Verse 1 — Surah Adh-Dhariyat 51:1
Bi (ba) yên ku bi gurrane ji hev belav dikin
Verse 2 — Surah Adh-Dhariyat 51:2
Vêca bi (ewr)ên barê giran hildigrin
Verse 3 — Surah Adh-Dhariyat 51:3
Vêca bi (keþti)yên ku bi hêsanî diherikin
Verse 4 — Surah Adh-Dhariyat 51:4
Êdî bi (feriþte) yên kara parve dikin
Verse 5 — Surah Adh-Dhariyat 51:5
Bêguman tiþtê hûn têne wade dayîn her rast e
Verse 6 — Surah Adh-Dhariyat 51:6
Û bêguman xelat û celat wê her çê bibe
Verse 7 — Surah Adh-Dhariyat 51:7
Bi asîmanê xwedî re (û sitêrk û avahiyê) rind kim
Verse 8 — Surah Adh-Dhariyat 51:8
Bêguman hûn her di gotinê tevlîhev de ne
Verse 9 — Surah Adh-Dhariyat 51:9
Ê jê (ji baweriyê) hatiye liba xistin tê liba xistin
Verse 10 — Surah Adh-Dhariyat 51:10
Ewên pir derewkar bêne kuþtin
Verse 11 — Surah Adh-Dhariyat 51:11
Ewên ku di korî û nezaniyê de bêhay in
Verse 12 — Surah Adh-Dhariyat 51:12
Dipirsin ku: Roja xelat û celatê kîngê ye
Verse 13 — Surah Adh-Dhariyat 51:13
Roja ku ew li ser agir têne þewitandin
Verse 14 — Surah Adh-Dhariyat 51:14
(Ji wan re tê gotin ku:) "Hûn þewata xwe tam kin" Evê hane tiþtê ku we pê dilezand
Verse 15 — Surah Adh-Dhariyat 51:15
Bêguman xweparêz di bax û baxçe û kaniyan de ne
Verse 16 — Surah Adh-Dhariyat 51:16
Tiþtê perwerdekarê wan daye wan digrin. Lewra bêguman ew berî vî qencîkar bûn
Verse 17 — Surah Adh-Dhariyat 51:17
Ew ji þevê hindik radizan
Verse 18 — Surah Adh-Dhariyat 51:18
Û serê sibeha ew bexþînê dixwazin
Verse 19 — Surah Adh-Dhariyat 51:19
Û di malê wan de ji gerok û bêparan re mafek heye
Verse 20 — Surah Adh-Dhariyat 51:20
Ji ên bidilbawer re di zemîn de gellek ayet (nîþan) hene
Verse 21 — Surah Adh-Dhariyat 51:21
Di we bi xwe de jî hene. Ma hêjî hûn nabînin
Verse 22 — Surah Adh-Dhariyat 51:22
Roziya we û tiþtê hûn têne wade dayîn di asîmana de ye
Verse 23 — Surah Adh-Dhariyat 51:23
Vêca bi perwerdekarê asîmana û zemîn kim, ew her rast e çewa ku hûn dipeyivin
Verse 24 — Surah Adh-Dhariyat 51:24
Ma bera qiseta mêvanên Îbrahîm ên hêja ji te re hat
Verse 25 — Surah Adh-Dhariyat 51:25
Gava hatin balê, vêca gotin: "Silav (li te be)." (Îbrahîm jî) got: "Silav (li we be. Hûn) komekî nenas in
Verse 26 — Surah Adh-Dhariyat 51:26
Vêca bi dizî vegeriya bal maliyê xwe û golikî xurt (ê qelandî) anî
Verse 27 — Surah Adh-Dhariyat 51:27
Vêca wî nêzî wan kir, got: "Ma hûn naxwin
Verse 28 — Surah Adh-Dhariyat 51:28
Vêca di dilê xwe de ji wan tirsiya, gotinê: "Tu netirse" û mizgîna zarûkî zana danê
Verse 29 — Surah Adh-Dhariyat 51:29
Vêca pîreka wî qêrîn kir û li rûyê xwe da û got: "Pîrejinek sitewr (wê zarû bîne)
Verse 30 — Surah Adh-Dhariyat 51:30
Gotin: "Perwerdekarê te wuha gotiye. Bêguman ew, hîkmetdarê zana her ew e
Verse 31 — Surah Adh-Dhariyat 51:31
(Îbrahîm) got ku: "Vêca xwestina we çiye gelî qasidan
Verse 32 — Surah Adh-Dhariyat 51:32
Gotin: "Bêguman em bal komelekî gunehkar ve hatine þandin
Verse 33 — Surah Adh-Dhariyat 51:33
