Back to Languages

Kurmanji - Chapter 60 - Al-Mumtahanah

Translation by Unknown — Permalink

Verse 1 — Surah Al-Mumtahanah 60:1

Geli en baweri anine! hun neyare min u neyare xwe bi dosti negirin. Tevi ku ew bi rastiya ji we re hatiye kafir bune hun ji wan hiz dikin. Ji ber we bi Xudaye perwerdekare xwe baweri aniye, ew, we u pexember (ji waren we) dertinin. Eger hun ji bo cihada di reya min de u xwestina qayilbuna min derketine (edi hun wan dost negirin). Hun bi dizi ji wan hiz dikin tevi ku ez tiþte hun vediþerin u tiþte hun eþkere dikin tev dizanim. Ki ji we vi bike edi bi rasti wi reya rast þaþ kiriye

Verse 2 — Surah Al-Mumtahanah 60:2

Eger ew bi ser we kevin ewe ji we re bibin neyar u we desten xwe u zimanen xwe bi xerabi direji we bikin u ew hiz dikin ku xwezi hun ji kafir bibuna

Verse 3 — Surah Al-Mumtahanah 60:3

Ne mervatiyen we u ne ji zaruyen we qet bikera we nayen. Roja qiyamete we navbera we ji hev biqetine. Xuda, tiþte hun dikin baþ dibine

Verse 4 — Surah Al-Mumtahanah 60:4

Bi rasti ji we re di Ibrahim u en pe re de nimuneki rind heye. (Di bir binin) dema ji komela xwe re gotin ku: "Beguman em ji tiþte hun beyi Xuda dihebinin beri ne. Em ji we bawer nakin u di navbera me u we de neyarti u xeþma hertimi xuya yekta baweri binin." Tene gotina Ibrahim ji bave xwe re (ne te de; ku gote:) "2Sond be eze ji te re bexþine bixwazim u li hember Xuda ji te re tu tiþt di deste min de nine." Perwerdekare me! me her xwe sipartiye te u em her bal te ve vegeriyane u veger her bal te ve ye

Verse 5 — Surah Al-Mumtahanah 60:5

Perwerdekare me tu me ji en kafir bune re neke siheti u tu ji me re bibexþine perwerdekare me! Beguman tu, serkeftiye hikmetdar her tu yi

Verse 6 — Surah Al-Mumtahanah 60:6

Sond be, ji we re di wan de nimuneki rind heye ji e ku heviya Xuda u roja dawin dike re. Ki ru bizivrine edi beguman Xuda, dewlemende hejaye pesn her ew e

Verse 7 — Surah Al-Mumtahanah 60:7

Dibe ku Xuda di nava we u en we neyartiya wan dikir de hizkirineki ceke. Xuda baþ dikare. Xuda bexþendekar e dilovan e

Verse 8 — Surah Al-Mumtahanah 60:8

Xuda we ji en ku di din de bi we re þer nekirine u we ji waren we dernexistine para nade ku hun bi wan qenci bikin u bi wan re bi dad u rasti tevbigerin. Lewra beguman Xuda ji ehle dad u rastiye hiz dike

Verse 9 — Surah Al-Mumtahanah 60:9

Beguman Xuda we tene ji en ku di din de bi we re þer kirine u we ji waren we deranine u li ser derxistina we piþtvaniya hev kirine, para dide ku hun wan dost bigrin. Ki wan dost bigre, edi sitemkar her ewen han in

Verse 10 — Surah Al-Mumtahanah 60:10

Geli en baweri anine! gava jinen bawermend bi koþberi hatin bal we, veca hun wan siheti bikin. Xuda baweriya wan cetir dizane. Veca eger we wan (jinan) bawermend zani, edi hun wan bal kafiran ve nezivrinin. Ne ew (jin) ji wan re durust in u ne ji ew (kafir) ji wan (jinan) re durust in. Hun tiþte wan (kafiran) daye bidin wan. Tu guneh li ser we nine ku hun mehr bikin gava hun destmuza (mehra) wan bidin wan. Hun bi dawa jinen (xwe yen) kafir negirin u tiþte we daye bixwazin u bira ew ji tiþte dane bixwazin. Hukme Xuda eve han e. Xuda di navbera we de hukim dike. Xuda zana ye hikmetdar e

Verse 11 — Surah Al-Mumtahanah 60:11

Eger tiþteki ji jinen we ji dest we cu bal kafiran veca hun bi ser ketin, edi hun biqasi tiþte dane bidin en ku pireken wan ji dest wan cune. Hun xwe ji Xudaye ku hun pe bawermend in biparezin-bitirsin

Verse 12 — Surah Al-Mumtahanah 60:12

Pexember! gava jinen bawermend hatin bal te ku bi te re bey´et kin ku: Bi Xuda re tu tiþti nekin u zaruyen xwe nekujin u di nav peþi u lingen xwe de derewa bi hev nexim neynin u di kare qenc de befermaniya te nekin, edi tu ji bi wan re bey´et bike, u ji Xuda, ji wan re bexþine bixwaze. Lewra beguman Xuda bexþendekar e dilovan e

Verse 13 — Surah Al-Mumtahanah 60:13

Geli en baweri anine! hun komeleki ku Xuda li wan hers buye dost negirin. Bi rasti ew ji axrete behevi bune cewa ku kafir ji ehle goran behevi bune