Back to Languages

    Kurmanji - Chapter 14

    Translation by Unknown

    Verse 1

    R. (Hey Yezdan bi arsa van tipan dizane). Me eva pirtuka li bal te da hinartiye, ji bo ku tu kesan bi destura Xudaye wan, ji taritiya (ne zanin u filetiye) li bal ruhnaya (zanin u baweriye da) derxi (ewa ji) reya Xudaye servahat e pesinvan e

    Verse 2

    Ewa Yezdana (Xudayeki wusa ne) ku hemu tisten di ezman u zemin da hene ji wi ra nin. Ji bona sapata (Yezdan e) zor, xweli li wan filan be

    Verse 3

    (Ewan file yen wusa nin) jina cihani, ji jina dawye pirtir hez kirine. (Ewan) diven, ku reya Yezdan (li ber kesan xar bikin u) bigirin. Ewanan bi rasti di re wundabuneke dur da nin

    Verse 4

    Me ciqa pexemberek sandibe, hey ewa bi zimane komale xwe hatiye sandine, ji bo ku (bizane fermane me) ji wi koma xwe ra veke (u bi zanin ji wan ra beje): “Idi Yezdan ji ke ra bive ewi ji reya (rast) dur dixe u ji ke ra ji bive ewi tine reya rast.” Bi rasti (Yezdan) servahate bijejke ye

    Verse 5

    Bi sond! Me Musa bi beraten xwe va (bi pexemberi li bal koma wi da) sandiye. (Me ji Musa ra got: "Musa!) Tu komale xwe ji taritiya (nezani u koletiye) li bal ruhnaya (zanin u azadiye da) derxe u tu ewan royen (ku di wan royan da, sapat bi wan komale file da hatiye) bixe bira, wan. Bi rasti di van da ji bona hemu kese (ku li ser sapatan) hewdari kirine u sipaziya (Yez- dan) kirine, beraten sodret hene

    Verse 6

    U di gava Musa ji bona komale xwe ra (aha) gotibu: "Gele komale min! Dema Fir’ewn u bi komale xwe va hun bi sike sapatan didane cefadane bira xwe binin. Loma ewan zaren we yen kurin dikustin u jine we ji para da bi rindi dihistin. Yezdan bi we qenc kir hun ji wan fereste kirin. Bi rasti (di van sapatan da) ji Xudaye we, ji bona we ra ceribandineke mezin heye

    Verse 7

    U (geli cihuyan! Xudye we gaveki ji bona we ra aha) gotibu: "Heke hun li ser wan (qenciyen ku min ji we ra kiriye) sipazi bikin, eze ewan (qenciyan) ji bona we ra pir bikim u heke hun nankori bikin (bi rasti agaha we hebe) sapata min pir zor e

    Verse 8

    Musa (ji koma xwe ra aha) gotiye: "(Gele min!) heke hun hemu u bi wan heyinen di zemin da hene, nankori bikin ji (bizanin! Bi rasti) Yezdan ji hemu (heyinen cihane u ezmani) be perwa ye u pesinvan e

    Verse 9

    Qey zanina bi serdaborya wan (pexemberen) berya we da bun, ji bona we ra ne hatiye (ka ewan ci bi sere wan pexemberen xwe kirine? Ewan komalan); Komale Nuh u Ad u Semud u ewan komalen pey wan da hati, ji pestire Yezdan tu kes bi hijmara wan nizane. Pexemberen wan (bi beraten) daveker va hatibune bal wan (ji wan ra sireten bi qenciyan dikirin). Idi ewan komale wan (pexemberan ji hersa) deste xwe danine ser deve xwe (Qir dane wan pexemberen xwe, ji wan ra gotine: "(Bes in, evan siretan nekin, em bi wan sireten we gej bun). Bi rasti em bi we tista ku hun ji me ra dibejin, bune file (bi we bawer nakin) u bi rasti em bi wi ye ku hun me, li bal wi da gazi dikin, di dudilyeki be goman da nin

    Verse 10

    Pexemberen wan ji wan ra gotine: "Qe (di hebuna) Yezdan da dudili ce dibe? Ewi ezman u zemin afirandiye ewa, gazi we dike, ji bo ku ewa gonehen we ji bona we ra bibaxisine u ewa heya dane navdayi we (di cihane da) dihele.” Ewan (bersiva pexemberan didin) dibejin:"Hun ji meriven weki me ne. Hun ji me dixwazin, ku em dest ji perestiya wan tisten ku, bav u kale me ji wan ra peresti kirine, berdin. Heke hun (di van doze xwe da rast in, ka) ji me ra beraten bi hez u daveker binin

