Back to Languages

Kurmanji - Chapter 54 - Al-Qamar

Translation by Unknown — Permalink

Verse 1 — Surah Al-Qamar 54:1

Danê qiyametê nêz bûye û hîv du bûye

Verse 2 — Surah Al-Qamar 54:2

Eger ew ayetek (nîþanek) bibînin, rû liba dixin û dibêjin ku: "Efsûneke diçe- namîne

Verse 3 — Surah Al-Qamar 54:3

Wan derewand û dane pey dilxwaziyên xwe. Her kar ciyê xwe digre

Verse 4 — Surah Al-Qamar 54:4

Sond be, tê de ji bû yerên (pêþiyan) tiþtê ji wan re bibe þîret (û dawî li nebaþiyan bîne) hatiye

Verse 5 — Surah Al-Qamar 54:5

Hîkmetek ragihîþtî ye. Lê hiþyarker bikêr nehatin

Verse 6 — Surah Al-Qamar 54:6

Êdî tu rû ji wan bizivrîne. Roja bangvan gazî bal tiþtekî pirr tirsnak ve bike

Verse 7 — Surah Al-Qamar 54:7

Çav tirsiyayî ji goran dertên, ew herwekî kuliyên belawelabûyî ne

Verse 8 — Surah Al-Qamar 54:8

Bal bangvan ve stûdirêjkirî dibezin; kafir dibêjin ku: "Eva rojekî pirr zor e

Verse 9 — Surah Al-Qamar 54:9

Berî wan komela nûh derewand. wan bendeyê me derewand û gotin ku: "Dînek e" û ew hate qewirandin

Verse 10 — Surah Al-Qamar 54:10

Vêca gazî perwerdekarê xwe kir ku: "Bêguman ez binketî me, êdî yarî bike

Verse 11 — Surah Al-Qamar 54:11

Êdî me deriyê asîman bi avek gujane vekir

Verse 12 — Surah Al-Qamar 54:12

Û me zemîn bi kaniyan dapiþiqandderkir; vêca av li ser karekî ku bera hatibû qedandin gihîþt hev

Verse 13 — Surah Al-Qamar 54:13

Û me wî li ser (keþtiyek) xwey texte û bismar hilgirt

Verse 14 — Surah Al-Qamar 54:14

Ew (keþtî) li ber çavê me diherike. Xelatek e ji bo ê ku hatiye înkar kirin

Verse 15 — Surah Al-Qamar 54:15

Sond be, me wê, ayetek (îbretek) hiþt. Vêca gelo kesê þîret- îbret bigre heye

Verse 16 — Surah Al-Qamar 54:16

Vêca ka ezabê min û hiþyarkerên min çewa bû

Verse 17 — Surah Al-Qamar 54:17

Sond be, me Qur´anê ji bo xwendin û þîret girtinê hêsan kir, vêca ma gelo ê þîret bigre heye

Verse 18 — Surah Al-Qamar 54:18

(Komela) Ad jî derewand. Vêca ezabê min û hiþyarkerên min çewa bûn

Verse 19 — Surah Al-Qamar 54:19

Bêguman me di roja hertimî bi peþk de bahozek zor dijwar bi ser wan de þand

Verse 20 — Surah Al-Qamar 54:20

Ew mirovan ji cîh radike; ew bûn wekî qurme darê xurmê yên ji kokê rabûyî

Verse 21 — Surah Al-Qamar 54:21

Vêca ezabê min û hiþyarkerên min çewa bûn

Verse 22 — Surah Al-Qamar 54:22

Sond be, me Qur´anê ji bo xwendin û þîret gitinê hêsan kir, vêca ma gelo ê þîret bigre heye

Verse 23 — Surah Al-Qamar 54:23

(Komela) Semûd jî hiþyarkeran derewand

Verse 24 — Surah Al-Qamar 54:24

Vêca gotin: "Ma emê bidin pey mirovekî ji xwe? Bêguman em, ew gav di þaþîtî û dînîtiyê de ne

Verse 25 — Surah Al-Qamar 54:25

Ma ji nava me zikir (wehî û þîret) ji wî re hatiye dayîn? Ne, ew derewkarekî qure ye

Verse 26 — Surah Al-Qamar 54:26

Wê sibê bizanbin ka kî derewkarê qure ye

Verse 27 — Surah Al-Qamar 54:27

Bêguman em, devê ji bo sihêtiya wan diþînin; vêca tu li benda wan be û bîhna fireh nîþan de

