Verse 1 — Surah Al-Alaq 96:1
(Muhemmed!) tu bi navê Xuda yê teyê, ku tu afirandîyî bi xûne
Verse 2 — Surah Al-Alaq 96:2
Ewî meriv ji zûryan afirandîye
Verse 3 — Surah Al-Alaq 96:3
Tu bi xûne! Û Xuda yê te pir rûmetdare
Verse 4 — Surah Al-Alaq 96:4
Ewî (bi merivan nivîsandina) bi gilîgo û nivîsdarokî daye hînkirinê
Verse 5 — Surah Al-Alaq 96:5
Tişta, ku merivan nizanbûye ewî bi wan daye hînkirinê
Verse 6 — Surah Al-Alaq 96:6
Na! (di hemberê van qencîyan da) bi rastî meriv ji avarû derketîye
Verse 7 — Surah Al-Alaq 96:7
Ji ber, ku ewa (meriva) xwe ne hewce dîtîye
Verse 8 — Surah Al-Alaq 96:8
Bi rastî para zıvirandin hey li bal Xuda yê te dane (wê hijmara kirinê wan bibîne)
Verse 9 — Surah Al-Alaq 96:9
Qey tu ewê, ku paradanê dike nabînî
Verse 10 — Surah Al-Alaq 96:10
Gava bendek nimej dike (ewî dide para da na hêle nimej bike)
Verse 11 — Surah Al-Alaq 96:11
Tu dibînî; heke;ewa (bendê nimêj; dike) li ser rêya rast be
Verse 12 — Surah Al-Alaq 96:12
Yan jî ewa (benda) fermana bi Xuda parizî bike
Verse 13 — Surah Al-Alaq 96:13
Tu di binî; heke ewa (bendê paradanê dike) pişta xwe bide (van şîretan û) bide derewdêrandine? (wê gavê ewê bizane ka wê çi bê serê wî)
Verse 14 — Surah Al-Alaq 96:14
Maqey ewa nizane, ku bi rastî Yezdan bi hemû kirinê wî (dizane û) dibîne
Verse 15 — Surah Al-Alaq 96:15
Na! heke ewa (ji wan kirinê xwe poşman nebe) parada nefitile, bi rastî emê bi tûncika wî bigirin (ewî li bal dojê da) bi kişînin
Verse 16 — Surah Al-Alaq 96:16
Bi tûndcika wî virekê gunehkar (bigirin)
Verse 17 — Surah Al-Alaq 96:17
Îdî bi ra ewa (here) gazî hemnişînê xwe bike
Verse 18 — Surah Al-Alaq 96:18
Emê jî gazî feriştene xwene (parisvznê dojê bi navê) zabanî bikin
Verse 19 — Surah Al-Alaq 96:19
Na! (Muhemmed!) qe tu bi gotina wî (gunahkarî) neke ü tu (ji bona Xuda yê xwe ra) kunde bihere û nezîkê wî (Xuda yê xwe be)