Verse 1 — Surah At-Tin 95:1
Bi hêjîr û zeytûnan
Verse 2 — Surah At-Tin 95:2
Û bi çîyayê Sîna yê
Verse 3 — Surah At-Tin 95:3
Û bi vî bajarê ewle
Verse 4 — Surah At-Tin 95:4
(Sond dixum!) ku me meriv bi rastî di rindê rûçikan da afirandîye
Verse 5 — Surah At-Tin 95:5
Me paşe ewa (meriva) li bal (tema pîr da) zivirandîye (ku ji pistî zanînê hemî tiştan bîrva bike)
Verse 6 — Surah At-Tin 95:6
Ji pêştirê wanê bawer kirine û karê aştî kirine, îdî ji bona wan ra jî kêreke bê paşî heye
Verse 7 — Surah At-Tin 95:7
Îdî (Ji piştî van beratan) ka (merivo!) ji bona te ra çi bûye, ku tu bi ola (Xuda û bi roya xelat û celatan) viran dikî
Verse 8 — Surah At-Tin 95:8
Maqey tu (bawer nakî) ku berawanê berewanan Yezdan e