Ji bo ku em kevirê ji heriyê bi ser wan de biþînin
Verse 34 — Surah Adh-Dhariyat 51:34
Ew (kevir) li cem perwerdekarê te ji hedderketiyan re nîþankirî ne
Verse 35 — Surah Adh-Dhariyat 51:35
Vêca me bawermendên tê de deranî
Verse 36 — Surah Adh-Dhariyat 51:36
Vêca me tê de ji malekî musilmanan pêve peyda nekir
Verse 37 — Surah Adh-Dhariyat 51:37
Me tê de ji ên ku ji ezabê bi jan ditirsin re ayetek (nîþanek) hiþt
Verse 38 — Surah Adh-Dhariyat 51:38
Di Mûsa de jî dema me wî bi delîlekî xuya þand bal Fîr´ewn (nîþanek heye)
Verse 39 — Surah Adh-Dhariyat 51:39
Vêca wî bi hevalên xwe re rû liba xist û got ku: "Yan efsûnger e yan jî din e
Verse 40 — Surah Adh-Dhariyat 51:40
Vêca me wî û leþkerê wî girt, êdî me wan avêt deryayê û ewî bi gunehkarî li xwe loma dikir
Verse 41 — Surah Adh-Dhariyat 51:41
Û di (komela) Ad de jî, dema me bayekî kokbirr bi ser wan de þand (nîþanek heye)
Verse 42 — Surah Adh-Dhariyat 51:42
Her tiþtê bi ser de hat, wî nehiþt, wî kir wek giyayê hiþkê hûrbûyî
Verse 43 — Surah Adh-Dhariyat 51:43
Di (komela) Semûd de jî, dema ji wan re hat gotin ku: "Hûn heya demekî bi xweþî bijîn
Verse 44 — Surah Adh-Dhariyat 51:44
Vêca wan ji fermana perwerdekarê xwe serkêþî kir, êdî qêrînek bêhiþker wan girt û wan jî dinihart
Verse 45 — Surah Adh-Dhariyat 51:45
Êdî wan nedikaribû rabin û n jî hatin yarî kirin
Verse 46 — Surah Adh-Dhariyat 51:46
Û berê jî komela Nûh (me fetisand). Bêguman ew komelekî ji rêya rast derketî bûn
Verse 47 — Surah Adh-Dhariyat 51:47
Me asîman bi desta (bihêz) ava kiriye û bêguman em wî hey fireh dikin
Verse 48 — Surah Adh-Dhariyat 51:48
Me zemîn jî raxistiye. Vêca ên raxistine çi rind in
Verse 49 — Surah Adh-Dhariyat 51:49
Me ji her tiþtî du cota aferandiye. Hêvî heye ku hûn bifikirin-þîret bigrin
Verse 50 — Surah Adh-Dhariyat 51:50
Vêca hûn her bal Xuda ve birevin. Bêguman ez, ji we re jê hiþyarkerekî xuya me
Verse 51 — Surah Adh-Dhariyat 51:51
Hûn bi Xuda re Xudakî din çê nekin. Bêguman ez, ji we re jê hiþyarkerekî xuya me
Verse 52 — Surah Adh-Dhariyat 51:52
Her pêxemberê ji ên berî wan re jî ku dihat her wuha digotin ku: "Yan, efsûnger e yan jî dîn e
Verse 53 — Surah Adh-Dhariyat 51:53
Ma qey wan pê li hev û din þîret kiriye? Ne, ew komelekî serkêþ in
Verse 54 — Surah Adh-Dhariyat 51:54
Vêca tu ji wan rû bizivrîne. Êdî tu nayê lome kirin
Verse 55 — Surah Adh-Dhariyat 51:55
Û tu bi bîr xîne. Vêca bêguman bîrxistin bi kêra bawermendan tê
Verse 56 — Surah Adh-Dhariyat 51:56
Min cinn û mirova hey ji bo min bihebînin aferandiye
Verse 57 — Surah Adh-Dhariyat 51:57
Ez, ne tu rozî ji wan dixwazim û ne jî dixwazim ku ew xwarin bidin min
Verse 58 — Surah Adh-Dhariyat 51:58
Lewra bêguman Xuda, rozîdanê xwediyê hêza zexm her ew e
Verse 59 — Surah Adh-Dhariyat 51:59
Vêca bêguman ji ên sitemkarî kirine re hin guneh wekî gunehê hevalên wan hene; êdî bira ew nelezînin
Verse 60 — Surah Adh-Dhariyat 51:60
Vêca xulî li serê ên kafir bûne be, ji roja wan ê ku têne wade dayîn