Verse 1 — Surah Al-Maarij 70:1
Yekê pirsa wê şapata (bi serê wan da) tê, kirîye
Verse 2 — Surah Al-Maarij 70:2
(Gava eva şapata were) ji bona filan ra qe tu parisvan tuneye
Verse 3 — Surah Al-Maarij 70:3
Ewa (şapata) ji Yezdan ê xwedîyê pay e
Verse 4 — Surah Al-Maarij 70:4
Ferişten û can di royeke wekî pêncî hezar sal dirêj (li bal Yezdan da) bilind dibin
Verse 5 — Surah Al-Maarij 70:5
Îdî (Muhemmed! Tu di hemberê wan da) rind hev bike
Verse 6 — Surah Al-Maarij 70:6
Loma bi rastî ewan (ewê aşîtê) dûr dibînin
Verse 7 — Surah Al-Maarij 70:7
Lê em jî, ewê nêzîk dibînin
Verse 8 — Surah Al-Maarij 70:8
Di wê rojê da ezman wekî sifrê bahatî dibe
Verse 9 — Surah Al-Maarij 70:9
Çîyan jî, wekî hirî ya jenî dibe
Verse 10 — Surah Al-Maarij 70:10
Tu pismamek (ji temtêla) pismaman napirs e
Verse 11 — Surah Al-Maarij 70:11
Ewan (gunehkaran) hevdu didine nîşanê hev (lê her kes ketîye derdê xwe, hevdu ne nîyasin) di wê rojê da nusîtemkar hez dike, heke ji wê şapatê ferişte bibe, zarê xwe ji bona xwe ra bixe gerew
Verse 12 — Surah Al-Maarij 70:12
Hevalê xweyê (jînê) û birayê xwe jî
Verse 13 — Surah Al-Maarij 70:13
Ewan malîne, ku di nava wan da jî ye û di nava wan da mezin bûye hemû
Verse 14 — Surah Al-Maarij 70:14
Û hemû heyîne di zemîn da (di gerewa xwe da) bide, hey bi tenê fereste be
Verse 15 — Surah Al-Maarij 70:15
Na! (ewa fereste nabe) lê bi rastî ewa agirê hilopît e
Verse 16 — Surah Al-Maarij 70:16
Bi sedema bahatinê çermê (wan) diçirîn e
Verse 17 — Surah Al-Maarij 70:17
(Ewa agira) gazî wanê jê rev û paş da çûyan (hemûyan) dike
Verse 18 — Surah Al-Maarij 70:18
Ewî mal berav kirîye, îdî qe ji bona xezana ra nedaye
Verse 19 — Surah Al-Maarij 70:19
Bi rastî meriv, tirsonek û bê zar hatîye afirandinê
Verse 20 — Surah Al-Maarij 70:20
Gava sikatîk pê da were, zarîn dike
Verse 21 — Surah Al-Maarij 70:21
Gava qencîyek pê da were, (ji hewcan ra nade) hişk digire
Verse 22 — Surah Al-Maarij 70:22
Ji pêştirê wanê nimêjker
Verse 23 — Surah Al-Maarij 70:23
Ewan (nimêjkeran) li ser nimêj kirina xwe peywestene
Verse 24 — Surah Al-Maarij 70:24
Di malê wan da (ji bona wan ra) pareke xwuyaî heye
Verse 25 — Surah Al-Maarij 70:25
Ji bona xwastî û ne xwastîyan ra
Verse 26 — Surah Al-Maarij 70:26
(Ewan nimêjkeran) roja xelat û celatan rast didêrînin
Verse 27 — Surah Al-Maarij 70:27
Ewanan ji şapata Xuda yê xwe disilikînin
Verse 28 — Surah Al-Maarij 70:28
Loma bi rastî şapata Xuda yê wan, ewletî çê nabe
Verse 29 — Surah Al-Maarij 70:29
Ewan ji bona doxîna xwe ra parisvan in
Verse 30 — Surah Al-Maarij 70:30
Ji pêştirê zo û yan jî (hevala) bi ked û malê xwe hildaye binê destê xwe, îdî (doxîn vekirin) ji bona van herduyan ra jî bi tilf e
Verse 31 — Surah Al-Maarij 70:31
Îdî kîjan ji van pêştir bivê, ewanan îdî ji tuxûb diborin
Verse 32 — Surah Al-Maarij 70:32
Ewanê (nimêjker) emanet (hildane paradan-ragirtin bo danewe) û peymana xwe pêk tînin
Verse 33 — Surah Al-Maarij 70:33
Ewana nihrewanî ya xwe pêk tînin (qe venaşerin)
Verse 34 — Surah Al-Maarij 70:34
Ewanan bi xweber jî,parisvanê nimêja xwe ne
Verse 35 — Surah Al-Maarij 70:35
Ewanan di behiştan da bi mexzûvanî rûmetkar in
Verse 36 — Surah Al-Maarij 70:36
Îdî gelo ji bona wanê file ra çibûye, sitûyê xwe dirêj kirine li bal te da direnin
Verse 37 — Surah Al-Maarij 70:37
Ji rast û çep da destê deste tên
Verse 38 — Surah Al-Maarij 70:38
Qey her yek ji divên, ku bikevine behişta xarinan
Verse 39 — Surah Al-Maarij 70:39
Na! (tiştekî wusa tuneye) bi rastî me ewan ji wê (ava) ku pê dizanin afirandîye
Verse 40 — Surah Al-Maarij 70:40
Ho! Îdî bi Xuda yê rojhilat û rojava sond dixum, ku em bi şîn e
Verse 41 — Surah Al-Maarij 70:41
Em dikarin di şûna wan da (mirovên) ji çêtir bînin, qe ewan nikarin pêşîya me bigirin (ku em di şûna wan da ji wan çêtir neynin)
Verse 42 — Surah Al-Maarij 70:42
Îdî (Muhemmed!) tu dest ji wan berde, bila ewan heya wê rojê, ku ji wan ra hatîye peymandanê noqî tinaz û leyîstika bin
Verse 43 — Surah Al-Maarij 70:43
Di wê rojê da ewan ji gora xwe li lez derdikevin, tu dibê qey li bal kêlê xwene çikandî da direvin
Verse 44 — Surah Al-Maarij 70:44
Çavê wan ji (riswabûnê) berjêr ketine, alotîyê ewan som kirîye. Ewa roja, ku ji bona wan ra hatîye peymandinê, eva ye