    Verse 11

    Pexemberen wan ji wan ra gotine: "(Hun rast in) em ji merive weki we ne, ji xenci wi tu tist ninin. Le Yezdan ji kijan bende xwe ra bive, ji wi ra (pexemberi) dide. Ji pestire destura Yezdan ji me ra tu hez tune ye, ku em beraten heztir binin. Idi (geli) bawergeran! Hun xwe hisperin Yezdan

    Verse 12

    Ma qey ci buye ji bona me ra, ku em xwe ne hisperin Yezdan? Bi sond! ewi em anine reya me ya (rast). Bi rasti eme li ser van cefanen ku hun didine me hew bikin, hisparok bi xweber ji xwe di hesperin Yezdan

    Verse 13

    Ewane bune file (hene! Ewan ji bona) pexemberen xwe ra gotine: “(Ji van her du reyan hune yeki ji xwe ra hilbijerin); ya eme we ji welate xwe derxin (idi em gohdarya we nekin) ya hune (disa werin) ola komal e me." (Dema pexember ji baweriya wan be hevi bune) idi Xudaye wan ji wan ra niqandiye: "(Geli Pexemberen min! Hun bi miruz nebin, bi rasti) eme cewrkaran tesqele bikin

    Verse 14

    U eme di pey wan da, we di zemin da biewirinin. Ewa (peymana hane) ji bona wane ku ji payen u celaten (mine peyman dayi) tirsiyane heye

    Verse 15

    U (ewan pexemberan) servahatina bi ser neyaran (ji Yezdan) xwestine, idi hemu inckaren serdest be hevi mane

    Verse 16

    Di pey (be hevi mane) ji wan ra doj heye (di doje da ewan) bi aveke kem u xune tene avdane

    Verse 17

    Ewa ewe ave diqurtine, le je ra ce nabe, ku di qirika xwe da bixe xware u ji wi ra di hemu cihi da mirin hatiye (di xware ku bimire) le namire. (Cave wi wusa zoq dimine). Di peyda ji (ji bona wi ra) sapateke peywesti heye

    Verse 18

    Hecwekiya wane ku filetiya Xuda ye xwe dikin hene! Kirine wan weki wane ku di royeke bager da be, ariste xweliye bide baye (ca ewe arist dide baye, tu tist deste wi da namine, eva ji) ci ked kiribe, nikare qe tu tisti ji keda xwe bigire. Re wundabuna dur, eva ye

    Verse 19

    Ma qey tu (li bal ezman u zemin da) meze naki, bi rasti Yezdan ezman u zemin bi mafiti afirandiye? Heke (Yezdan) bive we we (bimirine) behere, di (suna we da) hinek afirandinen nu, bine

    Verse 20

    U ewa kirina (hane ji) li ser Yezdan zor nine (hesani ye)

    Verse 21

    (Di roya rabuna hemu da) ewan bi teve (kirine xwe va) di hembere Yezdan da xuya dibin (ewan bi xweber ji digotibune: "Evan kirine me li bal Yezdan nayene xuyandine." Yezdan dema kirine wan bi wan daye xuyandinu) idi ewane be wec ji bona wan peyrewen xweyen (ku doza mezinati kiribune) gotine: "Bi rasti em ji bona we ra peyrewan bun, idi qe hun nikarin ku me tisteki ji sapata Yezdan bi parisinin?” Ewan pesrewanan (bersiva be wecan aha dane) gotine: "Heke Yezdan em anibuna reya rast, meye ji hun bianina reya rast. ji bona me ra qe tu ferestebuni (ji asita Yezdan) tune ye, idi em ci qir u hewar bikin u em ci hew bikin, li ser me yek e (tu raqetana wan tune ye)

