Verse 1 — Surah Al-Qiyamah 75:1
Ho! Ez bi roya qarsê sond dixum
Verse 2 — Surah Al-Qiyamah 75:2
Û ho! ez bi canê, ku (li ser kirinê xweyê sik) li xwe tatan dike sond dixum
Verse 3 — Surah Al-Qiyamah 75:3
Qey meriv guman dikin, ku ji (piştî mirinê) em hestûyê wan nacivînin
Verse 4 — Surah Al-Qiyamah 75:4
Erê! (emê hestûyê wan bicivînin) em dişên, ku momikê tilîyê wan jî rast bikin
Verse 5 — Surah Al-Qiyamah 75:5
Lê bi rastî meriv di vên, ku di berxwe da jî (aşîtan) derxin (loma bi peyweste gunehan dikin)
Verse 6 — Surah Al-Qiyamah 75:6
(Bê tebat) meriv dipirsin; ka roya qarsê kîngê ye
Verse 7 — Surah Al-Qiyamah 75:7
Îdî gava çav dibirûs e
Verse 8 — Surah Al-Qiyamah 75:8
Û rûyê hîvê hatibe girtinê
Verse 9 — Surah Al-Qiyamah 75:9
Û roj û hîv bi hev ra civyabin
Verse 10 — Surah Al-Qiyamah 75:10
Di wê royê da meriv (aha) dibêjin: "Ka merivê kuda bireve
Verse 11 — Surah Al-Qiyamah 75:11
Na! (rev çênebe) loma tu penah tune ye
Verse 12 — Surah Al-Qiyamah 75:12
Di wê royê da hewandin hey li bal Xuda yê te ye
Verse 13 — Surah Al-Qiyamah 75:13
Di wê royê da ji bona merivan ra tişta ewan pêş û paş xistîye tê gotinê
Verse 14 — Surah Al-Qiyamah 75:14
Bi rastî (di wê royê da) meriv li ser xwe; bi kirin û ne kirinê xwe dîdevan e
Verse 15 — Surah Al-Qiyamah 75:15
Çiqa hinek tatê xwe jî bêje
Verse 16 — Surah Al-Qiyamah 75:16
(Muhemmed!) tu zimanê xwe (hêj di berya dawî ya niqandê nehatî ye) ji bona lez kirina (ezber ya Qur´an ê) ne hejîn e
Verse 17 — Surah Al-Qiyamah 75:17
Loma bi rastî civandin û xwundina wê (Qur´an ê) li ser me ye
Verse 18 — Surah Al-Qiyamah 75:18
Îdî gava me Qur´an xwund, tu jî îdî bibe peyrewê wê xwundinê
Verse 19 — Surah Al-Qiyamah 75:19
Paşê bi rastî huzwartina wê (Qur´an ê) li ser me ye
Verse 20 — Surah Al-Qiyamah 75:20
Na! (hûn ji lezbûnê para naçin) lê hûn ji lezbûnê hez dikin
Verse 21 — Surah Al-Qiyamah 75:21
Û hûn dest ji para da jî berdidin
Verse 22 — Surah Al-Qiyamah 75:22
Di wê royê da hinek rû hene, ji bedewî ya xwe diçilwulin
Verse 23 — Surah Al-Qiyamah 75:23
Li bal Xuda yê xwe da mêze dikin
Verse 24 — Surah Al-Qiyamah 75:24
Û di wê royê da hinek rû jî hene, temirîn e
Verse 25 — Surah Al-Qiyamah 75:25
Loma guman dikirin, ku wê hestûyê pişta wan bê şikênandinê
Verse 26 — Surah Al-Qiyamah 75:26
Na! (bira lez nekin). Lê gava can gihîjte pira hestûyê stû
Verse 27 — Surah Al-Qiyamah 75:27
Û (aha) bê gotinê: "Gelo kê dikare (ewî derman bike) rake
Verse 28 — Surah Al-Qiyamah 75:28
Û ewî guman kirîye, ku bi rastî îdî danê raqetandina wî ji cihanê ye
Verse 29 — Surah Al-Qiyamah 75:29
Îdî (ji zerpa mirinê) çîq li hev aylan e
Verse 30 — Surah Al-Qiyamah 75:30
Di wê royê da hey şandin li bal Xuda yê te da ne
Verse 31 — Surah Al-Qiyamah 75:31
Îdî ewî (fileyê) rastdarî û nimêj ne kirîye
Verse 32 — Surah Al-Qiyamah 75:32
Lê hey vir kirîye, pişta xwe da ye wan
Verse 33 — Surah Al-Qiyamah 75:33
Paşê çû ye bal malînê xwe, xwe qure kirîye
Verse 34 — Surah Al-Qiyamah 75:34
Îdî (mêriko!) xwelî ji bona te ra be, xwelî li serê te be
Verse 35 — Surah Al-Qiyamah 75:35
Dîsa xwelî ji bona te ra be, xwelî li serê te be
Verse 36 — Surah Al-Qiyamah 75:36
Maqey meriv guman dikin, ku merivê bahorde bê berdanê
Verse 37 — Surah Al-Qiyamah 75:37
Maqey ewa (meriva) ji aveke hilwejoke bênketî çi ne bûye
Verse 38 — Surah Al-Qiyamah 75:38
Paşê bûye zûryekî, îdî (Yezdan) ewa afirandîye û pêk anîye
Verse 39 — Surah Al-Qiyamah 75:39
Îdî (Yezdan) ji wê du zon e; nêr û mê çê kirîye
Verse 40 — Surah Al-Qiyamah 75:40
Maqey ewê ku, evan (bi afirîne) naşê ku miryan zende bike