Verse 1 — Surah Abasa 80:1
Rûyê xwe tirş kirîye û pişta xwe (daye)
Verse 2 — Surah Abasa 80:2
Ji bo ku ewa kora hatîye
Verse 3 — Surah Abasa 80:3
Tu çi dizanî? Bi rastî dibe ku xwe paqij bike
Verse 4 — Surah Abasa 80:4
Yan jî şîretan bike, îdî şîret kêrî wî werin
Verse 5 — Surah Abasa 80:5
Lê ewê, xwe hewce nabîne
Verse 6 — Surah Abasa 80:6
Îdî tu ji bo wî ra raber dibî
Verse 7 — Surah Abasa 80:7
Û çi ji te ra ku ewa xwe ji (filetîyê) paqij nake
Verse 8 — Surah Abasa 80:8
Lê ewê bi lez hatîye bal te
Verse 9 — Surah Abasa 80:9
Ji (Xuda) tirsîyaye, loma hatîye
Verse 10 — Surah Abasa 80:10
Îdî tu jî ji wî rû difetilînî
Verse 11 — Surah Abasa 80:11
Na! (wusa nabe) loma bi rastî (Qur´an) şîretek e
Verse 12 — Surah Abasa 80:12
Îdî kîjan ji vê, wê ewê şîretê hilde
Verse 13 — Surah Abasa 80:13
Ewa (Qur´an a) di rûpelne rûmetdar danin
Verse 14 — Surah Abasa 80:14
Bilind û paqij e
Verse 15 — Surah Abasa 80:15
Di destê balyozne (ji firêşte danin)
Verse 16 — Surah Abasa 80:16
Ewan (firêştan) rûmetdar û qencîkar in
Verse 17 — Surah Abasa 80:17
Xwelî li meriva be, çiqas nankor in
Verse 18 — Surah Abasa 80:18
(Gelo) ewa (meiva) qe mêze nake, ka (Yezdan) ewa ji çi afirandîye
Verse 19 — Surah Abasa 80:19
(Yezdan) ewa ji aveke tîre avotek afirandîye, îdî paşê ji wî ra rûçik daye
Verse 20 — Surah Abasa 80:20
Paşê (Yezdan) rêya wî hêsanî kirîye
Verse 21 — Surah Abasa 80:21
Paşê (Yezdan) ewa mirandî ye, îdî ewa xistîye gorê
Verse 22 — Surah Abasa 80:22
Paşê gava (Yezdan) bivê dîsa ewî zindî dike(di weşîne)
Verse 23 — Surah Abasa 80:23
Na! (gotina merivan nîne) bi rastî tişta (Yezdan ferman) kiribû; ewî pêk ne anîbû
Verse 24 — Surah Abasa 80:24
Îdî bila meriv carekîli bal xurekê xwe ra mêze bike
Verse 25 — Surah Abasa 80:25
Me ça (ji bona piranîya xwarina wî) aveke pir rijandî ye
Verse 26 — Surah Abasa 80:26
Paşê me zemîn (ji bo hêşinaîyê) ça çirandî ye
Verse 27 — Surah Abasa 80:27
Îdî me (di zemîn da) lub hêşîn kirîye
Verse 28 — Surah Abasa 80:28
Û (me) tirî û nefel jî (hêşîn kirîye)
Verse 29 — Surah Abasa 80:29
Û me zeytûn û xurme jî (hêşîn kirîye)
Verse 30 — Surah Abasa 80:30
Û (me) bostanne (darê wan) ji hev derbvaz bûyî jî (hêşîn kirîye)
Verse 31 — Surah Abasa 80:31
Û (me) êmîş û mêrg jî (hêşîn kiriye)
Verse 32 — Surah Abasa 80:32
Ji bona (ku hûn daborya xwe pêk bîn in) me evan ji bona we ûtarişê we ra pêk anî ye
Verse 33 — Surah Abasa 80:33
Îdî gava dengê ku ji (bona) rabûna we ra te, guhan ker dike
Verse 34 — Surah Abasa 80:34
Di wê royê da meriv, ji birayê xwe direv e
Verse 35 — Surah Abasa 80:35
Û ji dîya xwe û ji bavê xwe jî
Verse 36 — Surah Abasa 80:36
Û ji hevalê jîna xwe û zarê xwe jî
Verse 37 — Surah Abasa 80:37
Di wê royê da ji bona heryekê ji wan ra temtêleke wî heye, ewa îdî hewcê tiştekî nabe
Verse 38 — Surah Abasa 80:38
Di wê royê da hinek rû hene diteyîsin
Verse 39 — Surah Abasa 80:39
Mizgînvanî bi hev diken in
Verse 40 — Surah Abasa 80:40
Û di wê royê da hinek rû jî hene bi gemar in
Verse 41 — Surah Abasa 80:41
Reşatî û taritî ewan rûyan niximandin e
Verse 42 — Surah Abasa 80:42
Filene gunehkar evan bi xweber in