    Verse 22

    Ji pisti ku buyera (wan) pek hatiye, pelid ji bona (wan fileyen ku cune doje aha) gotiye: "Bi rasti Yezdan ji bona we ra peymana xwe ye maf dabu, min ji ji bona we ra peyman dabu. Le idi ez ji peymana xwe posman bum (min peymana xwe pek neani) ji bona min ra li ser we (ji bo ku hun bibine file) qe tu hez tune bu, ji pestire min gazi we kiribu, idi we ji bersiva min dabu (hun li pey min hatin, bune file). Idi hun gazinan ji min nekin, u hun hey gazinan ji xwe bikin. Ez nikarim we (ji sapatan) fereste bikim. Bi rasti hej di bere da, ku we ez dixistime hevri (ji bona Yezdan ra) min dest ji we berdabu (bi we kirina we bawer ne dikir). Bi rasti ji bona cewrkaran ra sapateke dilsoz heye

    Verse 23

    Ewane bawer kirine u kare asti kirine (hene!) ewanan dikebine bihista ku di bine (dare we da) cema av e dikisin: (ewan) bi destura Xudaye xwe (di we bihiste da) hey diminin. Sertedana wan (di bihiste da) ji hev ra "Selam" dibejin

    Verse 24

    Ma qey te ne ditiye, Yezdan hecweki ca dane cekirine? Peyveke paqij weki dareke paqij e; ca ciqile we dare jor da ne, koka we ji di zemin da rehvedaye (ewa peyva ji ji merivan derdikebe, le qenceyen we ji bi jor da dicin)

    Verse 25

    Di hemu gavan da beren ku ji we dare tene xwarine, bi destura Xudaye (we dare) ten. (Qenciyen ji wan peyvan ji di hemu gavan da tene goman kirine). Yezdan evan hecwekiyan ji bona kesan ra tine, hevi heye ku bi rasti ewan kesan ji van hecwekiyan his hildin

    Verse 26

    Peyva sik ji weki sik e, ewa dara a sik ca li ser zemin buye qurm maye (kere tu tisti naye: bere we tune ye, ku meriv ji we bixun, li we meze bikin, peyva sik ji wusa ne) qe ji we dare ra tu hew tune ye

    Verse 27

    Yezdan ewane bawer kirine; di cihan u di para da ji dihewine. U Yezdan cewrkaran ji (weki dara sike ku tu hew je ra tune ye) ji reya rast wunda dike. Yezdan ci bive ewi dike

    Verse 28

    Ma qey tu li wane, ku qenciyen Yezdan bi nankoriye (u xirabiye) guhurandine u komale xwe ji di xaniye tesqele da ewirandine, meze naki (ka temtela wan ca ne)

    Verse 29

    Ewa xaniya doj e (ewane) hemu li bal doje da pal bidin. Ewa ciqa sike ewra ne

    Verse 30

    Ji bona ku reya Yezdan wunda bikin, ji bona Yezdan ra hevri ce kirine. (Muhemmed! Tu ji wan ra) beje: "Hun di xwesiya xwe da dum bikin, loma bi rasti hey zivirandina we li bal agir da ne

    Verse 31

    (Muhemmed! Tu ji bona wan bendeyen mine bawer kirine) beje: "Me ca fermana wan kiriye) bira nimeja xwe wusa bikin u roziyen me dane wan, hej ewa roya tu kirin u fırotin teda tune ye u yarti ji teda tune ye (ne hatiye) bi dizi u eskere (ji bona hewcan ra) bidin

    Verse 32

    Ewe ku ezman u zemin afirandiye heye! Ewa Yezdan e, ewi ji ezmanan avek hinartiye, idi (bi fermana wi) ji bona we ra, ji beren cure cure bi we ave rozi derxistiye u ewi ji bona we ra kelek semerin kiriye, ji bo ku hun bi fermana wi di zeryaye da bigerin. U Yezdan cemen ave ji xistiye bine deste we

    Verse 33

    (Yezdan tum caran) roj u hiv ji, ku yek ji yeka mayi dur nekebe u ji hev necin ji sernerm kiriye (xistiye bine fermane, ji bona qenciya bi we ra). Ca sev u ro ji (ji bona qenciyan xistiye bine fermane, ku hun di wan gavan da ji xwe ra xebate bikin)

    Verse 34

    U we ci (ji Yezdan) xwesti be, ewi ewan hemu ji bona we ra aniye, daye. Heke hun qenciyen Yezdan e (ku bi we kiriye) bihijmirin, hun nikarin ewan (qenciyan) bi deste deste ji bihejmirin. Bi rasti meriv (ji bona xwe ra) zor cewrkar u nankor e

