Verse 1 — Surah Al-Layl 92:1
Bi şeva gava taritî ewê som dike
Verse 2 — Surah Al-Layl 92:2
Bi roya gava derdikeve (rohnaî dike)
Verse 3 — Surah Al-Layl 92:3
Bi wîyê ku nêr û mê afirandîye
Verse 4 — Surah Al-Layl 92:4
(Sond dixum!) ku xebata we bi rastî cure û cureye
Verse 5 — Surah Al-Layl 92:5
Îdî kîjan (ji bona xezanan ra mal) bi sixurîne û Xuda parizî bike
Verse 6 — Surah Al-Layl 92:6
Û (perestîne) qenc jî bike û rast bi dêrîne
Verse 7 — Surah Al-Layl 92:7
Îdî emê ji bona wî ra (hatina li bal rêya rast da) hêsanî bikin
Verse 8 — Surah Al-Layl 92:8
Kîjan jî çikûsî bike û xwe (ji Yezdan) ne hewce bibîne
Verse 9 — Surah Al-Layl 92:9
Û qencê (gotinan jî) bide derewdêrandinê
Verse 10 — Surah Al-Layl 92:10
Îdî emê ji bona wî ra (çûna li bal rêne zehmet da) hêsanî bikin
Verse 11 — Surah Al-Layl 92:11
Û gava ewa bikeVe dojê, malê wî qe ji bona wî ra tu karê nake
Verse 12 — Surah Al-Layl 92:12
Loma bi rastî hatina wî li bal rêya rast da li ser meye
Verse 13 — Surah Al-Layl 92:13
Û bi rastî cihan û parada jî ji bona me ra ne
Verse 14 — Surah Al-Layl 92:14
Îdî min hûn (gelî gunehkaran!) Bi agirekî pêtdayî dane hişyar kirinê
Verse 15 — Surah Al-Layl 92:15
Ji pêştirê wanê rûreşê ji rêya rast derketî, tu kes nakeve wî agirî
Verse 16 — Surah Al-Layl 92:16
Ewî (rûreşê) maf daye derewdêrandinê, pişta xwe daye (mafê)
Verse 17 — Surah Al-Layl 92:17
Bi rastî ji wî (agirî) merivê Xuda pariz tê dûr xistinê
Verse 18 — Surah Al-Layl 92:18
(Ewê Xuda pariz) ew e, ku malê xwe (di rêya Yezdan da )sixurandîye (mali xwe) paqij kirîye
Verse 19 — Surah Al-Layl 92:19
Û (li bal Yezdan) ji bona tu kesekî ra qe tu qencîyek tuneye, ku ewan bi wê qencîyê bêne xelat kirinê
Verse 20 — Surah Al-Layl 92:20
Ji pêştirê (maldana) ji bona qayîl bûna (Xuda yê xwe) yê bililindtir (heke dabe)
Verse 21 — Surah Al-Layl 92:21
Di nêzîk da jî (ewa qencîya) ku Xuda yê wî (ji bona wî ra bide, ewê) bi wê qencîyê qayîl bibe