Verse 28 — Surah Al-Qamar 54:28

Û tu wan haydar bike ku bêguman av di nav wan de parvekirî ye. Her kes li ber dora xwe ya avê amade dibe

Verse 29 — Surah Al-Qamar 54:29

Vêca gazî hevalê xwe kirin; wî jî kêrê hilanî û wê serjêkir

Verse 30 — Surah Al-Qamar 54:30

Vêca ezabê min û hiþyarkerên min çewa bûn

Verse 31 — Surah Al-Qamar 54:31

Bêguman me yek qêrînek bi ser wan de þand; êdî ew bûn wek giyayê hiþkê hûrbûyî

Verse 32 — Surah Al-Qamar 54:32

Sond be, me Qur´anê ji bo xwendin û þîretgirtinê hêsan kir, vêca ma gelo ê þîret bigre heye

Verse 33 — Surah Al-Qamar 54:33

Komela Lût jî hiþyarkeran derewand

Verse 34 — Surah Al-Qamar 54:34

Bêguman me bayekî bi xulî û xîçik bi ser wan de þand ji pêþtirê malbata Lût. Me wan serê sibê rizgar kir

Verse 35 — Surah Al-Qamar 54:35

Qenciyek e ji cem me. Em, ê sipas dikin wuha xelat dikin

Verse 36 — Surah Al-Qamar 54:36

Sond be, (Lût) wan bi zor girtina me hiþyar kir, lê wan bi hiþyarkeran re xirecirê kir

Verse 37 — Surah Al-Qamar 54:37

Sond be, wan dest avêt mêvanên wî, êdî me çavên wan hilo kor kir (û me gote wan ku:) "Hûn ezabê min û hiþyariyên min tam kin

Verse 38 — Surah Al-Qamar 54:38

Sond be, serê sibê zû ezabek biryardayî bi wan de hat

Verse 39 — Surah Al-Qamar 54:39

Vêca hûn ezabê min û hiþyariyên min tam kin

Verse 40 — Surah Al-Qamar 54:40

Sond be, me Qur´anê ji bo xwendin û þîretgirtinê hêsan kir, vêca ma gelo ê þîret bigre heye

Verse 41 — Surah Al-Qamar 54:41

Sond be, ji malbata Fîr´ewn re jî hiþyarker hatin

Verse 42 — Surah Al-Qamar 54:42

Wan hemû ayet (nîþan)ên me derewand. Vêca me wan bi girtina serkeftiyê hêzdar girt

Verse 43 — Surah Al-Qamar 54:43

Ma kafirên we ji wanê han çêtir in? Yan ji wan re bêribûnek di kitêbên pêþîn de heye

Verse 44 — Surah Al-Qamar 54:44

Yan ew dibêjin ku: "Em tev yek in heyfsitan in

Verse 45 — Surah Al-Qamar 54:45

wê kom belav bibe û wê piþt bidinê birevin herin

Verse 46 — Surah Al-Qamar 54:46

Ne, danê qiyametê wadegeha wan e û ew dan tirsnaktir û taltir e

Verse 47 — Surah Al-Qamar 54:47

Bêguman sûcdarên gunehkar di þaþîtî û dînîtîkî har de ne

Verse 48 — Surah Al-Qamar 54:48

Roja ku wê li ser dev û rû di agir de bêne kiþandin (û wê bê gotin ku:) "Hûn girtina dojehê tam kin

Verse 49 — Surah Al-Qamar 54:49

Bêguman me her tiþtî bi pîvan aferandiye

Verse 50 — Surah Al-Qamar 54:50

Fermana me, her yek e wekî çavniqandineki e

Verse 51 — Surah Al-Qamar 54:51

Sond be, me gelek hemtayên we têk biriye, vêca gelo þîretgîrek heye

Verse 52 — Surah Al-Qamar 54:52

Her tiþtê wan kiriye di kitêban de ye

Verse 53 — Surah Al-Qamar 54:53

Her (kirinê) biçûk û mezin rêz bi rêz nivsandî ye

Verse 54 — Surah Al-Qamar 54:54

Bêguman xweparêz di bihiþt û çeman de ne

Verse 55 — Surah Al-Qamar 54:55

Li nik (Xudayê) serdestê hêzdar di civata rastiyê de ne