Verse 1 — Surah Ad-Duhaa 93:1
Bi (danê) taştê
Verse 2 — Surah Ad-Duhaa 93:2
Bi şeva gava tarîtîya wê hewya
Verse 3 — Surah Ad-Duhaa 93:3
(Sond dixum!) Ku Xuda yê te dest ji te bernedaye ji te jî ne xeyîdîye
Verse 4 — Surah Ad-Duhaa 93:4
Û bi rastî (danê para da) ji bona te ra (ji danê) cihanê çêtir e
Verse 5 — Surah Ad-Duhaa 93:5
Û Xuda yê teyê bi rastî ji bona te ra di nêzîk da dayîneke wusa bide, ku tu bi wê dayînê qayîl bibî
Verse 6 — Surah Ad-Duhaa 93:6
Maqey (Xuda yê te)gava tu sêwî bûyî tu xweyî ne kirî
Verse 7 — Surah Ad-Duhaa 93:7
Gava tu wundayî bûyî ewî tu ne anî li ser rêya rast
Verse 8 — Surah Ad-Duhaa 93:8
Gava tu xêzan bûyî ewî tu zengin ne kirî
Verse 9 — Surah Ad-Duhaa 93:9
Îdî tu bi tucureyî li sêwîyan zorê neke
Verse 10 — Surah Ad-Duhaa 93:10
Û bi tu cureyî parsekan bê par neke
Verse 11 — Surah Ad-Duhaa 93:11
Û tu bi wan qencîne, ku Xuda yê te bi te kirîye bi axive