Verse 1 — Surah At-Tariq 86:1
Bi ezman û bi sitêrka quloker
Verse 2 — Surah At-Tariq 86:2
(Muhemmed!) ka tu ji ku dizanî ewa (sitêrka) quloker çîye
Verse 3 — Surah At-Tariq 86:3
Ewa sitêrka bi runahî û rêjoke ye
Verse 4 — Surah At-Tariq 86:4
(Sond dixum!) ku li ser hemû candaran, parisvanekî wî heye
Verse 5 — Surah At-Tariq 86:5
Ka bira meriv mêze bike ji çi hatîye afirandinê
Verse 6 — Surah At-Tariq 86:6
Ewa (meriva) ji avekehilavok hatîye afirandinê
Verse 7 — Surah At-Tariq 86:7
Ewa (ava) ji pişta (mêran) û ji nava (her du) memikê (jinan) derdikeve
Verse 8 — Surah At-Tariq 86:8
Bi rastî (ew Yezdan ê, ku bi vî awayî merivan biafirîn e; ji piştî mirinê) di şî ku ewan para da bizvirîn e
Verse 9 — Surah At-Tariq 86:9
Di roya, ku hemû (veşartî) wê derkevin xûya bibin
Verse 10 — Surah At-Tariq 86:10
Îdî ji bo wî merivî ra qe tu hêz û arîkarî namîn e
Verse 11 — Surah At-Tariq 86:11
Û bi wî ezmanê (ku avê hildid e û) para da dîsa dizvirîn e
Verse 12 — Surah At-Tariq 86:12
Û bi wî zemînê (ku ji bona hêşîna ya) çiryanê derizî
Verse 13 — Surah At-Tariq 86:13
(Sond dixum!) ku ewa (Qur´an a) bi rastî pûçî û rastîyê ji hev ra diqetîn e
Verse 14 — Surah At-Tariq 86:14
Û ewa (Qur´an a) tinaz nîn e
Verse 15 — Surah At-Tariq 86:15
Bı rastî ewan (filan ji bona pûçatê ya Qur´an ê) endezan dikin
Verse 16 — Surah At-Tariq 86:16
Ez bi xweber jî (ji bona girtina wan) defikan pev dixim
Verse 17 — Surah At-Tariq 86:17
Îdî (Muhemmed!) tu ji bona wan filan ra firsetê bide, bira ewan hedî-hedî (di rê ya xwe da her in)