Verse 1 — Surah Al-Ghashiyah 88:1
Bi sond! Ji bona te ra ji bûyera (Qarsê, ku hemû tiştî kavil dike) peyv hatîye
Verse 2 — Surah Al-Ghashiyah 88:2
Di wê rojê da hinek rû hene, melûl dibin
Verse 3 — Surah Al-Ghashiyah 88:3
Xebitîne(westîyane) bi kerbî hatine teşqeladanê
Verse 4 — Surah Al-Ghashiyah 88:4
Di agirê sor da têne avêtinê
Verse 5 — Surah Al-Ghashiyah 88:5
Ji kanîyeke kel da vedixun
Verse 6 — Surah Al-Ghashiyah 88:6
Ji pêştirê (berêdara) ererê qe tu xwarina wan tuneye
Verse 7 — Surah Al-Ghashiyah 88:7
(Ewa) bi xwarinê qelew nabin, ça ji birçîbûnê jî fereste nabin
Verse 8 — Surah Al-Ghashiyah 88:8
Di wê rojê da hinek rû jî hene, di nava xwarinan da (berxudarin)
Verse 9 — Surah Al-Ghashiyah 88:9
Ji bona xebata xwe ye (cihanê) qayîl in
Verse 10 — Surah Al-Ghashiyah 88:10
Ewanan (di behiştê da) qe tu (axiftinê) kêr nehatî nabîhên
Verse 11 — Surah Al-Ghashiyah 88:11
Di (behiştê da) kanînê avê wan dikişin hene
Verse 12 — Surah Al-Ghashiyah 88:12
Û textegahên hatine bilind kirinê hene
Verse 13 — Surah Al-Ghashiyah 88:13
Û şel bikne (avê) bi tijî amade (hene)
Verse 14 — Surah Al-Ghashiyah 88:14
Û balgînê rêzkirî (hene)
Verse 15 — Surah Al-Ghashiyah 88:15
Binraxne baha (hene)
Verse 16 — Surah Al-Ghashiyah 88:16
Maqey ewan (merivan) îdî li bal devê da mêze nakin, ka ça hatîye afirandinê
Verse 17 — Surah Al-Ghashiyah 88:17
(Ewan) li bal ezman da jî (mêze nakin) ka ça hatîye bilind kirinê
Verse 18 — Surah Al-Ghashiyah 88:18
Û li bal çîyan da jî (mêze nakin) ka ça hatine çikandinê
Verse 19 — Surah Al-Ghashiyah 88:19
(Û li bal zemin da jî mêze nakin) ka ça hatîye çê kirin û raxistinê
Verse 20 — Surah Al-Ghashiyah 88:20
Îdî (Muhemmed!) Tu (ji bona wan ra) şîretan bike. Loma bi rastî hey tu şîret karî
Verse 21 — Surah Al-Ghashiyah 88:21
Tu (ferman dêrekî) li ser wan hetibî (Verêhte kirinê) ku bi zor ewan bînî ser gotina xwe, nînî
Verse 22 — Surah Al-Ghashiyah 88:22
Lê kîjan (ji piştî şîretan) rû fetilandibe û bibe file
Verse 23 — Surah Al-Ghashiyah 88:23
Îdî Yezdan ê ewî bi şapateke meztir bide şapat kirinê
Verse 24 — Surah Al-Ghashiyah 88:24
Loma bi rastî vegerandin û êwra wan bal me dane
Verse 25 — Surah Al-Ghashiyah 88:25
Paşê bi rastî hijmara (kirinê wan) li ser meye (emê bihijmir in)
Verse 26 — Surah Al-Ghashiyah 88:26
Hingê bi rastî, hesabê wan li ser me ye