yê) hevalê wî got ku: "Tiþtê li ba min amade ye evê han e
Verse 24 — Surah Qaf 50:24
(Xuda gote wan ku:) "Hûn her kafirê serkêþ bavêjin dojehê
Verse 25 — Surah Qaf 50:25
Ewên ku qet nahêlin qencî bibe, ji hed derketî ne, dudil in
Verse 26 — Surah Qaf 50:26
Ewê ku bi Xuda re Xudakî din jî çêkiriye. Vêca hûn wî bavêjin ezabê zor dijwar
Verse 27 — Surah Qaf 50:27
(Pelidê) hevalê wî got ku: "Perwerdekarê me! min bi xwe wî serkêþ nekiriye-ji rê dernexistiye, lê belê ew bi xwe ketþaþiyek dûr de
Verse 28 — Surah Qaf 50:28
(Xuda got ku:) "Hûn li cem min bi hev re xirecirê nekin. A rast min we berê bi ezab haydar kiribû
Verse 29 — Surah Qaf 50:29
Ne gotin li cem min tê guhartin û ne jî ez li bendeyan sitemkar im
Verse 30 — Surah Qaf 50:30
Roja ku emê ji dojehê re bejin: "Ma tu tije bûyî?" Wê bêje ku: "Ma hê bêtir nînin
Verse 31 — Surah Qaf 50:31
Bihiþt ji xweparêzan re hat nêzik kirin, ne dûr e
Verse 32 — Surah Qaf 50:32
Tiþta hûn têne wade dayîn eva haye; ji her bendewarê parêzvan re ye
Verse 33 — Surah Qaf 50:33
Kesê bi dizî ji (Xudayê) Mihrîban tirsiyaye û bi dilek vegerkar hatiye
Verse 34 — Surah Qaf 50:34
Hûn bi xweþî têkevinê. Roja hertimî mayînê eva haye
Verse 35 — Surah Qaf 50:35
Ji wan re tiþtê dilê wan bixwaze tê de heye û li cem me hê bêtir heye
Verse 36 — Surah Qaf 50:36
Me berî wan çiqas nifþa têkbiriye ku ew ji wana bi girtin zortir bûn, vêca ew li welata qul bi qul geriyan,lê ka ciyê revê (ji mirinê) heye
Verse 37 — Surah Qaf 50:37
Bêguman di vî de ji kesê dil jê re hebe yan guh bidê û ew amade be re þîret û bîrxistin heye
Verse 38 — Surah Qaf 50:38
Sond be, me asîmana û zemîn û tiþtê di nava wan de di þeþ rojan de aferandiye; û tu renc û westîn negihaye me
Verse 39 — Surah Qaf 50:39
Vêca tu li ser tiþtê ew dibêjin hewî bike û berî derketina rojê û berî çûna ava bi pesn û sipasê perwerdekarê xwe wî pak bêrî bidêre
Verse 40 — Surah Qaf 50:40
Û hin ji þevê û piþtî secdan jî ewî pak bêrî bidêre
Verse 41 — Surah Qaf 50:41
Tu guh bide roja ku wê bangvanekî ji ciyekî nêz gazî bike
Verse 42 — Surah Qaf 50:42
Roja ku wê qêrînê bi rastî bibihîzin. Roja derketin, eva haye
Verse 43 — Surah Qaf 50:43
Bêguman her em vedijînin û dimirînin; veger jî her bal me ve ye
Verse 44 — Surah Qaf 50:44
Roja ku wê zemîn ji wan biqeliþe, wê bilez û bez derên. Eva han civandinek hêsan e li ser me
Verse 45 — Surah Qaf 50:45
Em bi tiþtê ew dibêjin zanatir in û tu li ser wan ne zordarî. Vêca tu kesê ji ezabê min ditirse bi Qur´anê þîret bike-bi bîr xîne