    Verse 35

    Ibrahim di gaveki da (aha) gotibu: "Xuda! Tu evi bajare hane ji hemu (sikatiyan) ewle bike. (Xuda!) tu min u zaren min ji perestiya putan biparisine

    Verse 36

    Xuda! Bi rasti ewan (putan) piren ji kesan, ji reya rast dane wundakirine. Idi (Xuda!) kijan bibe peyrewe min, ewa ji min e u kijan be gotina min bike, bi rasti idi hey tu i baxisgere dilovin

    Verse 37

    Xudaye me! Bi rasti min ji urta xwe di newaleke be candin, 1i bal xaniye te ye, ku li dora wi da kirina sikatiyan qedexe ne, daye hewandine. Xuda! (min wusa kiriye) ji bona ku ewan nimej bikin; idi (Xuda!) tu dile hinek kesan ji u bal wan da xar bike (ji bo ku herne bal wan, ewan bi tene neminin. Xuda!) Tu ji beran, ji wan ra rozini bide, bi rasti hevi heye ku ewan sipaziya (te) bikin

    Verse 38

    Xudaye me! Bi rasti tu bi kirine me ye dizi u eskere dizani (em ci tisti veserin ya ji eskere bikin, tu bi hemuyan dizani) di ezman u zemin da tu tist li ser Yezdan vesarti nine

    Verse 39

    “Ew Yezdane ku di gave kalti ya min da Ismail u Ishaq, ji min ra raber kiriye, hemu sipazi ji wi ra be. Loma bi rasti Xudaye min gazi kirinan (bi litekirin) dibehe

    Verse 40

    Xudaye min! Tu ji bona min u hineke ji urta min (xuyeki wusa bidi me) ku em bi peywesti, nimej bikin. Xudaye me! Tu (van) xwastine me lite bike

    Verse 41

    Xudaye me! Di roya hijmara (kirinan) tu min u de u bave min u bawergeran bibaxisini

    Verse 42

    (Muhemmed!) Tu goman neke ku Yezdan ji kirine wan cewrkaran be agah

    Verse 43

    Le Yezdan celata wan para da ji bona we roya cav teda zoq dibin, dihele. 43.43(Di we roye da) ewan sere xwe bilind dikin, direvin: Cave wan (wusa zoq dimine) li bal wan da nafetile, dile wan (ji qenciyan) vala ye

    Verse 44

    (Muhemmed!) Tu merivan ji we roya, ku sapat di we roye da ji wan ra te dayine, bide tirsandine, idi ewane cewr kirine hene! (aha) dibejin: "Xudaye me! Tu ji bona me ra heya daneki nezik firsende bide, eme ji bona gazikirina te ra bersive bidin (fermane te li pek binin) u eme bibne peyrewe pexemberan." Ma qey di berya naha da we sond nedixwar, ku ji bona we ra tu cuna ava tune ye

    Verse 45

    Hun di suna wane, ku bi xweber li xwe cewr kiribun ewirine, ji bona we ra diyar buye; ka me ca ewan (sapat) kirine u me ji bona we ra ji (ji temtela wan) hecweki anibu (wusa nine)

    Verse 46

    Bi sond! Ewan endezen xwe ce kirine, ji wan endezen wan ciya di suna xwe da ji herin, hey Yezdane celata wan bi endezan bide

    Verse 47

    (Muhemmed!) Tu goman neke, ku Yezdan ji we peymana daye pexemberen xwe, posman buye. Bi rasti Yezdan servahate xwe ye tul e

    Verse 48

    Di we roya ku zemin be zemini u ezman be ezmani tene guhurandine, hemu (heyi) di hembere Yezdane servahati ye bi tene da, xuya dibin

    Verse 49

    Di we roye da (Muhemmed!) tu dibini, ku nusitemkar bi heva (deste deste) hatine tewldane

    Verse 50

    Kirase wan ji qiren e, agir ser cave wan diniximine

    Verse 51

    Ji bo ku Yezdan her kesi bi keda wi bide celatkirine (evan tistan) dike. Bi rasti Yezdan zor zu hijmare

    Verse 52

    U ji bona ku kes bi we tirsdane bene (hisyarkirine) u ji bona ku ewan bizanin, hey babete perestiye Yezdane bi tene ye u ji bona xweye his ji we siretan hildin, eva (Qur’ana) buye (sireteke) ragehini